Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotina Rêxistina mafê mirovan li Sûriyê- MAF di bîranîna 32an ya koçbarkirina Dr. Nûredîn Zaza de

 


Rêzadaran:
Malbata nemir,
Hevalbendên rêça xebata wî,
Beþdar û temaþevan,
Îro em 32 saliya navdarekî  bejn bilind bi bîrtînin, kesayetiyekî qedrbilind di hiþ û wijdanê gelê Kurd de, rêzdar Dr. Nûreddîn Zaza, yê ko bi hevkariya qevdek têkoþerên dilsoz bingeha qonaxak e nû ji xebatê di dîroka miltê Kurd de danîn.
Rêzdar Nûeddîn di bêhtirî meydanekê bi awayekî serkeftî xebat dikir, di warê zimanzaniyê de, helbest, çîrok, gotar..


Herwiha xebtatkarekî wêrek û bê westan di meydana dabinkirina mafê gelê xwe de, ko bi giranî baca wê xebatê ji can û rewanê xwe danî: Zinadan, ,êþkence, sergûn, koçberî, ko li þûna xwe valahiyek e berçav hiþtibû.
Kesê pêvajoya wî biþopîne, wê taybetmendiya wî eþker bibîne, bê çawa xwedan nerînek e taybet bû di warê nivîsînê de, û wek nûxwazekî dihate nasîn, wiha jî di warê xebata xwe ya siyasî de di ber mafê gelê xwe de  xwedan tayebetmendiyeke cuda bû.

Bê guman lidarxistina bîranîna kesayetiyekî mîna Dr. Nûreddîn Zaza ji hêla malbata wî û hevalên wî yên dilsoz  cihê þanazî û dilxweþiyê ye, bi ser ko hinekî dereng jî hat.
Em bi hêvî ne ko malbata wî, yan jî hevalên rêça wî, karibin di siberojê de senterekê bi navê  wî ava bikin, ko karibin bêhtir ronahiyê berdin ser kar û xebata wî ya rewþenbîrî, çandî, û ramyarî,
Hem jî xelatek e salane bi navê wî di van warên bihûrtî de bê binavkirin.
Em wek rêxistina mafê mirovan li Sûriyê- MAF (yekemîn rêxiatina Kurdî li Sûriyê 2004), kar û xebata wî weke mafnasekî dinasin, û di nirixînin, û em þanaz in ko hevalekî me di komîta amde kirin û li darxistina vê bîrabînê de ye.
Dr. Nûreddîn Zaza û hevalbendên xwe zindî dimînin di hiþ û wijdanê gelê me de.
Silav li giyanê wan yê pak bin.
7-10-2020

Birahîm Yûsif
Rêxistina mafê mirovan li Sûriyê- MAF


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark