Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Pilana di navbera Rûsiya û Tirkê de

 


Dr. Mehmûd Ebbas
 
Di ser ku piraniya cavnehêrê siyasî gotin ku ti lihevkirin çênebûna, di navbere Rûsiya û Tirkê de, û wilo jî di navbere Amerîka û Rûsiya de, li ser herma Kurdî û pêşeroja Rêveberiya xweser. Lê di va rojên dawî de, tê xwiyanîkirin, ku yan lihevkirinin çêbûna, yan ji çêdibin.
  Xwekişandina laşkerê Tirk, û paşxistina êrîşa wê, li gor ku midiya li ser di axivê, ne dûra, li ser projena li hev hatibin.
  Roj bi roj hêza Rêcîmê dikevê cugrafiya Rêveberiya xweser de, û daxwaziyên Rûsî ji rêveberiyê girantir û hişktir dibin, yek ji daxwazên wê, HSD gereka xwe ji hin deveran vekşênê, de ku leşkerê Rêcimê bikevê deûsa wan de.


 Gihaya wê astê, Rûsiya berî di roja ji Rêveberê xwest rê bide hêza Rêcîmê da bikevê herma Menbecê de, yan ji wê çarçovê bombebarankê!
 Heya çi warî ev zirtên han rastin! wê bêna xwiyanî kirin di rojê nêzîk de.
 Hemberî vê daxwazê pasporê Amerîkî bê deng dimênên, ji ber wilo pirs derdikevin.
1- Gelo Amerika sozin dana Ardogan di civîna dawîde?
2- Yan jî lihevhatineka leşkerî di navbere Amerîka û Rûsiya de çêdibê?
3- Gelo Amerika dixwazê ji Rojava ê Kurdistanê derkevê?
4- Gelo dixwazê sucekî ji xwere peydekê? da hindirwê Amerika, û bi teybet partiya Komar dijî Koçka Sipî (rêvebiriya Co Bayidin) nerabin, û wek problêma Ivganistanê dûbara nebê, ya ku hişt polê Dimoqrata di nav milet de dakevê.
5- Gelo ji ber wilo pasporê Amerikî Rêveberiya xweser tehfdidin de dexweziya gift û goyê ji Rêcima Ased bikê?
Yan leyistikeka Siyasî li dûv heya? Di nav de, belkî, destpêka lihevhatineke leşkerî bê; di navbere Amerika û Rûsiya de, li ser pirsgrêka Sûrî, û wê bibê destpêkirina gift û goyên siyasî. Wek hatiya xwiyakirin ku (Berpirsê Rojhilata Navîn li Encûmena Asayişa Neteweyî ya Amerîka Brett McGurk û Nûnerê Serokê Rûsyayê Sergey Vershinin li Cinêvê bi civin, di civînê de dê çend mijarên girêdayî rewşa Sûriyê gotûbêj bikin).
 Problêma Rêveberiya xweser ya herî hesaniya bê ser rastkirin di ware siyasî de, ji ber ku problêmên Rêkberê (Sazên Musilman ên kevneperest) wê neyên ser rastkirin bi riyên siyasî, şer riya yekamîne di pêşeroja wan da. Û ev caraserî tê rawistandin ji ber metrsiya koçbara, yên ku wê ji heremên wan (Idlib) berê xwe bidin Tirkiyê, û ev yek ji problêmên herî giranin li ser pişta partiya Ardogan, û wilo jî ji Orupe re.
Amerika (Riverberya Bayidin) Xweş di zanê ku Rêveberiya xweser bighê pêwendîna bi Rêcîmê re yan ji bi Rûsiya re, wê bibê dest pêka derketina wêna ji Sûrî.
Û wilo jî destpêka lawazkirina Rêveberiya xwesre, yan ji serdariya wê bimênê di çarcovene teng de.
 Di hemberê vê zelalê de, em dûr nabînin, ku Amerika û Rûsiya wê li hev bikin ji bo mana wê di Rojhilatî çemê Furatê de, ji bonî milisê Iranî xûrtir nebin di hermê de, û metrsiyê zêdetir nekin li ser parastine Israyêl.
 Li ser dexwiyanên midiya dawî, mirov dizanê ku di sikakên diplomasî tarî de, hin lihevkirin bûne, di navbere Rûsiya û Tirkê de:
1- Lê Amerîka wê bihêlê wek wan guhertinên ku (belkî)li Menbêjê yan Til Rifaatê bêna kirin, li Rojhilatî Fûratê çêbibin?
2- Wê Amerika bihêlê li Rojhilatî Fûratê hêzên Rêcîmê û pêra Milîsê Iranî bibna ên sereka, û hêzên HSD ên têna naskirin wek peşek ji leşkerê hevpeymanya navdeuletî, derkevin û bêna windakirin yan bê semiyan bimênin?
 Heya vê demê, hemî axivtin û daxwiyanên ku derketina ji berpirsiyarên Amerikî, dijî projiya Rûsî û Rêcimê na, û nayê xweyakirin ku payimanin wilo di navbere Amerika û Tirkê de çêbûna yan wê çêbibin, yan li ser hatibin gift û go kirin.
Pirsên herî giran, di vê çarçovê de, ên ku Rêveberya xweser gereka li ser bisekinin:
1- Wê Rêveberiya xweser karibê, bi tena xwe, Rûsiya qayêl bike, de Rêcîm bikevê gift û goyan de bi wan re, û wek ku herkes dizanê iro yek ji sisiya ji cigrafiya Sûrî di destê HSD ê de ya, lê beşekî pir mezin ji tevgera Kurdî li derve ye?
2- Rêvebariya xweser wê pirsgrêka miletê Kurd bike yek ji mijarên herî giring, Di navber xwe û Rêcimê de? Û ev (problêma Kurd ya natewî) ji Amerikara pêşkêş tire ji avakirna hermke Sotsiyalist navduletî.
3- Amerika û Rûsiya, û berpirsyarkî ji Netewên Yekbûyî wê bibin wek çavnehêran li ser civînên wan? Ji ber ku wek em dizanin Partiya Baas û herdû Rêcimên Esed her tim dijî miletê Kurd û pirsgrêka wan natewî bûn.
4- Amerika wê heul bidê ku hêza kurdî dî amade bibê di gift û goyan de?
5- Tirkiya wê bihêlê gift û go çêbibn di vavbera Rêveberiya xwesr û Rêcîmê de?
6- Tevgere Kurdî wê bikaribê şandekê bi navê miletê Kurd damezrênê, hembrî pilanê Tirkê û Rûsê û berdestikên wan? Di dema ku dawiya pirsgrêka miletê Kurd li Surî tê plan kirin di navbere deûlatê kiring de, bihtir li gor daxwziya dagirkarên Kurd, bi teybet dema ku tevgera Kurdî di nakokên navxweyî de winda dibê.
 
Dr. Mehmûd Ebbas
 Amerîka
mamokurda@gmail.com
8/11/2021

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.2
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark