Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Çavên min!

 



Ebdilmecît Þêxo

Îro ez li rex dareke sêwî
Li tenîþt hîmeke devliken û serxweþ
Li  çiyayê Lêlunê
Di bin bareneke buharî de
Li gundê xwe rûnîþtî me
Min çavên xwe jî bi bîriya te  kil dane
Zû were!


Min deriya gulistana sînga xwe
Li ser piþtê vekiriye
Tikaye!
Îro li hespê rewan sîwar nebe!
Neçe çiyayê Hawarê!
Li askan negere!
Bila ez îro nêçîra te bim
Çavên min!
Tu zanî
Min îro selekek pîvok
 Ji zeviya sîngê xwe ji te  re
Beref kirine
Çavên min!
Bila ez qorbana dayika te bim
Tu neh mehan di zikê xwe de
 Ji min re tîmar kiriye
Lê tu îro li hespê xwe sîwar nebe!
Min îro bejna xwe  
Bi fîstanek keskesorî
Ji bo te tenê xemlandî ye
Û  pêlkên xwe mîna pêlên
Kaniya evînê  (Basutê) ji te re hûna ye
Li ber sêmfoniya darên serjêkirî
Lavêjên Zerdeþt ji kevneþopên
Gira Endarê re dixwînim
Lê tu were nêçîra aska xwe
Çavên min !


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark