Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Rwiyo Xatir Nexwaze

 



iyar Silêman

Rêwiyo xatir nexwaze
Xembaro xatir nexwaze
Bila çavê me nankoran
ev û rojan qet neraze


Civakek bê ser û ber e
Serfirazî ne gengaz e
Em ayistên vê rewê ne
Çermê me wek yê beraz e
Ji serboran em hîn nabin
Bilindiyê ji me nexwaze
Rêwiyo xatir nexwaze
Pêncî salî te berhem dan
Beste û awazên ciwan
Tev hejarî û kul û derdan
Li ber avê me tev berdan
Rêwiyo xatir nexwaze
Keryê pez ê bê ivan in
Piraniya me nezan in
Nêçîra gur û dizan in
Wateya jînê nizanin
Rêwiyo xatir nexwaze
ivanên me bêjimar in
Dijî hevdû her li kar in
Bê biryar û tar û mar in
Li gora dilê neyar in
Rêwiyo xatir nexwaze
Van qemeran em pîr kirin
Xwîna di damar tîr kirin
Bextê me re wek qîr kirin
Bê ra û bê tevdîr kirin
Rêwiyo xatir nexwaze
Hunera te pir bilind e
Dê bimîne her di dil de
Roniya te mûm û find e
Gel bi te tim serbilind e
Rêwiyo xatir nexwaze
Vehêse dilsozo raz e
Huner bi te serfiraz e
Cihê te yê murxê baz e
Evîna te di dil saz e
Rêwiyo xatir nexwaze
26 /12/2020

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 5
Bi Tevah Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark