Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Gelawêjên ronîdar.

 

Mizgîn Hesko 


Li wir, li wê xaka ku ne Pût, Senem û Payker lê dihatin parastin lê belê roj û tîrêjên rojê ku nîşana hebûna Xwedawendekî cuda bûn . Xwedwendekî din ku hêjayî çokdanê û pîroz dihat parastin û pejirandin.
 Li wir ...li serê wan çiyayan, li serê wan joriyan,  oldarên cuda hebûn ku baweriya xwe bi yekxwedayî tanîn û bi çavdêrî û felsefeyeke ronîdar û cuda diyardeyên heyî şîrove dikirin û jêderên sirûstî Av, Ax, Ba û Agir jî pîroz didîtin.
Belê li wir jî û hîna ji destpêka jiyana piştî Tofanê ( Tofana Pêxember Nûh ) , hin afrîdeyên din jî dihatin pîroz kirin.


 Çima na...!? Ev ku em baş bizanibin û têbikoşin ku Kurdan navê jiyanê û berdewamiya jîngehê, hebûnê û perwerdahiya nifşan bi Jinê ve girêdidan, ji wan Jinan re digotin :
*Jin....ji jiyanê, ji jînê û weha jî ew binav dikirin, hevjîn û hevjiyan, heval û sitûnê malê.
* Afret, bi wateya ku ew mê afrêner e û jiyanê..... jiyana nuh û bedew di‘afirîne û bixwedî dike.
⦁    Pîrek ...Pîra zana û hoşmend  û em dizanin ku kurdan û ji mêj ve bawermendên olên kevnar û  Êzdanasan ji wan kesên jîr û zana re digotin Pîr û ew Pîr ciyê rêz, bawerî û hezkirina mirîdan bûn.
⦁    
⦁    Hîna 5000 sal B,Z ... nifşên Medayî û Magos ku ji  zarokên Yafet kurê pêxember Nûh bûn, Ademîzad ji incama têkiliya Mîş û Mîşana dipejirand, bi wateyeke din ku nifşên nûhatî ji incama têkiliyên rewa yên Nêr û Mê dihatin qadeya hebûn û jiyanê, ango wan bi awayekî dagirtî hizirîn û reyalîstîk ev Fênomên( phänomen) şîrove dikirin.

Paşê Mûsawîtî, Xiristiyanî û Musilmanetî hatin û Jin geh bi parsiwê xwar ve, û geh ji baskê Adem dane çêkirin, ew Jin ji wê atmusfêra pîroz daxistin û ew kêmî Mêran kirin, ew bi kincên reş nixumandin û bi bêhişiyê ve girêdan.
Medan û Magosên zîrek û stêrnas , beriya ku xwedawend Inana , Afrodît, Iştar û Vînos navê Gelawêj û Anahîta li stêra zuhrayê kiribûn.
Gelawêj , stêra aşiq û avîndaran, stêra herî ronîdar ji rista Gerdûn û keyhanê.
Ku di meha Gelawêjê de( meha heştan, Tebax , havîna dawîn de ) ew Stêr weha geş û cuda tête der.

Heman xwedawenda Jin, dema ku Mêr li nêçîrê bû, bi destekî sîrmijê xwe ber bi himêza xwe hildigirt , û bi destên din bexçe û bistanên malê av dida û aşêv dikir.Heman Xwedawenda Jin bi çarika spî , bi keziyên hinerengî , bi kiras û xiftanê rengîn,buharî û newrozî bi destekî  çêlek û sewal didiot û bi destê din penîr, nîvişk û sîrek û hwd ji qûtê malê amade dikir,ango ew her hevbeş bû, mil bi mil li nik mêrên çeleng û pêşmerge û şervan û aboriya malê xwes û geş dikir.  
Jinên bi xizêm û tatooyên bedew, ku Rojîn, Nesrîn, Şîlan, Hemrîn, Erxewan, Nazdar, Gulzîn , Mizgîn , Dilber û Rewşen bûn, belê heman Jinên ku bi navê gulan dihatin binav kirin, heman Jinên ku li ser Hespên bi zîn û rikab siwar dihatin û berevanî di ber xaka xwe de dikirin.

Gelo ma ev Jinên ku îro di nexşeya wêjeyê de beşdar û dest avêtine pênûs û xameyê û derdên welatên xwe tînin zimên, ne heman parêzvanên rist, pend, mamik,stran, kilam û heyranokan in û hwd....?
Gelo ma heman dayik, ne dayikên çanda devkî ne...?
Gelo...ma heman Xwedawendên bi çarikên spî û bi keziyên hinerengî, şox û şeng, xwedan çend destên din ên ne penî ne, ku îro dikarin di heman demê de û bi her destekî tiştekî bikin û bi tiştekî bigirin....?
Heman Jinên ku wê gavê perdeya reşî, tarî û stûr qetandine û dest avêtine tîşkên rojê û li asoyên sor nêçîra bedewiya vegotinê dikin, tekez berdewamiya heman dastanan in.

31. Gulana 2020.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark