Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Hêviyek ji Lêvegera Kurdî a Bilind

 


 Konê Reþ

Hêjano! Bêguman em kurdên Rojava di rojên dîrokî û zor hestyar re derbas dibin.. Û dawî, (Lêvegera Kurdî a Bilind) di nav rêxistinên me de hat morkirin.. Tevî seqetbûnê ku, du partiyên sereke ne di nav de ne.. Ez vê lêvegerê pîroz dikim.. Bi hêvî me ku ew jî di nav kerwanê Lêvegerê de bin..
 Bi morkirina vê Lêvegerê re, bi min xweþe ku ez pirsa parastin û guhdana zimanê kurdî ji wan bikim.. û bînim bîra endamên vê lêvegera Kurdî ku ziman û kultura me jî li ber talanê ye..


 Piþtî ponijandinê, min gotin ji gotinên van her çar lehengên peyva kurdî a resen çêtir nedîtin ku ji (Lêvegera Kurdî a Bilind) re raxînim ber çavan: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî û Cegerxwîn.
   Gotinên ku min divîbû binivîsim, hêviyên ku min divîbû ji wan partiyan re bibêjim, van siwarên peyva kurdî, berî min gotine, nivîsîne û gazin û hêviyên xwe anîne ziman.. Vêca min pêwîst û çak dît ku ez gotinên wan di vê derbarê de dubare bikim.. Da ku yên jibîrkirine, bînim bîra wan û yên ku nexwendine wan þiyar bikim ku bixwînin:

 "Belê xorto! Ew dixwazin tu ji wan re bibî xuþkî (Xulam). Kirine serê xwe te daxurin(daqurtînin). Zimanê te jêkin û yên xwe bi devê te bikin. Da ku tu nikarî kurdaniya xwe bi lêv bikî..  Xorto ! Bi ser kela me de girtine. Ji derve dijmin dirêjî me kiriye. Ji her mêlê êrîþ e. Di hundirê kelê de þerekî din, bê eman û ji ê pêþîn mezin û dijwartir heye. Þerê me bi hevdu re ye. Di mal de jî dijmin..  Herê xorto  ! Birîna me a mezin û xedar dexse, berberîye, jana dexsê ye. Em sîngejarin. Ji derve serma li me dixe. Li hundur em bi janê dikevin".
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawarê, hejmara 18 sala1933an.
   
"Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiþtî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin
naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletêndin re pêþ ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin"
 Dr. Nuredin ZAZA, rûpelê pêþîn ji Destana Memê Alan.

"Ziman zimanê me giþika ne?! Ne yê yekî an yê didiwane, gava ku em ji bo zimanê xwe bi xebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyfa yê ku heya niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêmin.. Gelek ji xortên me çavê xwe berdane nivîsandina helbestan, ev ne tiþtekî hêjaye,divê nivîsên rastesere bêne nivîsandin. Belê helbest tiþtekî ji edebê ye, lê ne tevaya edebê ye.
   Di vê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe bi nivîsîne, lê nizanim hemû ji min re helbestan çêdikin.. Em miletekî bê ziman in. Anha pir xortên me hene xwendane, bi erebî jî xweþ dizanin, dibêjin: (Em dê ji miletê xwe re xizmetê bikin..) Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin û ezê dê çawa ji wan bawer bikim..?!"
Osman Sebrî: Kovara Hêvî, hejmara (7)an, sala1990 li Parîsê.

"Çi zimanê ko folklor û tore têde fireh û mezin bûne, ew ziman, zar, þîwe ji zimanên mezin têne jimartin.. Her wekû pêþveçûna dezgeh û jîna civakî jî, yek ji van tiþtane, ko ziman pêþve dibin û fireh dikin... Di vê meydanê de zimanê kurdî -zarê kurmancî- gelek dewlemend û mezin û payedare. Ji her nifþî helbeste, lawik, heyran, istiran, serpêhatî, çîrok û liztik dagirtiye.. Lê pir cihê axîne, ko heta Sedê Bîstan jî, tiþtekî hêja di vê meydanê de nehatiye çêkirin, ne hatiye nivîsandin û belavkirin.."
Cîgerxwîn, 27/11/1965,  Folklora Kurdî, Stokholim 1988  

Konê Reþ, Qamiþlo 24/09/2020

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark