Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Daxuyanî li ser gotara Konê Reş «Em deyindarên Gelê Ermenî û Komara Ermenistanê ne»

 


Ibrehîm Şitlo

Birayê Hêja, Berêz Konê Reş,
Hêvîdarim ku tu Rê bidî min ku ez li ser Gotara te yê bi navê:
Em Deyindarên Gelê Ermenî û Komara Ermenistanê ne, çend daxuyanî bi kurtî bidim nîşankirin:
·    Nivîsandina Kurdî li Ermenistanê ne bi Tîpî Latînî dihat nivîsandin . Hemû Nivîsandina Kurdî bi Tîpîn KÎRÎLIŞ - bûn. Bi karanîna Tîpên Latînî li Ermenistanê ji Kurdan re qedexebû.
·    Hilbijartina Programan li Radyoya Yêrîvanê jî ne bi destê Kurdan dihatin biryardan. Her Tiştek divabû bi Destûra Taybet yê di Destê Serokê Tevgera Radyoyê bû. Ew  Kes jî her Ermen bû.



·    Piştî hilweşandina Yekîtiya Sovyêtê, Dibîstan û Radyoyê bi Zimanê Kurdî hatin qedexe kirin.
Dema Mezinên Kurdan dijî vê Bûyerê Gilî kirin, Hukûmeta Yêrîvanê Qayîl nebû ku Dibîstan û Radyo car din weke KURD û weke berê bi Zimanê Kurdî bikar bên. Tenê eger ew Bêjin em Êzîdêne(navê Kurd ji ser xwe rakin) û em dixwazin bi Zimanê Êzîdî Radiyo û Dibistanê bikarbînin. Car din Destûra Radyo û Dibîstanê bi navê ÊZÎDIYAN destûr dan wan.
·    Piştî Hilweşandina Sîstema Sovyêtê û çawa Ermenistan bûbû Dewletek serbixwe, Rewşa Kurda li Ermistanê gelek ber bi nebaşî ve çû. Bi Taybetî  Zana û Kesayetiyên Rewşenbîr ji Kar derdixistin, hinek jî hatin wendakirin û Kuştin. Ji ber wê gelek Kurd ji Ermenistanê derketin û ji tirsa Jiyana xwe ketin Rêya Ewrupa an jî berê xwe didan Bajarên dora Mosko an ba Nas û Dostê xwe yên Kurd  li Komarên Sovyêta berê koçeberdibûn.
·    Tengasî û Zordarî û nexweşî li serê Gundî, Şivan û Gavanên Kurdan jî dihatin bi kar anîn da ku Kurd Cih û Warê xwe berdin.
·    Li dawiyê ezê bi Gotina Kurdên me yên Çiyayê Kurd li Rojava bi bîr bînim:
DENGÊ DEFÊ(Daholê) JI DÛRVE XWEŞE
Mebesta min ji vê Daxuyanê ne ez Milletê Ermen tawanbarkim an jî Gunehkarkim. Ne jî bêjim ku Milletê Ermen ne Dostê Milletê Kurde,
Na.
Kurd û Ermen Sînorvanê hevin,gelek caran û di Mêjûya Hezar Salan herdu Milletan de û weke hemû Millletên Cihanê bi hevre Xweşbûn, lê carna jî ji ber hinek Sedeman jî Nakokî û Dijayetî pêkhatiye.
Lê, ji bo herdu Milletan Teybetmendiyek heye:
Ew jî herdu Netew bi Sedan Salan bûbûn Koleyên bindestê Osmanî û Deweleta Tirkan. Ji ber wê Taybetmendiyê jî gelek Caran Eşîr û Mîrên Kurd Destê Alîkarî dirêjî Sînorvanê xwe û li hember Kolîdaran Piştgêriya wan dikirin û Ermen ji qirkirin û Kûştinê parastine. Ji Aliyê din jî Welatê Ermenan dibû Pişt û Sêwan ji Serhildanên Kurdan re û Ermen ji mere dibûn Alîkar û Jiyana gelek Serekên Kurdan parastine.
Min bixwe carekê ji Stranvanê hêja û Navnas Berêz Aramê Tigran pirsî:
„Tu ji kûve hînî Kurdî û Stranên Kurdî bû û ji bo çi tu bi Kurdî distrê?
Bersiva wî – bi kurtî – ev bû:
Dê û Bavê min li Malê bi Zimanê Kurdî dipeyêvîn, Diya min tev bi Ermenî nizanîbû. Bavê min ji mere digot: „Law divê em Qenciya Kurda jibîra nekin, Kurda em parastin, em kirin nav xwe û em hembêz kirin.“
Îca ez dibêjim herdu Millet Deyindarê hevin.
Bimînî û bimînin di xweşiyê de.
Kurdish&Islamic studies
14.10.2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark