Yekin em, Ew e me hevûdu nedîtî
Dîrok: ÇáÎãíÓ 11 ÝÈÑÇíÑ 2010 Mijar: Nûçe
Hesen Silêvanî Veguhetin: Mesûd xelef
Muzîk, her tiþtî ji bîra min dibe, tenê çavên te têne. Darikê harê kemanê, bi serxweþî li ser bîbîkên çavên te, dileyizit. Awaz dizên û tu ji dûr ve, destê xwe bilind dikî û, dibêjî: Dîno ne xendqe!!
Ez dê pirça te ya liber, lêva bay berday, bi sê tilên xwe badim, tu dê li xwe zivirî û, navtenga te, dê di destên min de, xav be û, lêvên min yên ez neþêmê, dê gerdena te alîsin. Bibûre xanim, dînim ez, li ber pêlên deriîyayê, dîntir dibim, demê te dikirasê kesikê, bi sêvan reþandî dibînim, nû, nû, nû, çavên xwe yên pilingî, li min nearihîne, bibîne çend bayekê hîne, li ber lêvên, þerabê, wênê xwe li ser girtî. Dînim canê, tu xudê kî hay ji min hebe. Dê hêm, belê dê hêm, dizanim çavên te li hîvîya hatina biharê ne. Dê hêm, belê dê hêm û, libin kefþê te yê, bi deziyê ziravê reþê sitîyanî, yê tu hinde þeva pê dixurî, dê bi çend geza, îmza xwe, li ser çêkim. Dizanim, alekên te yên hîjîrî, neþên xwe liber mûyên simbêlên min bigirin. Çi nîne can, hêdî, hêdî, dê fêr bî, dê xerîb bî. Dixwînim xanim xewnên te, dixwînî xanim xewnên min, Yekin em, ew e me hevûdu nedîtî.
27 -28 -29/10/2009
|
|