Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Min stêrkek binax kir

 


Zilan Hemo

Dengê dilopên avê diniqutî guhên min, dilop dilop tirseke wek ruyê min yê miçiqî xwe ber dida hundirê min.
Cara yeke ez ji barana vî bajarî ditirsime tevî ku hîna ewrên wê weke berê çavtengin û hêsrên xwe zû zû nabarînin. Lêvên vî welatî terikandine.
Îşev dilê min nahewe, di sînga min de dengê birûsk û tavan olan didin, beriya baran erdê şil bike, xwêdana min livînên min şil û pil kirin.


Dixwazim razêm westiyame, lê xew her ku xilmaş dibe birûsk wê vediçiniqînin, her ku çavên xwe digirim rûyê te tê ber çavên min, gunehên min didin dû min û ez bilingine xas ji wan direvim, her ku li pişt xwe dinêrim rûyê te yê nazik û destê xwe yê girs û kulmek axa ku rûyê te vedişart dibînim.
Ji berê de min çiqas dixwest gulan biçînim, min nikaribû, her ku min gulek diçand, diçilmisî, hişk dibû û dimir. Ji min re digotin destên te ne bi xêr in, min ji destên xwe yên gulan binax dike nefret dikir, destên min man bi hesreta gulek wan ya binaxkirî bibişkive, nedibişkivîn û dimiriyan.
Qeyî barana îşev dibare dixwaze te av bide?! Tu gula min îşev tu binax kirî? Rûyê te dide dû min, ji destên xwe nefret dikim...
Difikirim îşev her du destên xwe jê bikim, wan jî di bin gora te de binax bikim.

Min bi sedan mirov kal, pîr...zarokên nîvçe...li vê goristanê binax kirin, di navbera min û miriyan de tenê dîwarek heye, karê min eve, ez gorkolakim, min bisedan rû binax kirine, ,lê nizanim çima rûyê te tenê dide dû min û ew guliya te ya hûnandî ji ber çavên min naçe.
Çend kesan li ser kevirê gora te li şûna nivîsê stêrkek di nava sêgoşeyekê de xêz kirin, tê hişên min carinan ku tu berê stêrkek bûye loma ronî ji rûyê te dibare.
Min stêrkek binax kir, stêrkeke bê nav, ez ji xwe re dibêjim, min mêjiyê xwe xwariye, nizanim çima dihesim esman merasîma pêşwaziya stêrka xwe dike, di bin çavan re dizî li derve li goristanê dinêrim, ka hîna gora stêrkê li şûna xwe ye?
Dema ku birûskan lê dida dinava hemû goran de gora stêrkê diçirurisî, min xeyal dikir ku ewê niha tuyê ji bin wê axê derkeve û ber ve esman ve bifirî. Canê min gurzgurzî dibû, mûyê laşê mi disekinî...
Nizanim çawa sibe bû û pê re baran rawestiya, çavên min xwe berda bûn kurtên rûyê min û bin çavên min reş bûbûn, serê min gêjûmêjo bûbû, tevî ewqas westiya bûm, nizanim çima min dixwest herim ser gora stêrkê, lingên min tembel tembel li peyî min dimeşiyan. Beriya ez bigihêjim ser wê gorê min dît xortekî bejin zirav xwe gihand ser gorê. Ezê vegeriyama, dudilî bûm lê meraqê ez gihandim ber gorê.
Min silav li xort da, wî jî li min vegerand, zimanê wî nedişibî zimanê vî welatî. Pirsan serê min gêj kir, mêjiyê min diçelqiya, dilê min jî dikir vereşiya û volkana peyvan li ser vî xortî de biteqanda lê min xwe girt û hemû meraqa xwe daqultand, ji tirsa ku bifikirin ez dîn bûme û ji min bawer nekin.
Min haya xwe tune bû ku rûyê min tirş bûbû û wek ku ez xwediyê mirî me ne ew xortê ber gorê, dema xort rûyê min dît çavên wî tijî hêsir bûn û ber dilê min bela kir, destê xwe li milê min xist û got:
-ew namire, di dilê me de dijî.
Min ji gotinên wî tiştek fam nekir, ji berîka xwe stêrkek biçûk nav sêgoşeyekê de derxist û bi sînga min ve daleqand, careke din destê xwe li  milê min xist, keserek kûr kûr kişand, li gorê nihêrî piştre li dû xwe û got:
-ezê biçim, li hevala min miqayit be, ew di xeweke kûr de ye, ger şiyar bû jê re bêje, çeka te li milê hevalê te ye tu rehet razê.
Xort ji goristanê derket û çû, ez jî li ber stêrka razayî matmayî hişk mam. Cara yekemîn bû di jiyana xwe de ez stêrkekê binax dikim, binax kirina vê stêrkê mêjiyê min yê ku hemû jiyana xwe razayî bû şiyar kir, cara yekemîn bû min meraq dikir çi diqewime derveyî vê goristanê?!

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 4.16
Bi Tevahî Deng: 6


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark