Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Yara min û Hêvê !

 



Ebdilmecît Þêxo

Tu û Hêvê hevalcêwî ne
Çiqas ez li we  herduyan
Dinêrim
Yara min!
Tu bi tenha xwe
Êþên min
Di agirdana dilê min de   
Diþewitînî


Xûnava kenînên te
Dilê min vedijîne
 Awirên çavên te
 Nesrînên çelmisî di çavên min de
Av didin
Lêvên gulgulî di henarokên
Min de diçînî
Hêvê !
Lê tu carna melul  î
Herdem tu lal  î
Ne dikenî

Tu maçekê jî nadî min
Û ne helbestên Mileyê Cizîrî jî
Ji min re dixwînî
Yarê !  
Lê awazên kenînên te yên narîn  
Pêlên hestên min  
Serxwaþ dikin
Tu û Hêvê hevalcêwî ne
Lê te dilê min xistiye çiqina
Dilê xwe                                                   
Bi ronahiyên çavên te
Bi stêrên çavên  te
Þitlên darên Zêtunê
Di çavên min de sernûve
Zîl didin
Û biliiiiiind dibin.
Hêvê !
Li min bibhure !
Ez neþêm te û Yara xwe
Tayî hev bikim
Xwîþka te
Min di dergûþa lêvên xwe de
Dike xewê
Ewa di hembêza min de
Dibe þepalek þeng

Li ber awaza dilê min
Semayê dike
 Straneke xwe ji min re
Dike balîv
 Çîrokeke xwe ji min re
Dike nivîn
 Lê xwedêkê tu li wî ezmanî
 Çi dikî ???
Baweþînên bêhngulî
Ji nav pêlkên Yara min
Di sibehan de min ji xewê
Þiyar dikin
Hemû xewnên reþ
Li sêdarê dixînin
Lê ez jî xûrîniya xwe
Bi ramûsaneke dirêêêj diþkînim
Hêvê!
Tu û Yara min tayî hev nabin!
Herdem ewa þepalek þeng e
Di hembêza min de
Semayê dike
Lê tu çi dikî Hêvê ?

Yara min di bin sersiya
Dara Zêtunê de
Li ber gornên pakrewanan
Peyvên min li teþiya welatê xwe dixe
Devên birînên dayikan
Bi  maçkirinên xwe derman dike
Lê tu çi dikî?
Ez bi dûþava lêvên Yara xwe
Janên  bajarê xwe derman dikim
Gulan di  nav pîsîrên
Jinebiyan de diçînim
Bi evîna Yara xwe av didim
Lê tu çi dikî?
Ez peyvên xavî didim Yarê
Ewa ji min re
Ji xûnava porê  xwe
Helbestekê diyarî welatê
Mem û Zînê dike
Were ! Were !
Ji ezmên were
Cem hevalcêwiya xwe
Û herdu dilan li hev  
Pîroz bike !   
   Efrîn,2021

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark