Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Helbestek Ji Evîna Rojên Kevin: Zeriya Min!

 



Konê Reþ

Were Zeriya min were!
Bi kû ve direvî?!
Tê bi kû ve herî û
vî dilê reben bi xwe re
bibî..?!


Te nîvê bi evîn ji min dizîye,
nîvê hîledarî,
ji laþê min re hiþtiye!!
Were, vî nîvê jî ji xwe re bibe..
Ne ev nîv dikare bi hilgirtina barê laþ
rabe û ne laþ dikare
bi heza vî nîvê hejar û belengaz
bijî..
Were, te ez di navbera jiyîn û heyînê de
hiþtime..!
Tu û mirin li bal min bûne
wek hev..!
Hêza we herduyan
wek heve..
Her yek ji we;
min bi dûv xwe de dikiþkiþîne...
Ez jî, di vê navê de,
bêçare û þaþomaþo bûme,
Serî li min hatiye gerandin û
êdî nema Bakur ji Baþûr
nas dikim..
Çiya û geliyan ji hev
derdixînim û
þev û rojê ji hev
ditefsilînim..
*     *     *
Were Zeriya min were!
Were û herdû nîvên dil
bi hev ve perçîm bike..
Ji nû agirê dil dade û
bi ardiwê evîna xwe
gur bike..
Were!
Netebitîbûn û bêhedaniya min
çareser bike..
Kêmasiyên min
þanî min bide..
Kilîta windayên min
bixe destê min..
Were, belkî tu aveke sar
bi ser agirê hinavê min de dakî û
vemirînî..!
Penaberiya ku ez têde dijîm, dûrbûn û cefaya ku
ez di nav de raketîme
nêzîk bike..
*     *     *
Were Zeriya min!
Were û min li welatê min
vegerîne!
Hêjî pîne li þûn pîne
têne dirûtin..
Di þûn daristanên þewitî de
derfet mezin e ku em ji nû ve
daran biçînin..
Tenûra temirî, careke din
dadin..
Xaka ku ji dehê salan ve beyare
careke din bajon û
tovekî nû di qata vê jînê de
werkin..
Raste Zeriya min!
Likumandina pey likumandinê
westandine..
Lê Zeriya min! Likumandin nîþana berdewamî û
hezkirina jiyanê ye.
De were Zeriya min!
Dem dilovaniyê nake û
vî dilê reben rehet bike.

Konê Reþ/  Qamiþlo  



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark