Ibrehîm Þitlo
Newerûz hat, Newrûz çû, ji Sala 1959 de ez bi Newrûzê zanim, 62 Salin ez û Newrûzê bi hev þa dibin, bang dikin, govend dikin, Agir dadidin, li gel Hevalan sond û Peyman didin ku Newrûza werê emê li Kurdistana azad, li Meydana Çar çira Ala Kurdistanê bilind kin, li Sûrê Amedê Agirê Newûzê hêgin kin, li Hewlêrê bi Helperka þênkin û li Efrînê bi Lîliyan geþ kin.
Li dawiyê ezê bi gotina Lawê qehremanekî,kurdekî Siwêreka Amedê ku Bavê wî ji ber kurdîtiya wî, ji ber zordariya Osmaniyan li Misirê cîwar bûbû berêz Isam Awnî, Cejna Sala nû wilo ji were pîroz kim:
„ ev hezar sale, ku em Bang dikin Kurdistan, qêrîn dikin Kurdistan,
hawar dikin Kurdistan, Îro jî em hîn mane,Milltê Kurd her
heye, Heftê Milyone wê her bimîne û emê her bikin hawar, emê her gazî
kin Kurdistan, emê bangkin sal bi sal bela hezar sal din jî derbas be
emê dîsa bangkin: Kurdistan û emê her bibînin azadiya Kurdistan.
Bi vê Baweriyê Cejna hemû Kurdistaniyan pîroz be.
Ibrehîm Þitlo
Kurdish&Islamic Studies
Almanya,20 Avdara 2021an