Ez çûm ber masa yekê , min got ; selmûnaleykûm
Ez lêkolînê ser ziman çêdikim , gelo hûn Kurd in , gotin ; erê . Min got , hûn çima Tirkî diaxivin , gotin : tu zanî , eva zimanê bazarganiyê ye , min got; tu û hevalê xwe ser bazarganiyê qise dikin , gotin ; na ! gelo çima tirkî diaxivin , Masayê dudo jî Kurd in Kurdî nizanin , yê sisê dîsa Kurd in lê Tirkî diaxivin . Ya rastî depresyon ez girtim . Min hişt û ez vegeriyam... »
Bi rastî eva ne cara yekem e , ez dibîsim , di gotaran de dixûnim û min bi xwe jî li
Almaniya li bajarê Tutlîngênê , Kurdên Turkaxêv dîtine. Bi destura Sînem Xanimê û xwendevanên vê gotarê , ez jî dixwazim mînakekê pelandî û berbiçav li vir hûnim zimên . «…. Ez li Tutlîngênê dijiyam , ez çûm cem gerînderê dibistana gel ya bilind( Volks Hochschule ) , min ji wî lava kir ku ez li wir bibim mamostê zimanê Kurdî , ewî gote min; Kurd li bajarê me tune ne , lê tu dikanî li cem me bibî mamostê zimanê Erebî , min dîsan ji wî re got ; na ! Ev kesên ku li vir bi Turkî deng dikin , piraniyên wan Kurd in . Ewanan li Turkiyê ji çavtengiya dweltê bi Kurdî ne xwendine û tirsa Toraniyên şovînîst hîn di dilên wan de maye . Gerînderê dibistanê , pêşniyara min pejirand û rêklama fêrkirina zimanê Kurdî bi deriyên sedan dîkanan ve daliqandin.
Li dawiyê keçeke tenê 15 salî ji Meraşê navê xwe li dibistanê nivîsand, ez li hember gerînderê dibistanê şermezar bûm û mîna Sînem xanimê pir bêhnteng bûm .
Ez nizanim , çima vê carê peyv û helwesta Sînemê Bedirxan û bersivên mîvanên xweringehê pirtir bandurên xwe li derûna min kirin û ez jî bi Sînemê re careke din şêt û mêt bûm, hestên min mîna pêlên sermest , ez sergêjî kirim.
Tiştên ku ez dixwazim ji birayên xwe , nemaze ji Amediyan re bêjim pir bi lez û kurtî ev in ; Gava em dixwazin ku her Kurdek bi zimanê dayika xwe bipeyve , eva netê vê wateyê ku em riçperest in yan em dijmantiya zimanên miletên serdest dikin. Ne xêr ! Em rêzê li her zimanekî , her miletekî dikin, lê ta ku gelên din jî rêzê li me û zimanê me bikin , divê em bi xwe rêzê li zimanê xwe bigrin û ji ber zimanê xwe ve şerm ne kin , zimanê me jî dêrînî û resen e. Di vir de dixwazim mînakeke zindî bidim ber çavên Kurdên Turkaxêv yan Kurdên Faris û Erebaxêv ; Em hemû dizanin ku Qereçî ( Qurbet ) ji ber sedem û mercên mêjûyî li seranserî cîhana me belav bûne , li çolan û baniyan dijîn û turikên parsê bi piyên wan ve ne , lê dîsan ewnan ji ber zimanê xwe ve şerm nakin û herdem bi hev re bi zimanê xwe dipeyvin û ji ber ku ewanan rêzê li zimanê xwe digrin , rêxistina navnetewî jî rêzê li gelê qereçî dike û berevaniya rûmeta wan bi awakî fermî dike, ji ber ku zimanê wan jî weke her zimanekî din beşek e ji şaristaniya mirovperweriyê .
Em dîsan tekuz dixwazin bêjin , ne şaş e ku Kurd bi zimanên gelên serdest zanibin bixûnin û binivîsînin ji ber ku neyartiya zimanan , yanê neyartiya şaristanî û mirovperweriyê ne , lê ya şaş ew e ; ku her kesek , her miletek zimanê xwe nizani be û berxwedanê ji bo pêşketina zimanê xwe neke .
Li aliyê din , kê gotiye ; ku zimanê Turkî yan zimanên Erebî û Farisî tenê kanin bibin zimanên bazarganiyê !! Na ! Na ! Va ye , em Kurdên Sûriyê jî mîna hemû Kurdên beşên din bi zimanê xwe li dibistanan naxwînin , û bi sed hezaran Kurdên me li Helebê , Şamê û hin bajarên din dijîn, lê dîsan ewanan ji bilî hin awertan bi hev re bi zimanê xwe dipeyvin , Em li bajarên xwe Efrînê , Qamoşliyê û Kobaniyê bazarganiyê jî bi Kurdî dikin .Zimanê me , tev hemû zaravên xwe pir dewlemend e , em ne tenê kanin bi zimanê xwe bazarganiyê bikin , lê em kanin bi zimanê xwe , hîn hemû şaxên zanyarên zanistiyê û bi ser de jî pirtûka pîroz« Quranê » binivîsînin.
Li gor nirîna min geva ku hin Kurdên me dixwazin bi zimanê Turkî , Farisî , yan Erebî bi hev re bipevin , eva rudawa neyênî ji ber hin sedemên giring hatine ;1- ewanan xwe mîna netew kêm dibînin , ango xwe kêmitirî netewên serdest dibînin , eva jî bi ya min be nexweşiyeke derûnî ye . 2-Tirsa destlatên zordar û kesên nijadperst di dilên wan kesan de hîn heye.
Vêca ez jî dengê xwe tev dengê Sînem Xanimê dikim , û ez pir hêvîdar im ku Amediyên me rêzê li dîroka Amedê , şorşên Kurdî , pakrewanên mîna Şêx Seîd Pîranî
bikin û zimanê Ehmedê Xanî , Feqiyê Teyran , Meleyê Cizîrî , Ceger Xwîn û Osman Sebrî berbat ne kin.
Li dawiyê eva netê vê wateyê ku ez cevakêşên ziman û çanda Kurdî yên Amediyan û
yên bajarên din jibîr dikim , yanê ez rolên wan di pêşvebirina zimanê Kurdî , wêje û hemû aliyên şaristanê de winda dikim , ew mîhrecanên zimên û wêja Kurdî carcar li Amedê dardikevin li cem me pir cihên serbilindiyê ne.
Ma ez bêjim ; wek min bihîst ku di 14 Şibata 2010 an de , Konfiransa çîroka Kurdî li Amedê wê lidarkeve , ez hemû nivîskarên Kurd û nemaze yên Amedê pêşda spas û pîroz dikim . Di rastiyê de , nivîskarekî me pir hêca ji Amudê ez vexwendî vê Konfiransê kirim , lê pir mixabin , rewşa min ya taybetî rêdanê nade min , ku ez jî li ber dengvedanên çîroka Kurdî bi Amediyan re bidegrîm û bikenim .