Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

sersaxî: Sersaxîyek ji Konê Reþ bo Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan

 


Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan!
Civaka kurdan ya Kazaxistanê!
Hêjano! Bi mixabinî û dilekî þikestî me li Qamiþlo, nûçeya koçkirina xatûna kurdên Kazaxistanê (Gulistana Hemo Bedirxan: 1925-2020), li bajarê Amata bihîst.. Eva ku ji ber qencî, dilovanî û rehma wê li ser hejar, belengaz û feqîran di nav civaka kurdên Qafqasayê de bi navê (Dayika Kurdan) û (Dayika Têrêza) dihat naskirin.. Xwedê wê bi dilovaniya þad bike.. wek ku kurdan gotiye: Þêrejinek Kurd bû, stûna malbata Zîyoyê Bedirxan bû..
 Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan!
Xweþ li bîra min e dema ku di sala 1992an de tu hat Qamiþlo.. Me li mala rehmetî Dr. Alî Loqo hev dît û baþ em bi hev re li dîroka malbata te (Bedirxaniyan) sekinîn.. A dinî rojê, em bi hev re çûn Eyndîwerê, raserê bajarê Cizîra Botan, da ku tu ji wir bajarê (Cizîra Botan), hêlîna bapîrên xwe bibîne.. Hingî, min tu naskir.. Min reseniya te naskir.. Min Bedirxaniya te naskir..


Jixwe wek ku tê gotin; bavê te Zîyo Bedirxan bû, yê ku di sala 1953an de, piþtî mirina Stalîn, bû rêber û alîkar ku Barzaniyê nemir ji Taþqendê here Moskoyê û çav bi Xorþov keve..
Belê, wek ku mamoste Hemîdê Hecî Derwêþ her dema ku dibû behs û qala Bedirxaniyan digot: "Bedirxanî li kû bin, Kurdistan li wire.." Li gor þopandina min ji kurdên Kazaxistanê û bi taybetî yên ku li bajarê Almata ne, rola te wek Bedirxaniyekî di nav wan de zor mezin e, tu bi wî erkê xwe yê kurdewariyê radibe.. Mala te ava be..
Belê ezbenî Prof. Ezîzê Bedirxan! Xwedê dayika te (Gulistana Bedirxan), dayika Kurdan, bi dilovaniya xwe þad bike.. Buhiþt mala wê be.. Serê te û malbata te sax be.. Serê kurdên me li Kazaxistanê sax be û  serê gelê kurd sax be.

Konê Reþ/ Qamiþlo

10/7/2020
   


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark