Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexþan: Çav li rê me

 



Ebdilmecît Þêxo

Eger tarî li te
                         barî
Ezê hemû pêçiyên
                         destên xwe
Ji te re bikim
                            findên sêrengî
Eger tarî li te
                           barî


Ezê herdu sêvan
                  di buhuþta sînga xwe de
Di giyanê te de
                   bikim çirayên vêketî
Lê ez  çav li rê me.
                xxxxx
Carekê li ezmên binhêre!
Stêrka Gelawêjê  jî
Mîna min pir rindik e
Lê ez hîn sazên tiktikên
                            dilê te
Mîna þîhîniyên hespên rewan
Û pêlpêlokên ava Dicle
Li bin sersiyên darên zêtunê
                           Û darên henaran
Di xewnê de jî dibhîsim
Binhêre Memo!
Çavên pîkên daran
Li ber ronahiya Rohêvê
                 teng dibin
Lê ew ranazin
Ew ji min re
Çîrokên hevalên serjêkirî
Li teþiyê dixînin
Lê dîsan
Ez  çav li rê me.
Stêrkên din jî
Þîlanên çiyayê Lêlunê
                              Maç dikin
Lîlava Hawarê vedixwin
Û gerdenên gangilîkî
Diyarî min dikin
Gabelekên deþtên me
Ji ganglîkên dilên jinan re
                                     distirên
Lê ez çav li rê me.
Were !
Di bin sîtava herdu
                       henarên min de
Dîsan palvede
Min sêwî mehîle  
Were!Were!Were!  
xxx
Efrîn,21.07.2020



 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark