Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Bîreweriyek li ser hevdîtina Cegerxwîn û Prof. Qanatê Kurdo

 


Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di payiza sala 1983 an de ez hîn xwendekarê zanîngehê,beşê rojnamevaniy li Lênîngrada berê  bûm  , têkeliyê min bi Prof.Qanatê Kurdo re pir xurt bû,li gor daxwaza wî diviyabû, ez mehê carekê seredanê di mala wî de li wî bikim, di her seredanekê de, ewî giyana min bi hezikirina zimên û wêje ji kaniya giyanê xwe av dida,ewî gelek  caran li ser pêwendiyên xwe û Cegerxwîn bi min re dipeyivî , ewî herdem  bi min re dubare dikir  û digot: Daxwazek min di jînê bi cih hatiye; ewa jî ev e ku min û hevjîna  xwe Nedêjde, Cenêralê mezin, pêşengê gelê Kurd M.Mistefa Berzanî li Mosko dît û me danûstandinên pir kêrhatî li ser çarenûsa gelê Kurd kirin û diyariya wî ji xanima min re ta niha li cem me parastî ye.


Lê daxwaza min ya duhem ev e ku ez rojekê Cegerxwîn bibînim û em bi hev re li ser zimên,wêjeya Kurdî  û pirsgirêka tevgera azadîxwaza Kurdistanê  danûstandinê bikin, erê  pêwendiyên me  bi riya naman bi hev re heye ,lê namên wî tenê hezkirin û rêzdaririya min ji wî re têr nakin û ez dixwazim berî mirinekê wî jî  bibînim.
Eger  ez çiqas car diçûm cem apê Qanat, ewî her carê Cegerxwîn û helbestên wî bi bîra min tanîn û pesna naverokên wan bi kelgermî  dida,te digot qey ewî jiyana xwe roj bi roj bi Cegerxwîn re derbazkirbû.
Rojekê ji nûşkave; apê Qanat ez bi riya telîfonê agahdar kirim ku Seyda Cegerxwîn li gel kurê Xwe Azad û endamê desteya kovara (Roja Nû )Henîf Çelebî  gihane Lênîngradê û ew niha li  Hotêla ( ?……)   ne  û ezê niha  herim  cem wan, lê Mecît ! Divê tu jî werî cem me!
Ez di wê rojê de neçûm zanîngehê û yekser ez çûm cem şêrê helbesta Kurdî, li wir ez  cara yekê bi Cegerxwîn re rû li rû  rûdinim, lê berê ez bi riya helbestên wî  pir caran bi wî  re rûniştime û min di ber nalînên wî  re jî  keserên kûr vedidan.
Apê Qanat ez bi Seydayê mezin dame nasîn û gote wî: Mecît ji Efrînê ye, Seyda Cegerxwîn keserek kişand û bi min re  got: Erê bîranînên min li çiyayê Kurmênc pir in, Efrîn mîna bûkeke xemlandî ye,lê min bîra hevalê xwe mamoste Reşît Hemo kirî ye, ma tu  jî wî nas dikî Mecît?
Min got:Erê, ez wî ji dûr ve nas dikim, ew yekek ji damezrênerê PDK li Sûriyê ye, lê ez û kurê wî Qedrî hevalên hev in.   
Beriya ku ez ji Hotêlê derkevim, Qanatê Kurdo di quncekî de  bi min re got: Mecît! Divê  hûn xwendekar ahengek pêşwaziyê pir bi rêk û pêk  ji  Seydayê me re lidarxînin û divê tu gotarekê jî  li ser jiyana  Cegerxwîn û rola  helbestên wî  jî di şeva ahengê de bixwînî!                                                            
Daxwaza apê Qanat di dilê min de wek gulek bêhnxweş bêhn veda û ez yekser çûm cem hin hevalên xwe, endamên( komela xwendekarên Kurdistanê li dervayê welêt), (AKSA)- navbend Berlîna Rojava- û paşê ez li gel endamê komîta (AKSA)  Yasîn ji başurê Kurdistanê çûn cem  komela xwendekarên Kurd li Ewrupa(KSSE)  -navbend  Pirag-û me  pêşniyara apê Qanatê Kurdo  bi wan re jî got.
Lê sed carî mixabin (KSSE) pêşniyara  me ne pejirand û ne xwastin ku em ahengek taybet ji bo Seyda  lidarxînin. KSSE bi me re  got: Em hersal di destpêka sala xwendinê de ahengekê ji bo xwendkarên ku nûh ji welêt hatine  lidardixînin, lewra jî emê  Cegerxwîn vexwandî vê ahengê bikin,lê em nikanin ahengek taybet  ji Cegerxwîn re lidarxînin.
Di rastiyê de em pir matmayî man, min gelek berxweda ku ez ji wan re nirxa Cegerxwîn di nav civaka Kurdistanê de  û rola wî di pêşketina helbesta Kurdî û hişyarbûna hestên netewî de diyar bikim, lê mixabin dîsan bê sûd bû.
Min ji wan pirsî:
-Ma  Markis, Êngiliz, Lênîn li  dijî wêje bûn?
-Hûn nabînin çiqas peykerên helbestvan û wêjevanên Rus û ji gelên din li Sovyetistanê hene ?
-Hûn nizanin ku çiqas Seyda Cegerxwîn helbestvanekî welatparêz û pêşverû ye ?
-Hûn nizanin ku çiqas Cegerxwîn pesnê bîrdoziya Markis û Lênîn kiriye?
Hûn nizanin ku çiqas Cegerxwîn li dijî derebeg û olperestên şûnverû  kirîye qîrîn ?
Danûstandinên me  bi germî du rojan berdewam kirin, lê me wek (AKSA) nikanîbû   (KSSE) bihaniya ser riya rast.Lê li aliyê din jî  Dar El-sedaqe (Mala hevaltiyê)li gor daxwaza (KSSE)  rêdan neda me ku em wek (AKSA) ahengê bi serê xwe lidarxînin,li vir em pir neçar bûn ku pêşniyara (KSSE) bê dil   bipejrînin .
Lê li aliyê din; me jî soz daye Qanatê Kurdo ku emê wek xwendekarên Lênîngradê ahengek taybet ji bo Seydayê Cegerxwîn li darxînin, lê bi rastî min newêrîbû helwesta (KSSE)  ya neyînî ji Qanatê Kurdo re aşkere bigota, ez pir tirsiyam ku herdu leheng ji hemû xwendekarên Kurd bixeyidin û netên ahenga me.
Em li vir pir neçaar bûn ku em tektîkek nû li hember (KSSE) bi kar hûnin û me weha destpê kir:  
Min bi  Qanatê Kurdo re  got: Apê Qanat! Em hemû Kurd amede ne û  me rêdan hola ahengê ji  Mala hevaltiyê  wergirtiye.
Qanatê Kurdo  gelek şabû û bi min re berê  gotibû : Divê tu gotareke baş li ser navê xwendekaran  li Ser Cegerxwîn  amede bikî û di şeva ahengê de bixwînî, lê min dîsan newîrîbû bigota  ku( KSSE) rêdanê nade min ku ez  di ahengê  de gotarê bi navê xwendakaran bixwînim, dîsan ez tirsiyam ku Qanat û Seydayê Cegerxwîn neyên ahenga me.
Evarê ez dîsan li hin dîwanên Cegerxwîn vegerîm û min gotara xwe nivisî û bi sibê re ez çûm mala Qanatê Kurdo û min ji wî re gotara xwe xwend, ewî eniya min ramûsa û got: Divê  tu siba weha jî bixwînî, lê ew  hîn nizane ku (KSSE) rê nedaye min ku ez gotarê bixwînim.
 Lê min çi pîlan  kir ? Di wê rojê de min pênc, şeş helbestên Cegerxwîn li çapê xistin û li keçên xwendekar belav kirin taku ew jî di şeva ahengê de  li pêş Cegerxwîn wan  bixwînin.
Lê çawa  me  plana (KSSE)  beravêtî kir ? 1-Dr.Ordîxanê Celîl kurtepevek got û dixwast yekser rêdanê bide serokê (KSSE) taku ew bi xêrhatina xwendekarên ku nûh hatine Lênîngradê bike, lê min fersend nedeye wî û yekser li pêş herdu mezinên me û mîvanên din ji Siwêdê ,Rewanê  û
Mosko, ji Dr.Ordîxan pirsî, ma ez kanim niha xêrhatina Seyda bi xwendina helbesteke wî  destpê bikim?
Ordîxan li pêş herdu mîvanên mezin şerm kir û nikanîbû bi min re bigota Na! lê di rastiyê de li dewsa helbestê  min bi navê xwendekaran gotara pêşwaziyê  xwend,  di pişt re min helbesta Cegerxwîn (Derî veke xanim ,ez ne serxweş im…) xwend  û  paşê her pênc keçên Kurd, yek û yek  rêdan ji Dr.Ordîxan birin û  helbestên Cegerxwîn xwendin.
Ez li hember Cegerxwîn û Qanatê Kurdo û mîvanên din rûnîştîbûm, min
baş hest kir ku çawa dilê Qanatê Kurdo ji şabûnê re di sîngê wî de semayê dike û min bihîst  çawa ew  bi dengê bilind bi hevalê xwe re dibêje: BIBÎNE SEYDA ÇAWA TU DI DILÊ GELÊ XWE DE YE.
Lê serokê (KSSE) û endamên wê nema zanîbûn çi bikin! Ew melûl bûn, nizanîbûn kê ev pîlana li serê wan kirîye, Dr.Ordîxan lê Ebdilmecît?
Me wek endamên (AKSA) tektîkek baş bi rêve bir ,ne Qanatê Kurdo û  ne jî Seyda Cegerxwîn pê agahdar bûn ku çawa me şeva  pêşwaziya xwendekarên nûh bi  dubarek û tektîkên pir serketî veguhast û mora Seydayê Cegerxwîn daniye ser eniya Ahengê, lê di navberê de endamê (KSSE) jî gotara pêşwaziya xwendekarên nûh xwe kirin.
Bê gûman; di navberê de jî Seyda Cegerxwîn û Qanatê Kurdo xwendekarên Lênîngradê pir spas kirin û şîretên giranbuha li me kirin ku  pêwîst e em xwendina xwe baş  bi rê de bibin, taku em  di pêşerojê de kanibin baş  alîkariya gelê xwe bikin. Bi vî rengî me  ahenga  pêşwaziya xwendekarên nû bi tektîk veguhast û  me ahengaa xwe li ser navê  Cegerxwîn lidarxist .
Berpirsên(KSSE) pir poşîman ji holê derketin û ewan zanîn ku berpirsiyarên  (AKSA ) li Lênîngradê  çi tektîkên rewa bi  serên wan kirin, lê em jî  ta niha ne poşîman in, lê  ez hêvîdar im ku ew  niha li ser helwestên xwe yên neyînî poşîman bûne,ku çima wan jî  nizanîbûn rêzeke taybet bidana  şahsîwarê helbestên Kurdî .
Gelek xwendakarên welatparêz ji bo bîranînê gelek wêne bi Seyda Cegerxwîn û Prof.Qanatê Kurdo  û hin mîvanên din  nirxbuha mîna Dr. Zerê Yosif , Dr.Kerîm Eyobî,  Dr. Bavê Nazî  û rojnamevanên rojnama (Riya teze)
û Radiyo Rewanê; Têmurê Xelîl û Pirîskê Mihoyî girtin û ewan gelek bi dilşadî xatirê xwe ji me xwastin.  
           xxxxxx
Demek pir dirêj derbaz nebû, di 22.10.1984 an de xwendekarekî Rus  bi min re got: Mîvanekî kalemêr li jêr  gazî te dike, min yekser di ber xwe de got: Vaye mîvanekî min ji Efrînê hatiye û ez pir bi lez çûm cem mîvanê xwe, Lê min dît ew Qanatê Kurdo ye û gelek melul û bêzar li benda min e, yekser stêr ji çavên wî herikin û gote min: Mecît! Vaye qehremankî me çûye dilovaniya Xwedê, ew Cegerxwîn e, divê tu zû herî behînamekê bi navê xwendkarên Lênîngradê bişînî ji rojnama ( Dengê KOMKAR) re.
Min daxwaza wî yekser pêkanî û ez dîsan çûm cem  hin endamên komîta (AKSA),me  di wê heftê de jî  bi boneya koçkirina Seyda Cegerxwîn  civînek berferh ji xwendekarên Kurdistanê  re lidarxist û me gelek xwendekarên Ereb û Rus jî vexwendin. Di civînê de Qanatê Kurdo bi zimanê Rusî li ser jiyana Cegerxwîn û rola wî di pêşketina helbesta Kurdî û şiyarbûna hestên netewî de li nik gelê Kurd pir bi zelalî diyar kir. Di pişt re min jî bi navê Xwendekarên Lênîngradê gotarek bi zimanê Erebî naverokên hin berhemên wî bi kurtebirî diyar kirin û herweha jî xwendekarekî Sovyetî jî  Velêrîk Takazov gotarek (niha ew profêsor e) di civînê de xwend û serê  gelê Kurd sax kir, lê  ew xwendekar jî  bi regeza xwe ji gelê Osîtîn bû, ew hevalê min bû, ewî bi rêya min hin agahîyên xwe berê  li ser Cegerxwîn hebûn û me herduyan jî bi hev re hîn  berî  koçkirina Cegerxwîn kurtegotarek bi zimanê Rusî li ser Cegerxwîn nivisîbû û  me ewa li komara Osîtiya weşandibû.
Lê ew komcivîna me bê destêwerdana tu kesî  baş û bê tektîk û bê çavtengî  ji aliyê (KSSE) de derbas bû û em jî bi dilzar vegerîn malên xwe,lê me digot:Ma kê gotiye:
CEGERXWÎN MIRÎ YE ?  EW DI DILÊ GELÊ XWE DE HER ZINDÎ YE !  

Efrîn.18.10.2020


 

 

 

 

 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark