Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Xeyalên serjêkirî.

 


M. Emîn Sadûn

Xeyal rê nadin hev û di ser hev de hildigurin. Yek rê nade ya dî, çep û rast dikevin, hin ji lez dihiltepilin û bi dev ve diçin erdê û nasekinin, û ji kaniya serî direvin û dûr dikevin, bi çargavî bazdidin, berê xwe didin rê û rêbaran nizanin wê bi kûdê ve herin.
Her yek berî ya dî xwe derdixe, baskên xwe lihev didin û bi lez difirin... havî dibin  û natebitin, bê hêvî dibin û li wardozan venagerin, yên vedgerin jî çeng þikestî û serî jêkirî di di nav xwînê de digevizin.


Xeyalên bizdînok di malzaroka tirsînok de razayîn divecniqin.
Xeyal ji serkaniyê derdibin û  dizin, û bi lez û bez dipekin û belav dibin...dikevin rêl û newalan, kes nizane bi kûdê ve diherikin. Tenê bi ref û keriyan derdikevin û diteriqin.
Xeyalên gêj û sersam wek kêzik û mûriyan di pesarên çiyayê xeman de hildiperikin.
Hin ji wan lalin û hin kerin û korin..sipîne, keskin û sor û zerin, xemilandî ne bi bisik, rû guroverin û  bejin bilindin û xweþ esmerin...
Xiyalên þor, tirþ û tûj berî tevan derdikevin û dixindirin û li peyî kerwên di nava zox û xusîtiyê de digevizin.
Xeyal pirin rê nadin hev û wek pelên daran diwerin...li ber bayê peyîzê dikevin û venagerin.
Xeyalên revya yî bi esmana dikevin û di nava stêrikan de dizivirin.
Xeyalên bargiran di deryayan de þil û pil dibin û diqufilin.
Xeyalek rê nade ya dî û her yek dixwaze ya pêþîn siwar be û ji warê xwe here, bikûve, ew bi xwe jî nizanin, lê cih li wan teng bûye û li devereke fereh û aram digerin.
Xiyalin bi tamin û bi bêhnin, lê nava wan kurmî, kawî û zerin...
Xeyalên per þikestî û hêvî qurmiçî di rê de difetisin û yên sax jî mayîn di nav lingan de diperçiqin.
Xeyalên avis û li ber zanê, hin bi rê de zan û hin dî di nava serniþîf û evrazan de beravêtî diketin.
Xeyalin wek perwane û pirpirîkan belav dibin û li çirayekî  digerin, li ber ronahiya wê dawet û dîlanan dikin ta diþewitin.
Xeyalin û xweþ xeyalin, xeyalin xumalî ne û zehif ciwanin, lê ji ber hiþke saliyê bê dost û hevalin.
Erê min xeyal di hiþ û bîran de xwedî kirin û kedî kirin, mezin kirin û ketin ber firandinê, lê dema firîn û hêlîn cih hiþtin bûne nêçîr ji nêçîrvanan re û di nav tepk û dafkên wan de çengokirî û serjêkirî diperpitin.
Xewnên salan û xeyalên nava malan li kolanên biyaniyê dideqisîlin û di bin barê giran de piþt þikestî dixewixin û di ser devê xwe de dikevin û dinixumin, û di bin barê xwe de dilikumin...
Ta vê kêkîkê kesî nezanî kî derê kewara xeyalan vikir û mebesta wî ji wê yekê çibû!!??...
kî vekir, bila vekir be, lê xwezî dîsa min bikariya xeyalên xwe bidim hev û wan li hev bihewînim, û li war û warkozên berê bizivirînim, Kulên xwe di nav wan de bikewînim, û êþên sala û birînên nêmgirtî bixwerînim. Vî temenê mayî bi keriyê xem û xeyalên xwe yên xweþ û nexweþ re biborînim û bînahiya çavan bi wan re biçirînim û perika guh li ber oxîn û nalîna wan  biqetînim.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark