Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: AHÎN Û NALÎN

 


Mahmod Oso

Nalînek tê ji çiyayên Hawar.
Gund û bajar bûn kavil û dijwar

Barek girane li ser milê min
Dane ser hev sed ahîn û kulên min


اem û newal ji xwînê bwiye sor
Gel ji welat derketin çûne dor.

Abûdan û þêxorzê û qestel
Jarê û qurnê û þarê bilibil

Bi yek can û dil da çêkin civat
Bi daxwaz û lava natê felat.

Bi qîr û firyad nalîna welat
Rabin serxwe,ev çaxa xebat.

Qelenga te ne zêr û cewhere
Xwîna sor, bûka te werê dere

Wek mîtan û horî serî hilde
Efrîn þiyar be ji xewê berde

Xort û keçên te þêrê çelengin
Kalên te þepalin û lehengin.....

Em tev zanin ser gunda azare
Azadî tê li meha........buhara

Eger bav û bira , ne li hevbin
Mêrê dayka te , Ereb û Tirkbin.

Ege tu bi va ton , awa razî
Xulî li serê te ey  kepezî....

Ez zanim dîroka te mêr anîn
Tu jî wek wan be bi hêz û zanîn.

Bûka te xwe da ber xeml û þemla
Ji destê xwe bernede ey xuda....

Kurdistan neyaze her kes dixwazî
Hezar sal li ser min ....cengebazî

Binêre derdora te gul naze
Tirk û Ereb serê te dixwaze.

Kel, horî û sem`an sêwî ma
Bira li bira da piþta hev þika

Tevdem û encûman li hevxistin
Dijmin mala we tev da rêþkirin.

Hûn þêrin ,lê rovî ket koza we
Mirîþk dizîn þikandin boza we

Kanî li hewlêr soza we danî
Hûn hatin wekî tîtî li banî

Her kes ji bona xwe dikale
Gelî kurd ji bîrînê dinale

Kalê heftê salî bilind bankir
Kurdino rabin xebat dest pêkir

Ey nifþên nû bixwînin bi serbest
Da ku  hûn welat rakin ji bin dest.

Kurdistanê paqijkin ji dizan
Ji nûkeran û ji kesên erzan

Ey nevînên kurd bêje te xêre
Bi hîn û xwendin , zanîn zêre

Tavê buharê berxudana jînê
Geniya cahþoka dibê ji kînê

Yek car were guhdar be li sîper
Nikanin ji te bistînin yek per....

Karê mezin bike, ne karê çûk
Kes nema ji te bibê hevdak mûk

Hemo kurd li ser þopa te derin
Welat perwerin, li cengê þêrin

Efrîn,Hemrîn,Hindirîn hem þêrîn
Þewq û þemala te daye mizgîn

Bi tac û kovî ezê bibim bûk
Li binda zava bimînim ken rûk.

Ez bûka Kurdistan im rûmetdarim
Xudî namûs û þerf........dildarim

Malê lê nikarê bibe xudan......
اeqel û rovî lê dibin serdan

Sêsid û þêst û þeþ gulin þînin
Cotkar û þivan dijmin dertînin



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 2.33
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark