Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Lawê min ez nabînim, lê tuyê bibînî

 


Ibrehîm Þitlo

Þeþ Sedsal borîn, ku em bindestin.
Ji wê demê de, paþa, beg, Þêx û serek eþîran geh li vir, geh li wir serî li dijî Zordariya Kolîdar hildan, lê her þikestin û wêrankirin para Millet û Warê Kurdan bû.
Gelek Milletên din jî li Herêmê ketibûn bindestê Osamaniyan û Eceman. Piraniya wan kanîbûn wirde wirde xwe ji koletiyê rizgar kin.
Lê ji wan Milletan em tenê man bindest, Perçebûna welatê me bi derbasbûna 600 Sal bi vî awayî  ji dewletên Cihanê re bû rewþeke normal.


Ji gelek Hukûmetan re Serhildana me dibe karekî nehênî û em car din bi kuþtin, hilweþandina Gund û Bajarên Kurdistanê sucdar têne nîþan kirin.
Berêz Engela Merkel li Almanya dibêje:
 Azadiya Kurdistanê wê bibe sedema têkçûna Aþîtiyê li Herêmê.
 Gelek Berpirsyarên Dewletên Cihanê jî gotina Berêz Merkel dubare dikin.
Gelo ka çi bi serê me hatiye ta ku qedera Milletê Kurd her bibe û bimîne Bindestî, Koletî û Malwêranî?
Bê Gûman Kolîdar zordare,Bercewendiyê Dewletên Ewrupa jî li gel wî kesî  ku xwe li meydanê cih bi cih kiriye û polîtîka Rojhilata navîn li gor sazê xwe digerîne.
Ma çi ji Ewrupa re an ji Rûsya û Amerîka re heye eger Kurd rizgar bin û Welatê wan azad be?
Em piþtgêriyê bi navê qanûna Mafê Milletan ji wan dixwazin, lê gavê ew li xebata me mêze dikin, perçebûna me tê ber çavên wan, dijîtîya Êl, Eþîr, Paþa, Beg, Axa, Þêx û Partiyên Kurdan cur be cur li hemû Alî û perçên Kurdistanê dibînin.
Dibînin ku çiqas Milletê Kurd tê pelçiqandin û tê kuþtin, lê ji ber sedema Birakujî,nerêziya û Ezeziya Rêberên me Bê hêvî dibin û piþta alîkariyê li  me al dikin.
Di demekî de, Libnan Swîsre ya rojhilata navîn bû û paytexta wê Bêrût jî parîs bû. Sentera Azadîxwaz û serbestiya polîtîvanan bû.
Me jî, Kurd berê xwe dida Bêrûtê, li wir bi serbestiyek mezin Derd û Armanca xwe li gel Polîtikvana,Rojnamevan û gelek Kesayetî yên berz digotin û belav dikirin.
Carekê, pênc Polîtikvanên Kurd ji her çar perçên Kurdistanê li Bêrûtê  rastî hevhatin û bi wê derfetê gelek li hev diciviyan û her yekî Bîr û baweriya xwe li ser xebata rizgarkirina welat bi dil û can ji hevalên civatê re digotin.
Li dawî, ramanê  û armanca wan jî weke hev bû.
Li ser wê yek Reman û yek Armanc biryar dan ku Eniya Xebata rizgarkirina her çar perçên Kurdistanê pêkbînin.
Lê ji bona serkeftin û xurt bûna Eniya rizgarkirina her çar Perçan, hinek merc û þert þîrove kirin. Yek ji wan Þertên bingehîn ku hemû giring dîtin jî ev bû:
Divabû ku hemî berî ku yek ji wan xebatek an gavek Stratîcî bike,  pêwîste ku bi hev re li ser rêk û pêka stratîcîk bi peyivin û hemû pê qayîl bin.
Çênabe ku yek an hinek ji wan bêyê hemû hevalan gaveka an karekî an xebatek stratîcîk li gel Berpirsyarên dewletên Dagirker bikar bîne.
Wilo jî hemiyan biryar dan ku Qedexeye  yek li gel Hukûmetên Kurdistan bindest kirine  pêwendiyek an peymanek Stratîcî bike.
Lê ji bona hinek bercwendiyên kurtdemî qayîlbûn ku car carna li gora pêwîstiya kurtdemî karê tektîkî li gel Hukûmetên Dagirker bi kar bînin, lê tucarî nabe ew Têkelîyê Tektikî bibe kar û peymanên stratîcîk.
Wilo jî hemû Beþdaran bi Biryara damezirandina Eniya Stratîcîk yê her çar perçan dilþad bûn, lê ji niþkeve, Hevalekî Amadevan ji Çiyayê Kurd – Rojava- got:
Gelî Hevalan, berî ku em Damezirandina Eniya Stratîcîk yê Kurdistanê li hev pîroz dikin, ez bi hêvîme hûn destûra min bidin ku ez pirsekê bikim.
Hemû Amadevan jê re erê kirin û gotin fermo:
Pirs:Berêz(K.B- Kurdistana Bakur) tu ji ku hatî Bêrûtê?
Bersiv: Ez ji Þamê hatim vir.
Pirs: Berêz(Dr.E.Q – Kurdistana Rojhilat) tu ji ku û çawa hatî Bêrûtê?
Bersiv: Ez bi Balafirê ji Bexda hatim Bêrûtê.
Pirs: Berêz(C.T- Kurdistana baþûr) tu ji ku hatî Bêrûtê?
Bersiv: Ez bi Balafirê ji Tehranê hatim vir.
Xwedî yê Pirsan bi dawiya bersivan got:
Em,- tiliya xwe dirêjî Hevalê xwe kir û ser sîngê xwe jî û got:
Em tenê raste rast ji Mala xwe hatin bêrûtê.
Gelî Kurdan,
Dirêjayî ya deh Salan, Qehremanê Têkoþer Dr. Nurî Dêrsimî car carna min dixwest ku ez dilê wî xweþ kim û min jê re digot:
Apo, emê Kurdistana Azad bi hev re pîrozkin.
Lê Apê Bîrwer, bi rûkî geþ û dengekî Zelal ber kenî dibû bersiva min dida û digot:
Lawê min ez nabînim, lê tê bibînî!.
Piþtî çel û heyþt salan ez Îro ji xwe dipirsim:
 gelo, ezê îro çi Bersivê ji Nevîyê xwe re bêjim?
Lawê min, ez nabînim, lê tê bibînî!?
24 November 2021


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark