Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Ziman: « tore » û « wêje » Xeleka Çara

 


Berzo Mehmûd

Di nivîsarên kurmancî de, bi taybetî yên nivîserên Kurdê Sûrî û Tirkiyê, peyva "tore" beramberî zaraweya (edeb) أدب ya ‘Erebî û "literature"a Inglîzî bikar tê. Bi rastî ta vî kêlîkê jî ez nizanim ew nivîserê pêşî yê ku peyva (tore) beramberî (edeb) hilbijartiye. Peyva "tore" di sedê bîsatn de li ser rûpelan tê xuyakirin, jiber ku "tore" beraberî (edeb) di axaftina rojane de – weku dizanim – berî van çend salan bikar nehatiye. Ya dîtir jî ev peyv bi wateya (edeb) tenê weku zarawe bikar hatiye, lê wek peyveke rojane bi wateyekî dîtir bikar tê, ku tu peywendî navbera wateya "tore" û "edeb"de nîne.


Wateyên "tor"
I. peyva "tor"
Di Kurmancî de "tor" heye, ew jî çêl core (moxilek)ê  شبكة صيد  dikê, ku pê masiyê çeman digirin, ango amêreke di destê masîgiran de ye, Ev peyv bi awakî mecazî jî di du destewajeyên taybetî de bikar tê, wek:
1. Ez ketime tor û bela vî mirovê xirab û bêfedî de.
 ango ez ketime bela wî de, wate: (filankes girrê xwe li min didê).
2. Ez di tor û bextê vê malê de me.
ango: Ew mirovê vê yekê bêje, xwe tavêje vê malê bi mebesta ku xwediyê vê malê pêve rabin, û arîkariya wî bikin.

II. Peyva (torin)
Peyva (torin) jî heye, bi ser ku ev peyv ti pêwendî bi peyva "tor" û "tore" ve nîne,  lê me anî ziman ji ber hawşêweyî navbera wan de heye. Ji wî kesî re yan ji wê kesê re "torin" dibêjin:
1.  ku xortekî çeleng û baş û spehî bê.
2. bikarê malê ragirê, lewre dibêjin:
Filankes torinê malê ye.
Sînem torina malê ye.

(ango ew kesê dikarê dewsa bavê xwe bigirê).

3. Ji alîkî dî ve jî, linik hin zaran, nemaze, xelkên devera Elîka û Harûna ji jinan re, û ji wan keçan re (torin) dibêjin, yên ku spehî ne, bişerf û bi-aqil in. Kurd dibêjin: Filankesê tew torineke jina ye. Ango jineke gelek bedew û qenc e, di nav xelkê de jî binavûdeng e.

"tore"
Nedûr e jî ku (tore) bi wateya exlaqên mirovan bikar hatibê, nemaze di danîn û dariştineke taybetî de, ku em dikarin "bitore" û "bêtore" jê darêjin wek em bêjin (filankes bêtore ye ) ango edeba wî û exlaqê wî nebaş e (bêtore = bê-exlaq, bêsinc). Inca (tore) bi wateya (edeb)a Erebî ya ku exlaqê mirova didê xuyakirin. Her vê wateya siha xwe daye peyva (tore) weku zarawe beramber peyva (edeb)a ‘Erebî li nik piraniya nivîserên zarê Kurmancî bikar hatiye ku wateya nivîsînê dide. Ev bi xwe jî wergêraneke peyv bi peyv e, di vê wateyê de (edeb) ango şêwe nivîsînên wek helbest û çîrok û şanowan werdigire.
Kurda peyva (tore) ya ku tenê di peyve (bêtore) de derdikevê, beramberî (edeb)a ku wateya yekê (sinc û exlaq) têde ye, bi wateya duwam girtiye, ku şêwazê nivîsînê ye, weke em bêjin:
Edeba Kurdî = Toreya Kurdî / Tora Kurdî. 
Di vir de diyar dibê ku (tore) û (tora Kurdî) û (torevan) di riya wergêrana şaş re hatiye nav nivîsîna zarê Kurmancî, nemaze, ku piraniya nivîseran zimanê xwe zanistyane  nizanin, bi ser ku hin ji wan xwe Kurdîzan jî dibînin. Lê zanîna mirovan di warê nivîsîna zimanekî de, nemaze zimanekî wek yê Kurdî, ku hîn gelek jêre divê ta li ser lingê xwe rawestê, nabê belge û nîşan ku ev kes di zimanê xwe de şareza ye, ji ber ku nivîsîn û xwendin, herçende pêwîstin, lê bi tena xwe, bi awakî rût, nikarin zanyariyê drust bikin, eger xwendineke gelek di warê rewşenbîrî û zanistî de li pişt nebê.

