Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Daxuyanî: Daxuyanî Ji bo 36 saliya koçkirina seydayê Cegerxwîn

 


Me, wek Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye,  her sal di vê rojê de, û bi taybetî li bajarê Essen, li Elmanya, me ahenga roja helbesta Kurdî li dar dixist, ko heman roja koçkirina helbestvanê mezin û  behremend, helbestvanê herî navdar li Rojavayî Kurdistanê, seydayê Cegerxwîn e, xwediyê rola fireh û gelekî bi bandor di þiyarkirin û xurtkirina hestê netewî di nav gelê Kurd de, ew bixwe di gelek senger û  çeperan de dixebitî, û têkoþînek bê rawestan dikir, çi di warê wêje û helbestê de, û çi di warê siyasî de, loma gelek caran hatiye zindan kirin, û sergon kirin jî, xweragir bû li himber rêjîmên diktator ên herî dijwar, û herdem di pêþiya xwepêþandanên dijî wan de bû ...


Lê gelekî mixabin ko îsal ev roj di demekê de bi ser me de tê, ko cîhan hemû ji ber vê vîrosa Korona dinale, û rewþ li her derê nebaþ kiriye, belkî gelekî metirsîdar e jî, jiyana mirovan li her derê guhertiye, û ji her alî ve nexweþ û dijwar kiriye, rojane bi deh hezaran mirov pê dikevin, û  rêjeyek ne hindik ji wan pê dimirin, û ev diyarde roj bi roj mezin û  bêtir dibe, hinek ji hevalên me û merivên wan jî dibin qurbanî, Xwedê wan miriyan bi dilovaniya xwe þa bike, û nexweþan jî zû baþ bike, wan ji vê petayê riha bike, em hêvîdarin ko cîhan hemû ji vê petayê riha bibe, ev vîros ji koka xwe de bidawî bê û nemîne ...
Ji ber vê rewþê em neçar bûn ko em ahenga xwe ya zindî biguherin bi ahengeke eliktronî, ango li ser Internêtê, û wan helbestvanên ko me ew vexwindbûn ahenga zindî, beþdarî a eliktronî bikin, wê Komîteya me a çalakiyan, bi destxweþî, roja 24.10.20an, bi vî karî rabe ...
Seydayê Cegerxwîn, simbola behremendiyê,  xweragiriyê, xebat û  têkoþînê, wê her û her di hiþ û bîra me de, di his û  bîra gelê xwe de, zindî be ...
Silav li giyanê helbestvanên me ên ko di serdema wî de bûn, û ên ko bi dû wî de bûn jî, ewên ko ji nav me koçkirine, wek: Ehmed Namî, Ehmed Palo, Nûriyê Hesarî, Seydayê Tîrêj, Hamid Bedirxan, seydayê Keleþ, Xelîlê Sasonî,E. Alice,Ferhadê Içmo, û  yên dîtir...
Silav li giyanê hevalên me ên ko çûne ser dilovaniya xwe ...
Yekîtiya Giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
22.10.2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark