Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gotinek kurt li ser: Mafê Merovan û Yekîtiya Ewrupa,

 


Ibrehîm Þitlo

Rûsya, Bêlerûsiya û Çîn Dewletên ku Ewrupayê Rojava her dem Rexne dike û Êriþan dibe ser wan.
Ji bo çi?
Li gora Gotinên Dewletên Ewrupayê Rojava Sîstema Hukumetên wan hersê Welatan Rê nadin Rexnevanan û Mafê Merovan li wir ne li gora nêrînên Sîtema Polîtîka Demoqratîye.
Yekîtiya Ewrupa dibêje ku li Bilerûsya Asayîþ û Polîs bi tungî  Êriþ dibin ser  Rexnevan ü Opozisyon û Rê nadin  wan ku bi azadî bîr û Baweriya li dijî systema yek Partî û Rijîma Dîktetor  Lukashenko bi awaKî Eþkere bikin. Li bilî wêjî bi hovane  û Zorê dijî Opozisyon bikar tînin.


Eve du Rojin jî Serok û Berpirsyarên Dewletên Yekîtiya Ewrupa li Bruxselê li hev civiyane û ta Îro nikanîbûn li ser Pêþneyara ku Bilerûs Tawanbar bikin û li der wê jî hinek Biryarê Boykotkirina wê Dewletê bikin.
Hinek Nûnerê Endamên Yekîtiya Ewrupa Banga vê Pêþneyarê dikin û dixwazin hemû Endam li gel wê Biryarê bin.
Lê Serokê Dewleta Qibris, ku ew jî Endamê Yekîtiya Ewrupaye, dixwaze ku li gel  Tawankirina Hukumeta Bilerûsyayê Tirkiyê jî Tawanbar bikin.
Lê Berêz Xanim Angile Mêrkil bi dengekî bilind li dijî Pêþneyara Serokê Qibriê ye.
Berêz Mêrkil dibêje:
„ Tirkiyê Hevalbendê meye, ew Endamê Nato ye, gelek Pêwendî û Têkiliyê me li gel hene, yek jî Pirsgirêka Penaberan ku Tirkiyê ji bo çareserkirina wê li gel me Alîkare“.
Ya ku Dewleta Qibris di Civîna Bruxsilê de dixwaze ku Endamên Yekîtiya Ewrupa tevayî Biryar bidin:
 ku ji Hukumeta Tirkiya bixwazin ew Lêkolîna xwe GAZÊ ji Avê Dorhawîra Dewleta Qibris rawestînê.
Di Banga rawestandina Lêkolîna Gazê  li Ava Derya Sipî  Derdora Qibrisê Bazarek li Civata Yekîtiya Ewrupa pêkhatiye:
Gunehkarkirin û Tawankirina Hukûmeta Lukashenko di warê Mafê Merovan de li Alîkî. Lê Rexnekirin di ware Mafê Merovan li Tirkiyê qedexeye ji ber ku Tirkiyê Endamê Natoye û ji bo Dewleta Elman jî Bercewendiyê Aborî  pêwîstire  ji Pirsgirêka Lêkolîna Gazê û Aloziya li dijî Qibrisê tê kirin.
„Xanim Berêz Merkil di derbarê Aloziya Qibris û Tirkiyê pêwîst nabîne ku Civata Yekîtiya Ewrupa Þîrova bike an Biryarekî li ser bistîne.
 Rewþa Mafê Merovan li Tirkiyê jî Tiþtekî  taybete ku Hukumeta Tirkiye tenê ji ber wê Berpirsyare, ew Karek hundirîye!.”
Qey Endamên Yekîtiya Ewrûpa nezanîn ku Dema ew Rewþa Mafê Merovan Tawanbar dikin û Serokê Bilerûsyayê Gunehkar dibînin, nezanîn ku di wê Rojê de 50 Polîtîkvanên Kurd li Tirkiyê bi awakî hovane hatin girtin û Hukumeta Tirkiyê ew Kesayetîyên Kurd bê Dadgeh xistin Zindanan?
Ma nebihîstin ku Serokê Ilayeta Qarsê bi Namekî  ji du Rêzan ji Kar hate derxistin û li Cihê wî  Nokerekî Polîsan hate danîn?
Ma Ew Hukîmetên Yekîtiya Ewrupa nizanin ku bi sedhezaran Prpfesor, Mamoste, Doktor,Parêzger, Rojnamevan,Nivîskar, Rewþenbîr, Polîtîkvan,Cotkar û Xwendevan  Jin û Mêr ji dehan Salan de di Zindanên Tirkiy de bi Þêwekî nemerovane jiyana xwe di bin Zordestyê de derbasdikin?
Guneha wan Kesan çi bû?
Bîr û Baweriya xwe bi Mafê Merovan dikirin û Banga bi cih anîna Jiyaneka Civakî li gora Bend û Gotinên Civata Milletan Mafê Mirovan li Tirkiyê pêkbînin.
Govê Pirsgirêka Milletê Kurd tê bi navkirin, Mafê Mirovan tê jibîra kirin!
Ibrehîm Þitlo
Kurdish@Islamic Studies
02.10.2020


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark