Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Spasî ji Xweda re û serkeftin ji bo zanyar û zanînê

 


 Spas ji bo hemû kesên ko bendewarên min bûn di wan 14 rojên bûrî de û bi taybetî di hebûna bêtirîn fakterên metirsiyê û ew jî ev in:

1- Temen di ser 50 salî re ye.
2- Berî temenê bêzarbûnê ji hêla zayendî ve nêr bêtir lê piştî wî temenî  mê û nêr wek hev dibin.
3- Çigarekêşan û Ergîlê ko xwezayê jî gemar dikin.
4- Herdemvexwarina Elkihûl.
5- Qelewî û zêdebûna giraniya mirovî.


Mixabin em di cîhanekê de dijîn ko sêçarîkên wê belengaz in, çendîn kîlomitran dimeşin tako hin xwarinê bidest bixin û beraber vê jî hin kes hene bi dehan kîlomitir dimeşin ji bo xwarinên ko tije don in xwarine, bihêrin.  
6- Awayên jiyandinê yên aram û rawestî û kêm tevger.
7- Girtina ji dê û bav û amadeya pêketina nexweşiyên dil û damaran û li vir pir bezê di xwînê de yên sêqatî û kolîstirola ziyanker..
Bi kurtî di 14.05.2020ê de ji nişka ve min xwe dît ko pir westiyayî me û xwêdaneke pir min daye û bihna min teng dibe û êşek di sînga min de bi bal aliyê paş parsûyan ve diçe û bi şewat e li argûşk û milê min yê çepê belav dibe.
Soza min î salane jî wê rojê bi doktorê taybetmedarê ling re hebû ji ber nexweşiya min î şekir, yekser min jê xwest ko li GP binere û nexişandina dil bike.. Bi rastî min dît ko hinek  guherîn di ST û T de hene
Wê hingê bijîşkê min yê malê biryar da ko biçim nexweşxaneyê bi rewşa lezgîn, ji ber ko ez bijîşk im û yekem car çêdibe ko çûna nexweşxaneyê ji ber hin mijarên taybet red dikim, lê li vir dixwazim ko bi rêka we xwe hişyar bikim:
1- Mijarê mezin neke ko kabûsa kêmçûna xwînê bi ser dil ve di hizira te de bibe kamûsekî herdemî.
2- Sersariyê neke û nebêje bi hawarhatinê naçim nexweşxaneyê tako pêrabûnên pêdivî pêk bînin. Lê çi behane nîn e, eger çi rewş jî hebe tu sersariyê nekî, çimkî bi rawestandina dil bi taybetî di heşt demjimêrên pêşî de dibe tu jiyana xwe li ser bike.  

Ya giring sê tişt tekez dikin ko qotika dil (celte) û diyarbûna du ji hersêyan têderxistinê tekez dike:
1- Êşa sîngê û ew bi hêz û şewat bû û carina mîna kêran sînga mirovî diçirîne. Êş di navbera perdeya rêgirt û heta argûşka bin û diçe nav herdu milan an jî milekî, êş bi piranî westînî ye, an jî dibe di vehesînê de be an tengaviyê de an di guvaştîna damarên kilîlî de be, li vir dibêjim agehdar bin, êş ji kesekî ta kesekî dî têvel e dibe êş li bal kalemêr û pîrejinan an li bal nexweşên şekir bê û biçe.
2- Diyardeyên ko ligel êşa sîngê wek westandina giştî û tengiya henaseyê û xwêdana pir.
3- Guherînên nexşkêşeya dil û guherînên Tand ST li gora pileya derbê û damara têkçûyî. Di vir de dibe nexşkêşeya dil li bal 30% ji nexweşan normal be û dibe jî mirov kirîza dil bibîne û bêyî çi guherînan di ST û T de hebin.
Lê li bîra xwe bîne ko kirîz nîn e bêyî bilindbûna tirşdankan û di dil de ew jî ev in: Troponin T û CPKmb.
Ya dirist mirov yekser û bê dudilî bi hawarhatinî biçe nexweşxaneyê û li rewşa xwe binere.
Bi rastî diyarde û ev tev de bi min re bûn. Min wênekêşiya damarên kilîlî kir anko qestere û di encamê de hin girtin di şaxên binî yên damara aliyê rastê ya dil de hebûn.
Di 15.05.2020 ez derbasî çavdêriya hûrbîn bûm, di 17.05ê de wêne girtin û di 21.05 operasiyona dilê vekirî kirin, çar şaxên damara kilîlî çak kirin,
4CABG.

Li Nexweşxaneya giştî Austin û Warringal ya taybet sê rojên bi êş piştî operasiyonê min derbas kirin.

Ez dê guh bidim çalakiya dil tako dîsa ciwan kar bike.
Spas ji tîma bijîşkan re û yên berdestkên wan jî ko bi erkên xwe yên mirovînî rabûn ko ewqas mûçeyên wan jî kêm in, gerek ev bi milyonan bistînin, çimkî di tevgaviyan de pir .xizmeta mirovîniyê dikin
Spas ji bo tîma bijîşkên taybetmedar li nexweşxaneya Box Hill

Spas bo tîma neştergeriya dil û balkêş e ko li Ostiralya piranî jin in.
Spas bo Dr. Karlos Robos yê ko salane bi hezaran operasiyonan pêk tîne.
Dibe kesk bipirse gelo wê rewşa te çi baya, eger li welat wisa bi te re çêbiba?

Min bê dudilî û bê minet û westandin û ne bi armanca peran xizmeta milet û sendîkeya xwe 30 salî kir, lê gava sala 2012ê ji neçarî vegeriyam welêt  
Min kaxezek ji sendîkeya bijîşkan ya bajarê Qamişloyê xwest ko min evqas sal xizmet kiriye û ez endamê sendîkê me.
Sendîkeya nerêzdar ya ko durv basî ye civiya bi serokatiya birêvebirê wê yê ko li ser me ji hêla Basiyan ve ferizkirî bû heta kaxez dane min û di sala 2017ê de ez ji sendîkeyê avêtim bi behaneya ko min ji dawiya sala 2012ê ve perê beşdarbûnê nedane, wê demê dora 10 000 L.S bûn tev ko em pereyên beşdarbûnê ji sindirîka hevbeş didin ko hêj ez endamê wê me jî û pereyên min yên sala 2012ê di hustê wan de ne ko ji bo 12 heyvan 30 000 L.S pereyên min yên li bal wan 360 000 L.S û wê hingê dolar bi 55 L.S bû.
Jiyan wisa ye..!!
Bi tehlî û şêrîniya wê bipejirîne û bi erkê xwe ê tekûz rabe.
Herdem li bala xwe bînin, welat ew e yê ko rêza te digire.
Mirovên te ew in yên ko di tengasiyan de li rex te ne.
Welatê ko serokan pîroz dibînin û guh nadin mirovîniyê dê herdem stemkar û sernixûz bimîne.
Pêdiviya me bi rêkxistinên civaka sivîl yên rastî heye.
غ ne yên ko bi hizira filan û bêvan çêbûne.

Dr. Beşîr Ehmed
wergerandin ji Erebî: Ezîz Xemcivîn

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark