Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hilbijartin bi dawî bû, çi ji mere heye ?

 


Ibrehîm Þitlo

Belê, Hibijartin li Elmanya bi dawî bû,
ka me çi jêye?
Encamên hilbijartina Parlamentoya Federal li Almanya diyar bûn.
û çi ji mere heye?
Weke min di Banga xwe de beriya Hilbijartinê sê caran gotibû ku divê em hêjabûna Dengê xwe ji bîra nekin û her yek ji me rojê Dengdanê biçe ser sandoqê û denge xwe bide partî û kesên aþîtî xwaz, piþtgêriya mafê mirovan dikin û NE tenê þopa Bercewendiyên AborÎ û StrantÎcÎk bikin.


Dil þaye, tevî ku serkeftina Partiyê Aþîtîxwaz ne weke dil dixwest hat, lê ev gaveke baþe û ez hêvîdarim ku Partiya KESKAN( die Grünen) li Bîr û Baweriya xwe xwedî bimîne û bêje :
ji Îro pêde polîtîka Hukumeta Elman yê derve wê ne serberdayî be, wê kontrolek li ser hebe, ew jî wê bihêle ku Kolîdarln Milletê Kurd û yên hemû Cihanê jî ne weke ta Îro vê Hevsar bimînin!.
Tevî ku hêza Lobî yê Neyarên Kurdan di nav partiya sosyelîstê Demoqrat(SPD)  de xurte, lê çiqas be wê Polîtîka Hukumetek Elman nuh bi rêberiya Keskan û sosiyel demqrat wê ne weke Hukumeta xanim Mêrkil di warê polîtîka derve de serberdayî be.
Lê, divê em bizanibin ku Hukumeta Almanya ya nuh were di destê kê debe wê xebata bi cih anîna bercewendiyên Welatê xwe li gora programa xwe û li gora dem û mercên Navdewletî cih bi cih bînin.
Divê xew nekeve Çavên Kurdan û li bende nemînin ku Partiyek Elman weke Partiyê Keskan( die Grünen) jî wilo ji ber Kurdan ve dijminatiya Kolîdaran bike.
Pir, hindik wê li gora demê Goft û go li ser Mafê Kurdan û parastina Ziman û Kultûra Milletê Kurd bikin, li ser Girtiyan di Zindanên Tirkiyê û Îranê bi axêvin, lê îro li Cihanê diyare ku her tiþtek bûye Bazarê Dayîn û sitandina Bercewendiyan û ramanên mirovatî,demoqratî û Mafê Milletan car carna ji wan Bercewendiyan re dibin gorî û qurban.
Divê Rewþenbîr,xwendevan, Polîtîkvan, Rojnamevan û Hunermend her li Pirsgirêka xwe bibin xwedî û bi Hiþ,Guh û Çavên xwe hilsa bin.
Divê em li gora demê bin,her gav þiyar bin,Lobî pêkbînin,bêjin û bi zimanê Almanî kar û xebata xwe bikin ku Pirsgirêka xwe herdem BI Bîra wan bÎnin bi wan bidin zanîn û baweriya wan bi mafê Milletê Kurd bînin.
Dost ji mere pêwîstin, dijminên me gelekin.
Þiyarbûna netewî li penaberiyê çeka parastina Kesayetîya meye,Namûsa meye, Jiyaneka bi rûmet bê Nasname ne jiyane.
Dema em bûn Kurd û me Kesayetiya xwe weke Kurd biparêzin,bi Almanan da nasîn ewê jî Nasnama me bi Qedr û Girabuha bigrin.
Dema em Zarokên xwe rêkin dersên bi Kurdî,dema em xwedî li Dîrok,Kultûr û Kesayetiya xwe derkevin, wê Demê Civata Alman wê bi rêz û bi çav bilindî li Pirsgirêka me temaþeke.
Eger em destê xwe bidin hev û li Mafên xwe xwedî derkevin, Berpirsiyarên Alman jî wê piþtgêriya me bikin.
Îca, çareser kirina Pirsgirêka me ji mede dest pêdike, divê em weke yek Hêz bin, da Karbidestên Alman jî me weke Hêzekî beþdar bibînin.
Para me di Mercên Hilbijartina Parlemanê Almanê Feferal wê hebe eger em li Almanya weke Civatek Kurd yek dest, bi yek deng,yek raman xwe nêzîkî hevbin û xwe wilo jî bidin nîþan.
Li Dawî gotinek xweþ Buhara Dile:
Ez Kesên Kurd ku di hilbijartinê de serkeftine pîroz dikim û dibêjim wan:
Her bi sebilindî û pêþketin bijîn.
27.09.2021
 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark