Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Meha Nîsanê û Sala Nû; Çarşemba Sor

 


Konê Reş

  Ji mêj ve, gelê kurd di meha Nîsanê de, bi ahengên kêf û şahiyê pêşwaziya sala nû dikirin û wiha ta roja îro ku, ew pêşwazî bi tenê di nav kurdên Êzidî de maye.. Belê hê jî, ew kurdên ku bi ola xwe Êzidî mane pêşwaziyê vê rojê bi aheng dikin. Ji ber ku piraniya kurdan roja îro bûne misilman, êdî nema wek birayên xwe yên ku Êzidî mane dikin.. Bi tenê yên ku bûne misilman, wê roja sersalê bi navê (Çarşemba Reş), bibîr tînin..
  Sebaretî gotina Nîsanê, di baweriya min de, ev gotin ji gotina (Nûzanê) hatiye girtin, anku meha ku xak têde dizê, ji nû ve şîn dibe û tovê tiştekî, xwe di bin xakê de, veşartî nahêle.. û ji vê mehê, roja çarşembê hatiye bi navkirin ku serê sala nû ye, anku sala nû jê dest pê dike.


  Çarşemba Sor: Ev roj, li gor hesabê Rojhilatê di Çarşamba pêşî an a dudoyan de, ji serê heyva Nîsanê ye. Û ji vê çarşembê re tê gotin û dibêjin (Çarşemba Sor). Di baweriya min de, ji sala 639an û vir de, dema ku misilmantî hatiye Kurdistanê û gelek ji kurdan bûne misilman, çi bi xweşî û çi bi darê zorê, wê misilmantiyê ev cejna sersalê a (Çarşemba Sor) qedexe kiriye û da ku vê cejnê li ber çavê xelkên Kurdistanê reş bike û bi mebest, navê wê guhertiye kiriye (Çarşemba Reş).
  Roja îro, bi tenê ev roj, di nav kurdên Êzidî de li Rojava, bi navê Çarşemba Sor binav kiriye û wek heyamê berê, bi ahengên kêf û şahiyê pêşwaziya wê dikin.. Belê di nav kurdên misilman de, bi navê Çarşemba Reş maye naskirî û bi çavê tirsê ku rojek qidoş û nebaşe lê tê mêzandin..  Belê tevî ku bi navê Çarşemba Reş hatiye naskirin jî, kurdên misilman li Beriya Mêrdînê, ta berî 40-50 salî û li hin deveran heya niha jî, di vê rojê de cil û bergên xwe naşon û nedişûştin û kar nedikirin.. xelkên gundan xwarina xwe bi xwe re dibirin çolê û derdiketin seyranan. Herwiha di wê rojê de jî, xelkê newêrîbû şerê hev bikin an pev biçinin ji tirsa ku rojek qidoş e.. Belê ev adet jî hin bi hin kêm dibe û li ber mirin û talanê ye.
  Bi hatina vê rojê (Çarşemba Sor), serê sala nû, ez gelê me Kurdên Êzidî li her çar kenarên cîhanê pîroz dikim.

14.04.2021

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.85
Bi Tevahî Deng: 7


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark