Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Kurd wź kengī bibe Kurd?

 


 Ibrehîm Žitlo

Kesê Kurd li Penaberiyê wê kengî bibe Kurd?
Dema Kesê Kurd bi Žadî xwe weke Kurd binase.
Dema Kesê Kurd bi serbilindî xwe weke Kurd bide nasîn,
Dema li Mala xwe û  li nav Civata Kurdan bi Zimanê Kurdî bipeyive.
Dema li Mala xwe bizanibe çend Wežan û çend Kanal bi Zimanî Kurdî hene
Dema her Roj ji kêmanî yek Demjimêr li Programê Kurdî temažeke,
Dema Xêzan, Zarok û Malbatên Kurd bîtir ji Tirkî, Erebî û Farisî li Wežan û Kanalên Kurdî guhdarî bikin û temažekin.



Kurd wê bibe Kurd, dema Kesên Kurd Kultûra Kurdî bi Rêya Zimanê Zikmakî  di Jiyana rojane de bi karanîn û her Gotinên bi zimanê Dagirkeran ji Peyvên xwe paqijkirin.
Kurd Kurde, dema Mafên Xêzana xwe weke xwe bizanibe û bi Ser bilindî Cih bi Cî bîne.
Kurd wê bibe Kurd, dema Xwedî Xwaringeh navê Xwarinan bi Kurdî nivîsandin û bi Kurdî dane nasîn.
Kurd wê bibe Kurd, dema Navê Dukan,Super Markit û Salonên teražê xwe bê Tirs û bi Serbilindî bi Zimanê Kurdî binav kirin.
Kurd wê bibe Kurd eger ew li ba Nehêniyan bi her Žêwekî pesna Kurdan bide
Dema Kurd berê xwe bide Super Marktê Kurdekî, çiqas Cihê wî dûr be an nêzîk be, û berv bi Super Marktê Biyaniyan neçe çiqas ew jê nêzîkbe.
Kurd wê bibe Kurd, dema  Dilê Kesê Kurd ji Dewlemendiya Kurdekî dîtir re gež û Bextiyar bû.
Kurd wê bibe Kurd dema bi qencî li ser Kurdekî dîtir peyivî.
Kurd wê bibe Kurd dema rê neda Bakoyê awan bi xerabî li dijî Kurdekî tir bêbextiyan bêje.
Kurd wê bibe Kurd eger bi nebažî li ser Kesekî li pêž wî hat peyêvîn bi Camêrî bikanibe bipirse:
Ka tu ji bo çi bi nebažî li ser vî Kesî diaxêvî?
Tu wî Kesî nasdikî?
Ji kuve dinasî?
te bi Çavên xwe dît?
 Te ji kê bihîst?
 Ka ev Gotinên qirêj li ser vî Kurdî ji kuve hatine û ji devê kê derketine?
Kurd wê bibe Kurd, eger xwe ji bo Pûl an Bercwendiyek Ezezî an ji bo Kesayetiya xwe li ba Biyaniyan berz bike li dijî  Milletê Kurd Kar neke.
Kurd wê bibe Kurd eger ew ji bo Bercewendiya xwe ji Neyarê Kurdan re neke
Noker.
Kurd wê bibe Kurd, dema cudahiya Sêxurî û Nižtimanperwerî ji Civatê re diyar kir.
Kurd wê bibe Kurd, dema Nûçeyan dijî Bercewendiya Kurdan nede Tevgerên Biyanî.
Kurd wê bibe Kurd dema Kurd Dostan ji Milletê Kurd re pêkbîne.
Kurd wê bibe Kurd eger Ziman, Kultûr û Mafên Kurdan herdem û li her Cih bi Dilsozî biparêze.
Kurd wê bibe Kurd dema ji bo pêžketina Kurdan dilžad û Bextiyar be.
Kurd wê bibe Kurd eger  ew  Alîkariya kurdekî tir bike û pê dilxwež be.
Kurd wê bibe Kurd, dema alîkariya Karê Civaka Kurdî bi Kolliktiv bike
Kurd wê bibe Kurd eger em sipasiya hev û din bikin û Qenciya hev ji hevre ji bîra nekin û herdem  bi bîra xwe bînin.
Dema Kurd bû Kurd, Welatê me jî wê bibe Kurdistan.
 
Ibrehîm Žitlo
Kurdish&Islamic Studies
Elmanya, 05.11.2020


 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark