Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Tu ji kî re dinivîsî?

 


Lazgin Dêrûnî   

Em kengî dikarin ji yekî nivîskar re bêjin nivîskarê kurd?ji ber gelek caran guftûgo li ser vê pirsgirêkê tên kirin û kesin berûpêkan didin kesên ku ne bi zimanê kurdî dinivîsin ji ber qedexekirina zimanê kurdî li Kurdistanê bi giþtî .
Helbet kesê nivîskar cihê rêzgirtinê ye û ji mafê wî ye bi çi zimanî binivîse û berhemên xwe çap û belav bike,lê bi mercê ku bingeha nivîsandinên wî zimanê kurdî be,li vir em dikarin jê re bêjin nivîskarê kurd û pirtûkên wî dikevin pirtûkxana kurdî de,lê babet li ser wan kesên kurd ku ne bi kurdî dinivîsin , gelo em dikarin ji wan re bêjin nivîskarên kurd an na?


Ji bo vê yekê em dikarin çend nivîskaran navdar ku ew kurdin bikin mînak , yek ji wan, helbestvan û nivîskarê navdar û gewre Cegerxwîn,gelo çima berhemên wî li herçar parçên Kurdistanê belav bûn û tên xwendin ? helbet ji ber ku bi zimanê kurdî dinivîsand û her xwendevanekî kurd dikarî bû bixwîne û jê fam bike ,ji vê yekê em dikarin jê re bêjin nivîskarê kurd Cegerxwîn û berhemên wî jî dikevin pirtûkxana kurdî de û cih digirin .
Nimûna din nivîskarê navdar û xwedî berhemên dewlemend Selîm Berekat ,tevî ku ew kesekî kurdê Rojavayê Kurdistanê ye lê ne naskirî ye dinav kurdan de ji bilî hijmarek piçûk ji rewþenbîrên kurdên Rojavayê Kurdistanê lê bêtir naskirî ye ji aliyê xwendevanên Ereb ve ji ber ku nivîsandin û berhemên wî bi zimanê Erebî ne,ev bû sedem ku Selîm Berekat nehatiye naskirin li ser asta Kurdistanê û em dikarin bêjin kû berhemên wî jî cihên xwe di Pirtûkxana kurdî de nagirin wekî kû di ya Erebî de cih digirin, yan jî dive ku ew berhem tev wergerin zimanê kurdî.ji ber vê yekê di bawerya min de em nikarin jê re bêjin nivîskarê kur Selim Berekat.
Her weha bi dehan nimûneyên din hene li seranserî Kurdistanê lê em wan dikin du beþ:beþê bi zimanê kurdî dinivîse ew wek niviskarên kurd têne diyarkirin ,beþê ne bi zimanê kurdî dinivîse, mixabin ew wek nivîskarên kurd nayên diyarkirn .
Di dawî de ez dixwazim tiþtekî din yê herî giring ji bo wan kesên kurd yên ne bi zimanê kurdî dinivîsin bêjim :win ji kî re dinivîsin?di paþerojê de dema kurd xwe ji zimanê din rizgar bikin û tenê fêrî zimanê xwe yê kurdî bibin, wê demê wê çarenosa berhemên we bibe çi? Gelo em tenê ji roja îro re dinivîsin yan ji bo paþeroj û dîrokê û neviyên me û nifþên werin?

16.05.2020 Swîsra

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark