Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Payîzê! Em li Hêviya Payîzxêra te ne

 



Konê Reþ

Payîzê! Di van rojên te de
Beriya Mêrdînê,
Di nav toz, ecac û tirabêlkê de xuya dike..
Deþta Hesinan,
Bi keriyên koçerên Mîran hatiye dagirtin..


Ebe û þalikên xelkên Deþta Xelef Axa,
Li ber ba dilîzin û li hev digerin..
Û her roj, em di govenda þehîdekî,
Du þehîdan de dîlanê digerînin..
Erê Payîzê, em li hêviya te ne ku tu,
Payîzxêrê bi ser me de bibarîne..!
Min digot; tu nîvbihareke,
Di rojên te de, wê payîzxêr bibare..
Wê koçer ji zozanan berê xwe bidin gerimyanan..
Wê qaz û quling li warê xwe vegerin û
Welatiyên bê cih û war, bi war bibin..
Min nizanîbû ku wê,
Kerwanê miþextî û zîvariyên welatê min
Roj bi roj pirtir bibin,
Evîndar, bê yar bimînin û
Virok û keysebaz bi yar bibin..
Erê, ji min werê tu Payîzxêreke..
Ha ho payîzê, va tu cardî hat!
Hêjî hejmara jin û keçan
Di kolanên bajarê min de
Zêdetir dibin..
Dêmê biyaniyan ji yê beyaniyan
Pirtir dibin..
Destê evîndar û yaran, bêtir ji hev qut dibin..
Toz û ecacokên te yên xapînok gurtir dibin..
Û Çavên me li hêviya payîzxêra te,
Qerimîn, qerimîn..
Belê Payîzê!
Em li hêviya payîzxêra te ne..
Baranê bi ser me de bibarîne.


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark