Xalid Cemîl Mihemed Rewşa xelatkirinê li Rojavayê Kurdistanê Di van çend salên dawî de, li civaka Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê, li welat û diyarsporayê, bi heman awayî, xelatkirina hunermend, rewşenbîr, dahêner, helbestvan û nivîskaran, bi piranî, bi awayekî heremekî yê bêserûber, ji gelek aliyan ve, bi bêyî pîvan û nirxandineke rexneyî û zanistî ji berheman re, bûye diyardeyeke berbiçav, bi awayekî ku pêkan e mirov bibêje, êdî rengek ji sivikayetiyê bi xelatkirinê û kesê xelatkirî û berhemên rasteqîne tê kirin.
Helbet ev gotin nayê wê wateyê ku ew xelatkirin ne cihê spasiyê ne, lê
belê pêwîstiya vê rewşê bi sazkirin, serastkirin û çareserkirineke
baştir heye, serbarî spaskirin û destxweşiya hemû aliyên ku bîra
xelatkirina kesên hêja dibin û li gorî karînên xwe wan xelat dikin. Ji
bo ku binema û sînorek ji vê rewşa bêserûber re bê danîn, pêwîstiya wê
bi nerîneke rexneyî heye, herwiha pêwîstiya wê bi nîşand û
pêşniyarkirina çend binemayan e, ku dibe rêgiriyê li ber vê diyardeyê
bike, ji bo rêçareyek ji vê tevliheviyê re bê dîtin. Ev xelatkirina
ku rast û çep û bêserûber, li gorepana rewşenbîriya Kurdî belav bûye,
tevî ku dilsozî tê de heye, lê ji aliyekî din ve, rengek ji sivkayetî û
erzaniyê wergirtiye, wiha jî berhem û dahênerên serkeftî, şiko û
giranbihaya xwe di nav vê rewşa tevlîhev de, jidest didin yan jî têne
piştguhxistin û di tariyê de dimînin. Derbarê vê yekê, kesek yan çend
kes, li gorî xwestek, arezû, pîvan û berjewendiyên xwe yên kesayetî û
taybet, ne li gorî mercên pêwîst û guncaw, ne jî bi rêya komîteyên
pispor û bêlayen, li vî aliyî û wî aliyî, xelatan li ser kesên ku dilê
wan dixwaze, belav dikin, hinek ji wan kesên xelatkirî jî, ji xwe bawer
dikin ku (bi wateya dahênî) hêjayî xelatkirinê ne, yan jî bi wê xelatê
gihiştine pileya serkeftineke bêmînak, bi taybetî xelatên ji corên
kertonan, yan bawernameyên xelatkirinên facebookî yan xelatên (Online),
ku ne di çarçoveya ahengeke fermî ya birêkûpêk û rêkxistî de, dibin.
Bêhtir ji nivîskarekî jî, taybet ji bo vê loklînê ragihand, ku ew kerton
jî nehigiştiye destên wan, lê tenê li ser rûpelên facebookê hatiye
belavkirin, ku filan dezgehê filan kes xelat kiriye, ne bêhtir! Serbarî
ku, gelek caran, kesên behredar, dahêner û şareza piştî mirinê têne
xelatkirin, lê dîsa jî ew xelatkirin, ne bi saxî, ne bi mirîtî, ji
kertonekê yan qizêzekê bêhtir nabe, ango wiha diyar dibe, aliyên ku
xelatan didin, bêhtir ji bo xwe, ne ji bo yên xelatkirî, bi van
xelatkirinan radibin, eger na, pêwîst e li xelatên biyanî yên cîhanî û
yên Erebî binerin, ji bo bibînin xelk çawa, kengî û ji bo çi, kesên hêja
xelat dikin, herwiha cor, şêwaz û awayê xelatkirinê çawa ne. Di heman
çarçoveyê de, yan xelateke hêja bidin, yan jî dest vî awayê sivikayetiyê
berdin. Eger bê gotin ku rewşa civaka Kurdî taybet e, ev behaneyeke kev
û ji lojîkê dûr e. Sala 2014an, nivîskarê Kurd, Helîm Yûsif, di
gotareke xwe de, bi navnîşana (Komedya xelatên wêjeyî li cem Kurdan)
behsa vê rewşê kiribû û nîşan pê dabû, ku rewşeke ne cihê pejirandinê
ye. Helîm Yûsiv wiha nivîsandiye: “Dema mirov li awayê xelatkirinê û
nirxê wê xelatê dinere, mirov xwe di atmosfereke trajekomedî de dibîne.
Aliyê trajedî yê meselê ew e, ku hem nivîskarê/a xelatwergir û hem jî
dezgeha ku xelatê dide, di rewşeke aborî ya pir xerab de ne. Bi vî awayî
xelat ji destê dezgeheke feqîr, perîşan û hejar ku nikare halê endamên
xwe bi hal bike, diçe destê nivîskarekî feqîrtir, perîşan û belengaztir,
ku mijûliya bi nivîsandinê ji bilî serêşandin û feqîriyê tiştekî nade
wî. Xelatkirin wisa lê tê ku mirov dibêje qey cîranekî feqîr li ber dilê
cîranekî ji xwe feqîrtir û belengaztir dide, dilê wî bi çend gotinên bi
vî rengî xweş dike: (Li qisûra min nenêre cîran, tiştê ji dest min tê
ev e).” Nivîskarê Kurd, Selman Osman Ebdo (Konê Reş), ku 18/11/2021ê
Xelata Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK)ê, bi hevbeşî
ligel nivîskar Salihê Heydo wergirt, tê de yek hezar dolar li ser herdu
nivîskaran hate dabeşkirin. Konê Reş derbarê mijara xelatkirinan taybet
ji bo vê lêkolînê ragihand: “Sînor ji xelatan re, li Rojavayê Kurdistanê
nîne, kî bê dikare xelatekê bi navê Tîrêj, Cegerxwîn, Osman Sebrî, ji
xwe re çê bike û bide.. Tenê kertonek e pirwazkirî ye, ev xelata filan
kesî ev xelata filan partiyê ye, ji bo kar û xebata te û hunera te..
Xelat pir in, ti sansor li ser wan nîne. Ez jî dikarim xelatekê bi navê
xwe çê bikim û bidim, tu jî dikarî xelatekê bi navê xwe çê bikî û bidî..
Hemû kertonek e li ser kopmyuterê çê dikin û belav dikin.” Nivîskarê
Kurd, Ibrahîm Ebas Ibrahîm, ku wî jî (Xelata Cergerxwîn a Akadîmî)
wergirtiye, taybet ji bo vê lêkolînê got: “Divê xelat bi bihayeke darayî
be, hinek sazî û aliyên xwedî karînên darayî, hene dikarin di vî warî
de alîkar bin.. Ew komîteyên ku xelatan didin nikarin xelateke darayî
pêşkêş bikin.. Tevgera Kurdî, partiyên Kurdî, herwiha dewlemendên Kurd
jî dikarin di vê mijarê de xwe berpirs bibînin.. Dema ku xelatek bi
bihayekî baş be, êdî xelatên din ên bêbiha bin, ji ber xwe ve ti rol ji
wan re namîne.. ” Serokê berê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya,
Dilawerê Zengî jî, ji bo vê lêkolînê lêdwaneke taybet da û got: “Ez jî
bi wê yekê re me ku pêwîst e aliyê darayî di xelatê de hebe, herwiha
divê li bêhtir ji aliyekî xelat neyên dan, ji bo bihayê wê bimîne û
erzan nebe. Ji aliyê me ve, weke Yekîtiya Nivîskaran xelatên ku me dane,
ti diyariya darayî pê re nebû, kesekî jî alîkariya me nekir, heta ku em
jî bikaribin bidin.. Her kesekî ji xwe re xelatek çê kiriye.” Bi
heman awayî serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya, Qadir Egîd ji bo vê
lêkolînê lêdwaneke taybet da û got: “Yekîtiya Nivîskaran 2 milyon û 500
hezar lîreyên Sûrî (kêmtir ji hezar dolarî) werdigire, lê tevî wê yekê
jî di xelatan de pere nayên dan. Tenê qizêzek û bawernameyek tê
radestkirin. Lê ne pirtûkek tê çapkirin ne jî tibabeke pereyan digihêje
kesên xelatkirî.. Kî rabûye xelatek çê kiriye. Xelatkirinê wateya xwe
winda kiriye, bêbiha bûye.”
Aliyê xelatkar Aliyên berpirs di ber
vê rewşa bêserûber de, gelek in, ji wan jî: Sazî, dezgeh, komîte, deste,
rêxistinên rewşenbîrî û yekîtiyên nivîskaran, herwiha saziyên fermî yên
aliyên desthilatdar, wiha jî partî û rêxistinên siyasî û rêxistinên
civaka sivîl, bi awayekî ku li gorî pêwîst xwedî li behredar û dahênerên
serkeftî derkevin û piştgiriya wan bikin û bi awayekî hêja û birûmet
wan xelat bikin, ku ew aliyê bexşendeyê xelatê jî, ji ber xelata xwe
fedîkar nebe. Lê li gorî têbînî û nerînên bêhtir ji 10 wergirên xelatan
ji Rojavayê Kurdistanê, û bêhtir ji 10 nivîskarên din jî, ku taybet ji
bo vê lêkolînê, hatine wergirtin, ew hemû jî dibînin ku eger karîn li
cem aliyê bexşendeyê xelatê nebe, derbarê bilindkirina asta bihayê
xelata xwe, ya baştir ew e ku xelatkirina bi vî awayî rawestîne. Piştî
ku ev diyarde wiha ketiye rewşeke erzan a bêbiha, pirseke tê holê: Gelo
ew aliyê ku xelatê dide kesên berbijêrkirî, heta çi radeyê şayenî wî
erkî ye ku berbijêriyeke dadwerane bike? Li ser çi binema û pîvanên
zanistî wêjeyî û rexneyî, berhem û berbijêran dinirxîne? Bi rêya çend
komîte yan kesên şareza û pispor, berbijêrên xelatên xwe destnîşan dike û
yekî ji wan xelat dike û yên din xelat nake?! Wiha jî, çi corî ji
xelatê dide kesekî ku jiyana xwe ji bo ziman, kultûr, wêje yan hunerê
terxan kiriye û hêja ye bi rastî û bi awayekî gireanbiha bê xelatkirin?
Gelo ew cor ji xelatê li gorî bejna wî berbijêrî ye yan na?! Şiyawbûna bexşendeyê xelatkirinê girêdayî hejmarekê ji merc, binema û pîvanan e, ji wan: -
Divê ew aliyê ku xelatê bide, cihê baweriya piraniya kesên akadîmisyen,
şareza, pispor û cemawer be, ku bikaribe komîteyeke hêja di warê wê
xelatê de, pêk bîne, ji bo ku bi karê nirxandina dadwerane, derbarê
berhemên kesên berbijêrkirî rabe, bi awayekî ku karê wê komîteyê, li jêr
çavdêriyê be, da ku gendelkarî tê de nebe. - Divê aliyê ku xelatê
bide, xwedî karîneke teknîkî be, ku wê xelatê bi fermî di ahengeke hêja û
birêkûpêk de, bi beşdarbûna û amadebûna kesên şareza, pispor û akadîmî,
pêşkêşî kesên xelatkirî bike û sedemên hilbijartina wan kesan ji bo wê
xelatê û nerîna giştî, eşkere bike û ragihîne. - Divê aliyê ku xelatê
bide, xwedî karîneke darayî be, ku li kêleka bawernameya rêzlêgitinê û
diyarî û keresteyên din, tibabeke pereyên hêja pêşkêşî wergirê xelatê
bike, ji bo ku bi wê yekê bihayê xelatkirinê bilindtir bibe û ev cor ji
çalakiyan derkeve asteke buha û bilind, bi awayekî ku ne her kes
bikaribe xelatan, li hawîrdora xwe bi tak û bi ko, li rast û li çep,
dabeş bike. - Pêwîstiya xelatkirinê bi terxankirina budceyeke hêja
heye, lewma ji aliyê bexşendeyê xelatê tê xwestin ku ji bo vê armancê,
çavkanî û rêyên guncaw ji bo peydakirina wê budceyê bibîne, da bihayeke
hêja bide xelata xwe û wergirên wê xelatê. Serbarî ku ew pere bihayê
xelatkirinê bilind dikin, wiha jî wê bi wergirê xelatê re alîkar bin, ku
heta demekê ji karê xwe yê dahênê re vala bibe.
Berbijêrê xelatkirinê Berbijêrê
xelatkirinê aliyê duyem e, ji hevsengiya vê çalakiyê, ku nabe
berbijêrkirina wî/ê bi awayekî bersûrber û bê pîvan û bê binemayên
wêjeyî, rexneyî û zanistî be, ango pêwsît e kesê/a ku ji bo xelatkirinê
bê berbijêrkirin, divê xwedî berhemeke hêjayî xelatkirinê be, ew hêjabûn
jî, bi rêya komîteyeke pispor û şareza bi awayekî dadwerane bê
diyarkirin. Di vê çarçoveyê de jî du pirs hene: Gelo ew kesên ku têne
berbijêrkirin, hêjayî xelatkirinê ne? Gelo ew kesên ku divê bi rastî
bêne xelatkirin, têne xelatkirin? Bi van du pirsan pêwîst e berbijêrên
xelatkirinê bêne naskirin, kî ne, çi berhemên wan hene, heta çi radeyê
hêjayî wê xelatkirinê ne?. Ji bo destnîşankirina kesekî ku bibe
berbijêrê wergirtina xelatekê, pêwîst e berhemên wî ji aliyê kesên
bêlayen û pispor ve, bêne nirxandin, ku baweriyê bi şiyan û karîna wî
peyda bike, herwiha komîteya ku wî kesî berbijêr bike, li gorî berhemên
wî, sedemên berbijêrkirina wî eşkere bike.
Corê xelatkirinê Hebûna
xelatan palnereke hanê dide dahêneran, ji bo ku di berhem û çalakiyên
xwe de berdewam bin û berhemdartir bin, herwiha bibin nimûne ji bo kesên
din jî, ku çav li wan bikin. Ji bo ku bihayê astbilin ê xelatkirinê
parastî be, pêwîst e awa û corê xelatkirinê ne hêsan bin, bi şêwazekî ku
her kesek bixwaze yan bê kar be, ji xwe re xelatekê dirust bike, lê
belê divê awayê xelatkirinê bi rêkxistin li ahengeke fermî be, bi
amadebûna kesayetiyên pispor, hevdem bi pêşkêşkirina bernamekê yan
gotûbêjekê yan semînareke kurt, di asteke akadîmî ya blind de, ku li
gorî wê helkeftê be, ango li gorî bejna herdu aliyan be, aliyê ku xelatê
dide û aliyê ku xelatê werdigire. Xelat jî, ne tenê kertonek yan
bawernameyeke rêzlêgirtinê be, lê belê divê bihayê wê yê darayî jî hebe
ji bo ku ne erzan be û piştî van hemû salan ji ezmûneke wiha, êdî divê
ji warê sivkayetiyê derkeve. Di encama xelatkirineke wiha rasteqîne de,
ku ne sext û ne erzan be, derî li ber dahênaneke berfireh û baştir
vedibin. Wiha jî, hemû ew xelatkirinên ku bi radestkirina tibabeke
pereyên hêja bêne encamdan, bihayê xelatê û kesê xelatkirî bilindtir
dikin û alîkariyekê pê re dikin ku berhemên baştir bide, lê bi nebûna
xelatkirina darayî, her kes dikare her kesî xelat bike û her kes dikare
kertonekê pêşkêşî kesên din bike. Xelatkirin herwiha dibe ku bi
binavkirina gorepanekê, kolanekê, parkekê, nanendekê yan dibistanekê be,
li ser navê kesê xelatkirî. Eger xelatkirin bi saxî be, herî baştir e,
lê piştî mirinê, kesê xelatkirî ti sûdê ji wê xelatkirinê nabîne, bi
awayekî ku nabe kesê hêjayî xelatkirinê be bimire piştre bê xelatkirin,
ango hêlehêla piştî mirinê pûç û vala ye û karekî bê sûd û bê hûde ye.
Nimûneyên xelatên biyanî Li
beramber vê rewşa xelatkirinê, li nav civaka Kurdî bi giştî, û li nav
civaka Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, tevî hebûna têbînî, rexne û
kêmasiyan di xelatkirinên Erebî û cîhanê de jî, lê tiştekî ronî ye, ku
çendîn cudabûnên mezin û kûr, di navbera awa û şêwazê xelatkirinên
civaka Kurdî û wan xelatkirinan de, hene. Di vê derbarê de, naskirî ye
ku bêhtir ji 10 xelatên Erebî û cîhanî hene, bi awayekî gelekî birêkûpêk
û gelekî giranbiha, kesên berbijêrkirî xelat dikin. Wiha li ser asta
Erebî û cîhanê, tê dîtin û naskirin ku ji çend deheyan ve, pêşketineke
mezin di warê xelatkirinê de peyda bûye, ji bo ronîkirin û zelalkirina
vê mijarê jî, pêwîstî bi çend mînak û nimûneyan heye. Wiha jî di her
salê de, li ser asta gelek welatan, bi sedan nivîskar ji kêşeya darayî
rizgar dibin û dikevine rewşeke baştir.
Xelata Nobel Ji bo Xelata
Nobel, ku li ser navê (Alfred Nobel 1833-1896) e, Cotmeha her salê,
navên kesên serkeftî têne ragihandin. 10ê Berfanbara her salê jî, ku
bîranîna roja koça dawî ya Nobel e, bi amadebûna malbata şahane ya
Swêdê, li Stokholma paytexta wî welatî, ahengeke mezin ji zana û
wêjevanan re, tê lidarxistin û xelat li ser kesên serkeftî têne
dabeşkirin. Lê Xelata Nobel a aştiyê, li gorî qewîtiya Nobel bi xwe, li
Osloya paytexta Norwêcê tê dan. Sala 1900î yasaya Şah Oskarê Duyem
hate ragihandin, ku derbarê damezrandina Saziya Xelata Nobel bû. Sala
1901ê, yekem car, Xelata Nobel hate dabeşkirin. Mekanîzmaya hilbijartina
kesên serkeftî di wê xelatê de, bi rêya berbijêrkirinên nivîskî, ji
aliyê kesayetî û saziyan ve dibe. Hilbijartin ji destpêka salê ve, ango
berî 10 mehan ji dana xelatê, destpê dike. 6 hezar berbijêr ji bo hemû
warên xelatê, bi awayekî ku ji bo her warekî hezar kandîd bin, nav têne
berbijêrkirin. Ji wê hejmarê tevî, ji bo xelatên her şeş waran, di
navbera 100-250 berbijêrî têne destnîşankirin. Li gorî rêkarên wê
xelatê, pêwîst e endamên komîteyan pêşniyarên xwe derbarê şiyawbûna
kesên ku berbijêr dikin, diyar bikin. Heta niha nêzîkî 960 xelatên Nobel
hatine radestkirin, ev jî nîşanê bi wê yekê dide, ku alîkarî bi çend
kesan re hatiye kirin. Xelata Nobel ji (Deplomata Nobel, medalyaya zêrîn
û birreke pereyan) pêk tê. Sala 2020an jî, ew pere bi nêzîkî 10 milyon
kronên Swêdî hatibû destnîşankirin, ku dike derdora yek milyon dolarê
Amerîkî.
Xelat Booker a Wêjeyî Xelata Booker a Cîhanî, ji bo
romana Ingilîzî, sala 1968an destpê kir. Yekemîn xelata wê, sala 1969an
hate dan. Armanc jê handan û piştgiriya çand û rewşenbîriya bi Zimanê
Ingilîzî bû. Bihayê wê yê darayî 50 hezar poundên Sterlînî ye, ku dike
derdora (67,000 dolarên Amerîkî).
Xelata Dublin a Irelandî Bi
serperiştiya Encûmena Bajarê Dublin, li Irelandê. Ji bo wergerê ye. Sala
1994an hate damezrandin. Sala 1996an yekem xelat hate dan. Bihayê wê
100 hezar euro ye, ku dike (75,000 euro) digihêjin nivîskar. (25,000
euro digihêjin wergêr). Bookera Erebî (Xelata Cîhanî ya Romana Erebî) Ji
2007an ve, li Ebû Dabî, li welatê Îmarat destpê kir. Xelateke salane
ye, ji bo baştirîn romana Erebî. Navenda Ebû Dabî ya Zimanê Erebî li
Îmarata Erebî ya Yekbûyî serperiştiya wê xelatê dike, lê piştgiriya wê
ji aliyê Saziya Xelata Booker li Londonê tê kirin. Lîsteya dawî ya kurt a
berbijêrên wê xelatê ji 6 romanan pêk tê. Bihayê wê 50 hezar dolarên
Amerîkî ye, ji bo romana yekem. 10 hezar dolar digihêje her yekê ji wan 6
romanên lîsteya kurt. Berhemên serkeftî jî, têne wergerandin bo zimanên
din. Komîteya nirxandinê ji 5 kesên pispor û rexnevan û romanivîs û
akadîmisyenî pêk tê, ku li ser asta cîhanê û welatên Erebî têne
diyarkirin.
Xelata Katara ya Romana Erebî Xelateke salane ye, sala
2014an, ji aliyê Saziya Giştî ya Taxa Rewşenbîrî – Katara ve, hate
ragihandin, ew bi xwe jî serperiştiya wê dike. Navenda wê li Qeterê ye.
Berhemên serkeftî werdigerîne zimanên Ingilîzî, Fransî û Spanî. Bihayê
wê yê darayî 60 hezar dolar e, ji bo romanên weşandî, û 30 hezar dolar
e, ji bo romanên neweşandî, û 15 hezar dolar e, ji bo lêkolînên li ser
romanê, 10 hrezar dolar e ji bo romanên ciwanan. Tevaya xelatên 5
berhemên weşandî yên serkeftî 300 hezar dolarên Amerîkî ye. Tevaya
xelatên 5 berhemên serkeftîn yên neweşandî 150 hezar dolarên Amerîkî ye.
Tevaya bihayê darayî yê hemû beşên wê xelatê, 750 hezar dolar e.
Xelata Şêx Zayid ji bo Pirtûkê 2007an
li Ebû Dabî, li Îmrata Erebî hate damezrandin. Desteya Ebû Dabî ya Çand
û Kultûrê serperiştiya wê dike. Bihayê wê yê giştî 7 milyon dirhem e,
ango 1 milyon û 905 hezar û 799 dolar e. Ji bo her warekî ji xelatê,
bihayê 750 hezar dirhemî (204 hezar û 192 dolar) û medalyayeke zêrîn, û
bawernameyeke rêzlêgirtinê ye. Yek milyon dirhem (272 hezar û 257 dolar)
ji bo kesayetiya salê.
Xelata Şarîqa ji bo Dahênana Erebî Li
Îmarata Erebî ya Yekbûyî ye. Bi serperiştiya Saziya Rewşenbîrî û
Ragihandinê li Şarîqa-li Îmarata Erebî ya Yekbûyî. Sala 1996an yekem car
hate dan. Di 6 waran de, ji bo 3 serkeftiyan di her warekî de,
(Kurteçîrok, roman, helbest, wêjeya zarokan, şano û rexne). Bihayê giştî
yê xelatê 13 hezar dolar e. 6 hezar dolar ji bo serkeftiyê yekem, 4
hezar dolar ji bo serkeftiyê duyem, 3 hezar dolar ji bo serkeftiyê
sêyem, ligel çapkirina berheman jî.
Nimûneyên xelatên Kurdî Li
Rojavayê Kurdistanê bêhtir ji 20 xelatên salane hene, ev jî tê wê wateyê
ku guhdaneke mezin bi xelatkirinê heye, lê gelo ew guhdan li gorî
pêwîst e û ew xelatkirin bi awayekî baş birêve diçin? Bersiv, na, ji ber
ku piraniya wan xelatan tenê ketroneke yan wêneyeke pirwazkirî ye, bi
piranî bêyî ku bihayekî darayî jê re hebe, herwiha bêyî ku ahengeke
fermî, hêja û li gorî bihayê xelatkirinê û kesê xelatkirî be, tevî ku
hewline biçûk dibin ji bo ku asta xelatkirinê bilindtir bibe, lê hêj ew
hewl lawaz û kêm in. Ji wan xelatan jî:
Xelata Osman Sebrî 09/01/1998,
li Şama paytexta Sûriyê, pêşniyara damezrandina xelatekê bi navê
(Xelata Osman Sebrî) hate kirin. Ev xelat her sê salan carekê ji bo
kesekî biyanî (ne Kurd) tê pêşkêşkirin, bi mercê ku xizmet û xebatên
hêja û girîng ji bo gelê Kurd, di warê ziman, wêje, dîrok, huner,
şaristanî, polîtîk yan mirovatiyê de kiribin. Ev xelata perçeyek zêr e,
wêneya Osman Sebrî û diruşma (Xelata Osman Sebrî ji bo Dostaniya Gelan)
li ser e. 21/07/2000 yekem Xelata Osman Sebrî li bajarê Enqereyê ji bo
Dr. Ismaîl Beşikçî hate pêşkêşkirin. 2004 duyem xelat pêşkêşî Danyal
Miteran bû. 2009an sêyem xelat pêşkêşî Muznir Elfedil bû.
Xelata Cegerxwîn 19/12/2002 yekemîn Xelata Cegerxwin gihişte Seydayê Keleş û heta niha berdewam e. Xelata Festîvala Kurteçîroka Kurdî Ji
sala 2014an ve, 6ê Hezîranê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyê, Festîvala
Kurteçîroka Kurdî her sal heftiyekê, li bajarê Qamişlo lidar dixe û
xelatekê dide baştirîn çîrok. Komîta nirxandinê ji pênc nivîskaran pêk
dihat. Her nivîskarek beşdarî di festîvalê de bike rêznameyekê
werdigire. Piştî ku Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriyayê (Y.N.K.S) kete bin
siya Rêveberiya Xweser, xelatên darayî jî hatin dan, weke mînak:
01/7-5/7/2021an di heftemîn festîvala kurteçîroka Kurdî de, xelata
yekemîn gihişte çîroknivîs Merwan Berekat, bihayê wê jî (1 milyon û 500
hezar lîreyên Sûrî bû) ango kêmtir ji 600 dolarên Amerîkî. Xelata
duyemîn, bihayê xelata duyem jî (1 milyon lîreyên Sûrî) bû, ango kêmtir
ji 400 dolarên Ameîrkî, lê bihayê xelata siyem (500 hezar lîreyên Sûrî)
bû, ango kêmtir ji 200 dolarên Amerîkî.
Xelata ARTA ya Dan û Dahênanê Ji
aliyê Saziya ARTA ya Ragihandin û Geşepêdanê ve tê pêşkêşkirin. Salên
2016-2017-2018 mertalê xelatkirinê û 500,000 lîreyên Sûrî, pêşkêşî
hejamrekê ji hunermend û kesan hate kirin.
Xelatên Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Her
xelateke HRRKê, 1,000 dolarî pêşkêş dike. Eger 2 kes bin, ew xelat bi
nêvî tê dabeşkirin. Ew jî bi alîkariya Enistîtuya Kurdî li Brukselê ye.
Hejmarek
ji xelatên din jî hene, ji wan: Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriyayê,
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê (YNRKS),
Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava, xelatên wan bê bihayê darayî ne. Herwiha
Xelata Ehmedê Xanî, Xelata Mişel Temo, Xelata Mele Ehmedê Palo, Xelata
Tîrêj, Xelata Ronî ya Jinên Kurd li Qamişlo, Xelata Tevgera Xwendekarên
Kurd li Zanîngeha Hesekê, Xelata Festîvala Helbesta Kurdî, Xelata
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, Xelata Navenda Soparto ya
Lêkolînên Zanistî, Xelata Pêşengeha Pirtûkan ya Rojava, Xelata
Şanogeriyê, Xelata Şawîşka, Xelata Festîvala Helbesta Kurdî. Ew xelat
hemû, ku bêhtir ji 20 xelatan in, bi bê bihayê darayî ne.
Encam Pêwîst
e xelatkirin bi xwe, encama nirxandineke dadwerane be, lê tiştê ku li
gorepana xelatkirinê ya Rojavayê Kurdistanê, li welat û diyasporayê tê
dîtin, ew e ku gelek kesên ku yên din hildibijêrin ji bo xelatkirinê ne
şiyawî wî karî ne, yan kesên hilbijartî bi xwe ne şiyawî xelatkirinê ne,
yan jî xelat bi xwe tiştekî bêkêr û erzan e, yan jî kesê ku xelat bi
navê wî tê kirin, ne di wê astê de ye ku xelatek bi navê wî bê kirin.
Pêwîstiya proseya xelatkirinê bi destpêşxeriyên cidî û xurt heye, ku
kesên hêja neyên piştguhxistin û bi awayekî ku li gorî çend xalên jêrîn
bê pêkanîn: Yekem: Sazî û dezgehên fermî û desthilatdar, yan
rêxistinên çalak û xwedî karînên mezin, proseya xelatkirinê li xwe
bigirin û bi awayekî şaristanî yê pêşketî bi erkên peydakirina pêdiviyên
cîbicîkirin û biserîkirina xelatkirinê rabin, ku girîngî û bihayê wê û
wergirê wê li ber çavan bê girtin û xelatkirin ji erzanbûnê têkeve
asteke bilind ji buhabûna moralî, hunerî, derûnî û darayî. Duyem:
Aliyê bexşendeyê xelatê, li gorî her warekî, komîteyekê ji kesên şareza û
pispor pêk bîn, bi awayekî ku ew komîte jî li jêr çavdêriyeke guncaw
be, ji bo tûşî gendelkariyê di berbijêrkirin û xelatkirinê de nebe û bi
yeksanî û dadwerane karê xwe bike. Sêyem: Aliyê bexşendeyê xelatê bi
erkê dabînkirina hemû alîkarî û pêdiviyên hunerî, teknîkî, lojestîkî û
darayî rabin, di nav de jî destnîşankirina tibaba pereyên ku wê
bigihêjine kesên ku wê bêne xelatkirin, bi awayekî ku ew pere sûdeke baş
bigihîne kesê xelatkirî, weke nimûneyên ku li nav gel û miletên din
hene. Çarem: Xelatkirin di çarçoveya ahengeke fermî baş, birêkûpêk û bi amadebûna kesên pispor û aliyên pêwendîdar, bê encamdan. -.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-.-
|