Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Tu dizanî

 



Brahîm Mehmûd

Tu dizanî heyvê xwe rakiþande min
Dema peyva tu ne gewrî ji devê min derket
Diyarbû ku min li asîmanê dilê xwe ne nêrî

Tu dizanî deriyê pêlek xwe avête min
Dema min hizir kir ku evîna te nizme
Diyarbû ku min nêrîna cavê xwe bibîr neanî


Tu dizanî çem bi hêrz ez dame berxwe
Çiku min gote te tu kine
Diyarbû min li sîbera porê te ku daristaneke
Bal nekêþa

Tu dizanî gulan xwe li min kirin yek
Dema min sênga te bi nav kirî bi henasek kurt
Diyarbû ku gulan bi sênga te xwe bi bîhn dikirin

Tu dizanî awazê li min kir þeva reþ
Dema min dengê te bê ritm nîþan kirî
Diyarbû ku awaz ji nav tiliyên te difire

Tu dizanî katijimêrê þev û roj li hevxistin li ber min
Li ser min
Dema min gavên te
Dema min raketin û nivistina te
Dema min soz û dîtina te nehejmartin
Diyarbû ku tu laþê jêdera demê yî

Tu dizanî ku tu min nebexþînî
Ez rê nabim ser dilê xwe
Ez rêwiyek li ser rêyên ker û kor dimînim
Ey ferhenga steyrikên zimanê min yê bê ser û binî  


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.6
Bi Tevahî Deng: 5


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark