Di Roja Zimanê Dayikê De
Dîrok: ÇáÓÈÊ 20 ÝÈÑÇíÑ 2010 Mijar: Nûçe
Konê Reþ 21ê sibatê, 2010 an anku sibe, roja navnetewî ya zimanê zikmakî an zimanê dayikê ye. Ev roj, wek “Roja navnetewî ya zimanê zikmakî”, di 17.11.1999 de ji aliyê UNESCO yê ve hat pejirandin. Her sal di vê rojê de, çalakîyên pirreng, li seranserî cîhanê têne li darxistin û ev roj tê pîrozkirin. Em wek kurdên rojava sed mixabin ku rêxistinên me, yên pir, guh nadin ziman wek ku pêdivî ye.. û sebaretî vê rojê ez nebawerim ku di huþ û xeyalê wan de ye..
Bi vê helkeftê, em çend perçeyan ji helbestek helbestvanê Kurd Mûsa Zaxuranî ya ku li dor zîlana hezkirina zimanê Kurdî digere dikin diyarî ji hezkerên zimanê Kurdî re, li her cih û warî. Hevîdarin ku gula zimanê me roj bi roj xweþ û geþ bibe û bibe cihê guhdana her kurdekî. Hêja ye gotinê ku helbestvan Mûsa Zaxuranî beþekî mezin ji temenê xwe di ber siyaset û rewþenbîriya kurdî de xerc kiriye.. Her wiha gelek destnivîsên wî hene, bi tenê dîwanek helbest bi navê (Govendek Helbest), li baþurî welat, ji rex wezareta rewþenbîriyê ve hatiye çap û belav kirin. Fermo werim em û hûn bi hev re vê helbesta wî ya bi navê ZIMAN bixwînin: ZIMAN Guh bidin ziman xortên me Kurda Bera ev ziman nemîne winda Dilê welate ev zimanê xweþ Kesê jibîrke, dê mîne rûreþ Nasnama me ye, li her civatî Hebûna me ye, li vî welatî Win bi her kesî, vê bidin zanîn Zarê Bedirxan, zarê Mem û Zîn Zimanê me ye, pê serbilnd in Ne bê keleh in, bi þar û gund in Nabe ev ziman wiha bimîne Kes pê nenûse , kes wî nexwîne Cizîra Bota, xweþ xweþ xuya ye Zimanê me ye, bi me hêja ye Xanî û Qadir, xweþ wan dinas im Ew û Cizîrî, pir serfiraz im Zimanê min e, pê serbilind im, Þêrîn û xweþe, alê dihild im Sih û yek tîpin, yek yek bi hejmar Bi wan xemilî kovara Hawar Mîr ew dane hev, ji me Kurda re Lewma navê wî bo me guhare Divê ku em Kurd wî xweþ bixwînin Bi Konê Reþ re soza biçînin Di ber ziman de, weke Konê Reþ Herdem em bêjin; þeva we ma xweþ Ziman e, ziman wata hebûnê Zimane rêça, her pêþveçûnê Ziman e navê, milet û welat Ziman e dengê, Dicle û Firat
Her kes zarê wî bi wî þêrîn e Em ne bêwar in , em ne sêwîn e Kurdo! Dîrokê rastî bixwîne Ji bo bizanî ka kurd em kî ne Nabe ev ziman wiha bimîne Kes pê nenûse, kes pê nexwîne Omîda Mîran bi cî werînin Gulên Celadet her roj biçînin Kovara Hawar herdem bixînin Þerme ku em Kurd wiha bimînin Dîse dibêjim; guh bidin ziman Derdê Celadet, kurê Bedirxan
|
|