Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Em deyindarên Gelê Ermenî û Komara Ermenistanê ne

 


 Konê Reş

   Di vê nivîsê de, ez nêzîkî zulm û zora ku Osmaniya aniye serê gelê Ermenî nabim.. Ne jî nêzîkî beşdariya kurdan di herdu fermanên salên (1894 û 1915) de dibim. Wiha jî, ez navê wan kurdên bi rûmet yên ku di wan fermaman de, ermenî di malên xwe de parastin, nabêjim.. Bi tenê bi min xweş e ku ez qenciya gelê Ermenî ya ku di komara Ermenistana Sovyeta berê de, bi kurdan re kiriye, bi kurtî û wek panorama bînim ziman. 
   Wek ku diyar e di cenga cîhanî a yekemîn (1914-1918) de, ji ber zulm û zora Osmaniyan beşekî baş ji kurdên me ji welatê xwe mehcir bûn û di Ermenistanê re derketin. Pirraniya wan bi ola xwe Êzidî bûn..


Mixabin, vê paşiyê, Sovyêtan ew komara ku bi navê (Kurdistana Sor/1923), hatibû avakirin, piştî çend salan, herifandin û Stalîn di salên 1940î de pirraniya kurdên Ermenistanê; çi yên bi ola xwe Êzidî û çi Misilman, di komara Kazaxistanê û Sîbîriyayê de belav kirin.. Ew kurdên ku li Ermenistanê man, bê problem jiyana xwe a normal, bi serbestî, wek ermeniyan di Komara Ermenistana Sovyêta de derbas kirin.. Li gor şert û mercên wê dewletê, alfabeyeke latînî ji zimanê xwe re bijartin, dibistanên xwe bi zimanê kurdî vekirin.. Û bi wê alfabeyê rojnameya (Ria Taza/ Riya Taze/1930) weşandin. Ev rojname ta roja îro di weşana xwe de berdewam e û ji rojnameyên kurdî yên herî bi temenê xwe dirêj e. Di sala 1950î de jî, beşekî bi zimanê Kurdî di êzgeya Yerîvanê de vekirin.. Ew radiyo jî, ji kevintirîn êzgeyên kurdî ye. Di wî heyamî de tevahiya kurdên Kurdistanê li radiyoya (Yêrîvan Xeber dide/1950) guhdarî dikirin.. û em bi guhdariya dengê van dengbêjan kêfxweş dibûn; kewîs Axa, Meryemxan, Eyşe Şan, Gerebêtê Xaço, Mehemd Arif.. Nexasim dema ku dengbêja deng xweş Eslîka Qadir ev stran: (Welatê Me Kurdistan e, cî û meskenê me Kurdan e), an Gerebêtê Xaço strana: (Lawikê Metînî), an dema ku Kewîs Axa strana Şêx Mehmûdê Hefîd; (Hawara Tirkan dûr e Kurd xayin in..), digot.. Li vir dipirsim; çima ew dibistanên kurdî di nav wan kurdên me yên komarên Sovyêtê yên din de wek Yêrîvanê nedihatin vekirin, tevî ku hejmara wan baş hebû..?! Mebesta min Bako û Teblîsê ye.
  Ji encamên ku ermeniyên Ermenistanê rê li ber kurdan vekiribûn, kelem li ber wan dananîn, ziman û kultura kurdî baş baş pêşket. Dikarim bibêjim; ji her çar perçeyên Kurdistanê, pêşketîtir bû.. Nexasim bi pênûsa wan kurdên me yên bi ola xwe êzidî ne.. Û dikarim van çend navên sereke ji wan bînim ziman: Qenatê Kurdo, Haciyê Cindî, Casimê Celîl, Şekoyê Hesen, Keremê Seyad û wiha bi dehan nav hene..
   Herwiha ji qenciya wê Komara Ermenistanê û wan kurdên me yên ku lê çêbibûn, xwendibûn û mezin bibûn wek: Dr. Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Cemîla Celîl, Tosinê Reşîd, Eskerê Boyîk, Teymûr Xelîl Muradov, Şeref Aşîriyan, Elîyê Abdulrehman û gelekên din, ewên ji sala 1982an ta bi sala 1992an, hatin nav me kurdên Rojava, me sûdeyeke mezin ji wan girt.. Bi hatina wan re, çavên me bêtir vebûn.. Bi rastî wan rolek mezin di şiyarkirina me de lîstin; şêraniya zimanê me bi me dane naskirin, nav di me de dan ku em guhdariyê li zimanê xwe bikin, li pêmayên bav û kalên xwedî derkevin, kultur û folklora xwe bi din hev û binivîsînin..  
   Herwiha jî, ji qenciya Ermeniyan ku, gelekan ji wan stran bi kurdî gotine û zimanê me parastine wek: Garabêtê Xaço, dengbêjê bejin bilind, Aramê Dîkran xwediyê strana; Zimanê Kurdî şêrîn û xweş e. Mîlkonê Nadir, yê ku bi strana Felîtê Quto navdar bû, Bîdrosê Ermenî yê deng xweş.. Ez ne bawerim neferên miletekî din di dinyê de wek neferên gelê Ermenî wiha stran bi zimanê kurdî gotine.. Ji ber van yekan, ez dikarim bibêjim ku em deyindarên gelê Ermenî ne.
Qamişlo 10/10/2020

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark