Mihemed Hesko (birasoz) Destên bi qirêj
Kesên guhdirêj
Pîsin nola þêj
Bê ol û dozin
Bar û serbarin
Dûpiþk û marin
Dostê neyarin
Bê sênc û sozin
Hevalin bi dev
Roj jî kirin þev
Qad berdan bi rev
Kerîyê kozin
Kewên regehan
Dizên rûgehan
Segên dergehan
Bi xwe nandozin
Warê kurdane
Cenga girane
Dizker têdane
Pîsên dilsozin
**********
Almanya, 09.12.2021