Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: HAT CIVN

 



Ahmed Tahir

Gulen û nazdara min î
Dilge û buhara min î
Pertew ji wan dêmê gul î
Pêt û ar xistin vî dil î


Dil birîndar,can gizgizî
Hest û nestê min lerizî
Min got hezar ox û xwezî
Xuyabûn ew bisk û kezî
Hat civînê dilber bi lez
Lêv liba tiryê nû ji rez
Mim dêm dane ber maç û gez
Xwetir ji gezo û helez
êrîn delala dêm bi xal
Wê ox û enga çavxezal
Berdane ser dêm bisk û dal
Li bejnê tê pesn û kemal
Tîr ji çava berdane dil
Wê xef û naza çav bi kil
Pir li bejnê tên berg û cil
Ji dil kiandin ê û kul
Xiste di dil sebr û hedan
Wê xemrevîna dilovan
Poz bilinda ebrû kevan
Îro li min bûye mêvan
Çavan li hev kirin gazî
Ev dil ji eqa ranazî
Min got gelo çi dixwazî?
Got du ahid û yek qazî
Çav ikandin û pal veda
Sed carî ukir bo xweda
Navê pir xwe navê huda
Spas bo xweda îro qeda.


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 0
Bi Tevah Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark