Lorîn..
Ji wêneyê te ez matemayî mam
Þahbano bû tû?
Ji çavên te pir tirsiyam
Nihan bû tû?
Lorîn….
Kî wê mafê temenê te bid e te!
Evîna te
Hevjînê te
Zarokên te
Neviyên te
Pêþeroja te……
Wê kî karib e di ber barê te de rab e?
Wêneyê te Lorîn felsefek bû!
Sekna te
Beþiþandina te
Çakêtê te
Kumê te
Pora te
Dest te li jiyanê pêçabûn
Jiyan ne dilovana Lorîn
Ne hevala
Ne evîndara Lorîn
Wêneyê te dema ku min lê nerî
Ez bûm xemgîn
Ti zanê ji tirsa bavê te ez negrîm
Ti zanê ku ev cara yekm bû ku ez pêxemberkî de wêneyekî de dibînim
Lorîn
Pêxembera pence-þêran
Qirala goristanan
Deng û basên xemgînan
Lorîn…
Tû torîn bû
Lev hatî bû
Xwîn þêrîn bû
Lê nervîn reþ bû,bê ol bû,bê bext bû,bê dil bû
Lorîn …
Ewqas ti pola bû
Ewqas ti qehreman bû
Ewqas te diveþart
Ewqas te ji mirinê hezdikir
Ewqas te hest ne diþkandin
Xweziya te gotiba Lorîn
Xweziya te qîr dab e Lorîn
Xweziya mirin lal bûbane Lorîn
Tifala bavê xwe
Alala bexçê diya xwe
Ken û leystokên xwþkên xwe
Lorîn…
Te zanîngeh bê deng hiþtin
Bê zanîn man
Te þagirt
Wêne
Pertûk
Pênos
Rê
Peyam
Sikak
Heleb
Þam
Bê reng hiþtin
Lorîn tê bi mîn e di bîra bavê xwe yê xemgîn de
Serdem te ji bîr nakin
Nosarên wî
Civata wî
Helbestên wî
Gozlikên wî
Hilma wî
Masincêrê wî lê dida diba ku Lorîn peyamek þandiya
Lorîn delalê
Gula li nav malê
Torînê þepalê
Te peyala jiyana bavê xwe dagirt
Ma wê kî rûn e li ser masê û jêre rake peyalê
Lorîn…
Di zelaliya yezdan de rakev e
Û her newroz û sersal tû dakev e
Xemgîn pir li bndî te ne
Bi hêvîme …..Lorîn
Tû ji bavê xwe paþ nekev e….
Oxir be Lorîn jiyan bê te bê ta''''''''me xave Lorîn xave.
Qamiþlo19/2/2010