edeb
Peyva (edeb) di zimanê ‘Erebî de sê qonax di jiyana xweyî dîrokî de derbas kirine, ew jî ev in:
1- Di dema berî misilmantiyê de bi wateya (mêvandarî) bikar hatiye.
2- Di dema misilimantiyê de bi wateya (rewişt = tore) bikar hatiye.
3- Di serdema nû de bi wateya (fêrkirina baş) hatiye meydanê.
Inca peyva (edeb)a ‘Erebî wateya xwe di qonaxên dîrokî de drust kiriye, ku eva han jî tiştekî giring e di watesazî de, herweha di zarawesazî de, ku wergêran dibe rêbazek di wergerandina zaraweyan de, lê wergêran bi şêweyekî mîkanîkî wê riya xwe şaş veke û gavên xwe çewt bide. Lê, di baweriya min de, bi ser ku min hin belge berçav kirin ku (tore) bi awakî ne gelek drust hatiye, di vir de tiştek dimêne: - Eger peyveke wa beramberî (edeb - literature) di Kurdî de xweşiktir ji (tore) nebê, em neçar dibin ku (tore) weku zarawe bimêne. Lê ya pêwîst em li cêgir bigerin.

wêje
Ev ji aliyê zarê Kurmancî ve, lêbelê zarê Soranî zaraweyekî dîtir bikar tênin, ku dektor Kamil Hesen Besîr eger ne wî jî danîbê, lê gelek dupat kiriye ku peyva (wêje) beramberî (edeb) bikar were. Hejî gotinê ye ku min bi xwe zaraweya (wêje) cara pêşî di gotareke xwe de, di govara Gelawêjê de, di sala 1984an de bikar aniye.

Baş e, peyva (wêje) çilo hatiye?
Ezê bersiva vê pirsê ligor bîrûbaweriya xwe bidim: - peyva (wêje) di koka xwe de (bêje) ye ya ku hin guhartin di dengsazî de pêde hatiye, û bûye (wêje). Eva han jî yasayeke dengsazî ye, di zimanê Kurdî de baw e, bi taybetî dengê (b) di hin zarên Kurdî de dibe (v) û dîsa di hinên dîtir de dibe (w), ango (bêje, vêje, wêje). Weha jî di zimanê Avêsta de (waçe) û (vaçe) bi wateya axaftin heye.

"wêje", "biwêj" "wêjewan" "wêjevan"
Danîna (wêje), ku biwêj أديب û (wêjewan)/ (wêjevan) jê hatiye dariştin, ji aliyê xweyî watesazî ve ji (tore) libartir e (minasibtir) e, jiber ku (bêje) weku (word كلمة) daneyeke giring e di avakirina wêje de bi wateya (edeb/literature). Herweha, em wê yekê jî ji bîr nekin ku (literature) di Ingilîzî û Firensî de beramberî (edeb)a ‘Erebî bikar tê, di koka xwe de peyveke latînî ye û ji peyva (tetter = حرف  = tîp/pît) hatiye. Lewre jî, Inglîzî ji (biwêj = edîb) re (man of letter) dibêjin. Di vir de wa diyar dibe ku (tip = letter) di latînî de koka peyva (literature) e. Bo wilo jî, di baweriya min de em xwar naçin eger me jî hat û ji peyva (bêje), ku peyveke herî giring e di drustkirina (edeb) de, me peyveke dîtir û hinekî jê cuda, danî. Peyva (wêje) weku zarawe sivik û xweş e, herweha dikarê bi hesanî bikeve dariştin û lêkdanê de bo avakirina peyvên nû. Dîsa, li bîra me hemûya bê, ku birryardan û çespandina yekşêwe zarawe birryareke giştî jêre divê, nemze, kongirekî zimanewanî jêre bê girêdan ku zimanzanên Kurd birryara xweyî dawî têde bidin.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark