Dîsanê wek ku di roja pêþî de hate kirin, binemala Çeto jî heþt konên mezin ji mêhvanên xwe re vegirtin û jimarek berfereh ji cemawerê devera Qamîþlo, Hisîça, Amud û Dêrikê, û herweha þandên partiyên kurdî, rihsipî, sermiyanên deverê, zanayên ola misilman û xiristiyan, ereb û xiristiyan di vê lihevhatinê de berhev û amade bûn.
Destpêkê þêx Ednan Ibrahîm Heqî xêrhatina mêhvanan kir û têgehên xêr û qenciya çareserkirina arîþeyan wek ku di Qurana pîroz de hatî gotin da xuyakirin û herweha got: ev lihevhatine berhemek pirr hêja ye ji xelkên deverê re û li cem xwedayê mezin jî tiþtekî ciwan û çake.
Piþt re keþe Efram Çello jî gotinek pêþkêþkir û di gotina xwe de xweþhaliya xwe û xelkên parêzgeha Hisîça da zanîn û got: berhevbûna vê jimara zor ji tevaya netewan, mezheb û olên deverê nîþana wê yekê ye ku xelkên deverê bi Kurd, Ereb, Kildan, Aþorî û Ermeniyên xwe ve kêfxweþ û xweþhalin bi vê lihevhatinê.
Di pey re Mele Rifet Mele Ebdul Mecîd pîrozbahiya xelkên amade, herdu binemalan, xêrxwaz û dilpakên ku bi vê lihevhatinê rabûne kir û ev gav wek destkeftiyek pîroz binavkir.
Dawiyê serwerê binemala Çeto Ismaîl Çeto xêrhatin li mêhvanên xwe da, sipasiya dost û xêrxwazan kir û xêrhatinek teybet da binemala Mistê û bi nav serwerê binemalê Ebdul Ezîzê Mistê û kartêkirin û mêraniya wî di derîvekirina çarserkirina vê arîþeyê de û tev bi pesnin bilind da xuyakirin .
Dûv re xwarin di binê konan de hate rastkirin .
hêjayî gotinê ye ku ev arîþeya xwîndarî eve zêdeyî (15) salaye di navbera van herdu binemalan de rûdaye .
Lê piþtî vê kêþê deng veda û bûbû egerê peydabûna gîr û girfetaran li deverê û piþtî wan hewildan û bizavên bê rawestan ji aliyê rihsipî, xuyayî, partiyên siyasî û serok eþîran ve di hate kirin.
Dawiyê li ser daxwaz û hewildanên van xêrxwaz û dilpakan :
-Hecî Ebdul Ezîzê Xelef Sara
-Ekerm Hesko Xelo
-Behrem Hesko Xelo
Ev kêþe hate çareserkin û li roja (28-10-2006)ê herdu binemalan silha xwe kirin û lihevhatin .
Bi vê yekê mirov di karê bêjê îro rayên wê arîþeyê bi ked û karê wan xêrxwaz û dilpakan di çem û rûbarên herdu gundan de, herdu gundên cîran, di beyar û xaka gundê Kengelo û Pilêsiyê de rayên wê hate korkirin û di þûna wê de tovê biratî, aþtî û aramiyê hate çandin .
Em jî bi navê nivîskar û karmendên malpera Welatê me pîrozbahiya xelkên devera Dêrikê û herdu binemalan dikin û sipasiya wan mêhvanên beþdar, arîkarî, xêrxwaz û dilpakan dikin, yên ku zehmet kêþandin û ev destkeftiya pîroz bi cih anîn .