Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Yekrêziya kurdî armanca me ye.

 


M.Emîn Sadûn

Pêwîst e em bidin zanîn, ku îro gelê me di qûnaxeke pir hestiyar û metirsîdar re derbas dibe û ji me tevan tê xwestin, ku em çareyekî ji vê belavbûn û cudahiyê re bibînin û yekrêziya navmala kurdî pêkbînin.
Yekîtî karekê pîroz e û îro bûye xwesteka tevaya gelê me û gel gihaye wê baweriyê ku bê yekrêziya gotar û helwesta kurdî, tevaya destkeftiyên me wê têkbiçin û ev derfeta zêrîn jî wê ji dest me derkeve û dibe ku piþtî sed salên dî jî careka dî venegere. Ji ber vê yekê jî, me xwest em tevaya nakokiyên xwe bidin alîyekî û berjewendiyên gelê xwe di vê demê de bidin pêþ.


 Wek berpirsyariya li ser milê me û em xwe dibînin nûner û berpirs di ber gelê xwe û kêþeya wî ya rewa de, îro þandek bi serokatiya sekirtêrê partiya me, partiya Rast û bi çend endamên mekteba siyasî ve, seredana baregehê partiya bira kirin. Di civînê de sekirtêrê partiya me ji sekirtêrê partiya bira xwest, ku herdu alî hewil bidin ku encamên parçebûn û cudabûnê ya ku sala borî di partiya me de rûdayî jibîr bikin û rûpeleke nû ji têkilî û danûstandinan re vekin, ku navnîþana wê ya serekî yekrêziya tevgera siyasî be û rêkûpêkirina navmala kurdî be. Ji ber wek me di serî de jî gotî: Em naxwazin bêjin ka kî berpirs û gunehkar bû di ber parçebûna sala borî de, ji ber a giring ji me re yekrêziya kurdî ye û me piþtî kongirê xwe, yekrêzî kir dirûþim û silogana kongirê xwe û em ê di ber de jî bê dudilî û rawestan kar bikin. Ji ber wê jî me di karnama xwe de, ev dirûþim kirye di serê karê xwe de û em ê ji dil û can di ber de kar bikin, ta em gelê xwe bigihînin armancên wî. Ev destpêþxeriya me wê destpêkê ji partiyên nêzîkî me dest pêbike û ber bi yên dî ve here. Em bi hêvî ne ku ev seredanên me bibin destpêkeke baþ û berketî û em bikaribin dilê miletê xwe jî xweþ û geþ bikin. Em baþ dizanin, Ji derveyî yekîtiyê çareserî nîne û ji bilî wê jî serkeftin zor e, em ê tevî þiyan û pêkarînên xwe bikin di xizmeta yekîtiyî û yekrêziya gelê xwe de. Bijî yekîtiya gelê kurd û her wê yekrêziya navmala kurdî armanca me ya serekî be.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 4


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark