Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Newroz, mîrata çandî ya warê mem û zînê

 


Serbest Urmiye

Newroz, mîrateke bi cih mayî  û semboleke neteweyî ya dîroka gelê me ye ku hertim weke bingeha çandî û semboleke yekîtiya neteweyî jê hatiye mêzekirin û serbarê sedan salan hewlên dagîrkeran di qada tunekirin û bişvatina neteweyî de, hêj  agirê newrozê  di dilê gelê Kurd de geş e. Terz  û tîtalên geşkirina agirê newrozê û pîrozkirina sere sala nû, weke beşek ji çanda neteweyî tê mêzekirin. Çimku di nava gelê me de  Newrozê bingeha hebûn û şûnasa neteweyî tê  hesibandin û   beşek ji şûnasa neteweyî li gor vê tê pênasekirin.


Ji bo ku Newroz weke mîrateke çandî ya neteweyî were naskirin, hewce ye ku li gor penase û siroveyên zanistî  yên li dor çand yan kultûrê, were berhevdan û di ve derheqê de hewil hatiye dan ku bi kutrî bikeve ber raya xwendevanên hêja.  
Di derheq pênasekirina çandê di qada zanistî de şiroveyên cuda hene ku her yek bi awayekê çand yan kultûrê bi hebûn û şûnasa mirov re girê deide.“Edward Burnett Tylor” mirovnasê خngilîzî,  çandê ji hevgirtina zanist, ol, yasa, sinc, deb û edetan pênase dike ku meriv ji civaka ku têde dijî  werdigire. Her wiha li gor pênaseya  “William Isaac Thomas” yê Emerîkî jî, çand wate biha û nirxên maddî û civakî yên komelgeheke mirovan.  Di vê derheqê de “Guy Rocher” civaknasê Kanadayî jî li ser vê baweriyê ye ku çand wate komek ji hizir, hest û kiriyarên diyarî kirî ku ji aliyê pirraniya takên komelekê ve hatiye pesendkirin û ji bo ku ew komel di nava komeleyên din de were xuyakirin, hewce ye ku wan rê û terzan weke sembola penaseya xwe bihesibînin.
Li gor şiroveyên han, deb û edet, pîrozî, biha, rê û resmên taybetî yên pîrozkirina newrozê di nava gelê Kurd de û geşkirina agir weke semboleke diyar û hêmayeke neteweyî, gelê Kurd di nawa gelên cîhan û derdorê xwe de weke neteweyek xwedî sembol û taybetmendiyên xwe yên taybetî dide xuyakirin û serbarê vê hindê ku bi salan e hewilên berdewam di qada bişavtina netewyî li Kurdistanê de hatine û hêj tên dayîn, lê   gel bi derwestbûn bi wan biha û hizran, kevnarî û şûnasa  xwe pênase dike.
Di hemû heyamê ku dewletên dagîrkerên oldar, hewil didan ku ji oladariyê weke alaveke bişavtinta neteweyî li dijî gelê Kurd mifahê wergirin, agirê newrozê ji xwe re nîşane girtibûn û weke alaveke  gunehbarkirina mirovê/a oldar, nemaze misilman didan xuyakirin û piropaginde jê re dikirin. Ji derveyî bîr û hizrên oldariyê de jî, neteweyên dagîrker hewil didan û didin ku di rêyên efsane û talisman ve Newrozê derbasî derveyî çarçoveya erdnigariya welatê Kurdan bikin. Bi terzekê ku nifşên paşerojê ji çand û şunasa xwe ya neteweyî havî bikin û di nava çandeke dagîrker de bimehînin.  Ji bo mînak pareke zaf ji  dîroknasên Kurd, ” Firdewsî” nivîskar û helbestvanê Fars ziman  tometbar dikin ku bi nivîsandina pertûka “Şahname”ya  Farsî,  hewla alozkirin û ser û bin kirina dîroka Newrozê di pêxema tunekirina neteweyî dide. Li gor baweriya dîroknasan ” Firdewsî” biriyarê werdigire ku di pêxema zindîkirina zimanê Farsî de, sînoran tevlîhev bike û desthavêjê ziman û kultûra gelên derdor ku yek ji wan gelê Kurd e.
Di derheq dîroka Newrozê de, nivîsîna Dr. Mewlûd خbrahîm Hesen, pitir balkeş e . Ew   bi tundî li hember ” Firdewsî” disekine û wiha dibeje ku nivîskarê “Şahname” ya Farsî, Newrozê li gor efsaneyeke bê bingeh wate efsaneya Kawe û Zuhak, bas dike ku tu esaseke dîrokî jê re nahê dîtin. Rast e ku Zuhak yan Astiyag, dawî padişahê Mad bûye, lê ya ku “Firdewsî” hewil dide wî weke miroveke xwînmij bide naskirin ku cotek maran li ser mile wî bûne û diviya ku hemû rojan mejiyê du xortan  bixwarina, dûr e ji rastiyê û tu bingeh û rastiyeke dîrokî jê re nehatiye dîtin.
Li gor baweriya Dr. Mewlûd Îbrahîm Hesen,  serkewtina Hexamenişiyan, û hilweşiyana yekemîn desthilata Kurdî û bûne xwedî desthilat a êl yan taqimeke Farsan, bûye sedem ku kenveperest ên Fars bi giştî û “ Firdewsî” bi taybetî desthavêjin vehûnana efsaneyen wiha bê esas, heya ku rûmete gelê kurd weke dijminê sereke li hember wan pê   şêlû bikin.
Hizra giştî ya neteweyî li dor Newrozê weke mîrateke çandî û semboleke neteweyî,  ji bilî helbestên navdarên Kurd weke Nalî, Wefayî, Mewlewî û Hecî Qadir ê Koyî û … htd, piranî xwe di şahnameya Kurdî ya “Mem û Zîn” a Ehmedê Xanî de dibîne. Ehmedê Xanî bi danîna “Mem û Zîn” ê, hewil dide ku ji bilî beyankirina kul û keserên gelê Kurd ji bê dewletî û netifaqiyê, ji çand û şunasa çandî ya gelê xwe jî xwedî derkeve.
Di dawiyê de hewce ye ku em ji vê helbesta Xanî yê mezin şîretê werbigirn û bikin hêvenê yekîtiya xwe  li hember aliyên ku di hewla tunekirina me de ne.

"Ger dê hebûya me ittifaqek
  Vêk ra bikira me inqiyadek
Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî
   Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet
   Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet
Temyîz-i dibûn ji hev meqalat
   Mumtaz-i dibûn xwedankemalat"

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark