Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: GEWREYÊN KURD

 


  SEID YUSIF

HUSÊN HUZNÎ MÛKIRYANÎ (1883_1947)z.HUSÊN KURÊ, ABDLETÎFÊ ÞÊX ÎSMAÎLÊ ÞÊX ÎSA YÊ ÞÊX LETÎFÊ XIZANÎ
ji dayik bûye, û tê ser rûkê zemînê, li gundê :BENDE GENDÎ. derdora mehabadê, li rojhilatî kurdistanê.
Roja 12 ê êlûnê, sala (1883)ê. weke ku Dr. ÎBRAHÎM XELÎL ALLAF. Diayr kirîye, lê mixabin hinin din dinivîsin, di sala 1893,an çêbûye.
Weke hûn dibînin, deh sal, kêþe heye, gello kîjan dîrok raste?


Ez nezanim ! lê di bawerîya min de, a rast weke Dr. ALLAF diyar kirîye, ji ber çi.?  sedem çî ye??
Ji ber ku di sala  1905 de. digihêje RÛSYA yê, di wê demê de temenê wî çend sal bûn? Ez ne bawerim, ku zarokek, temenê wî  /12/salî bikaribe bi tena xwe here, RÛSYA yê, ev çîrok nakeve, mejiyê mirovan,
HUSÊN, di qonaxa jiyana xwe ya, pêþinde de, fêrî, zanistên, olî dibe. Li ber destê BAV Û XALANÊN  xwe.

DI qonaxa, jiyana xwe, ya duyem de, ew xwe bi xwe, fêr dike, ji ber ew kesayetekî zîrek û jêhatî bû... dest bi xwendina, dîroka kurdî dike bi kûranî, û tore û ziman, û zanistên, nûh û modêrn.

MÛKIRYANÎ : tê naskirin, weke, kesayetekî, evîndar, û aþiqê koçberîyê, di hundurê nava wîde, kelek germ hebû, Agirekî, vêxistî, sar nedibû, weke VOLKANEKÎ, vêxistî, û çalak. ne dihiþt ew raweste, ji ber vê kelê, ew bi çolê dikeve, û rêya rêwîtîyê dide ber ç`avê xwe. diçe : MARAXA, TEBRÎZ, YÊRÎVAN. ta di gihêje MOSKO. paytexta RÛSYA YÊ.....du salên jiyanaxwe, derbasdike, di nav bera... MOSKO Û BUTRISBORGÊ de.
                                   _   1 _
        ___________________________________

Paþre HUSÊN tê turkî ye û niþtecih dibe li bajarê îstanbul. hîndarî kolandin û nqþan, li ser kevirê giranbuha, dibe. ew Du salan  jiyana xwe dubhêre li wî bajarî.

MÛKIRYANÎ, serdana ÎRAN, dike, û EFXANISTAN... HINDISTAN... SÛRYÊ... LIBNAB... MISIR... HÎCAZ...
Tê gotin, ku  cillê, EFXANÎ li xwedikir,  xwe pê vediþirt, bo tu kes wî nasneke.
li hemî deverên kurdistanê geriya ye, û þopandîye, di wê çaxêde ewî hemî dîtinên xwe, di nivîsîn bi zimanê KURDÎ, û di hat belavkirin di Rojnameya KURDISTAN. ya li QAHÎRE di hat çapkirin.
 
MÛ KIRYANÎ carekedin koçber dibe. lê vê carê ber bi EWROPA yê diçe, xwe dighîne, FERENSA Û ALMANYA.di wan salên xerab û asteng de. sala /1915/.an.
Diçe BERLÎNÊ. çapxaneykê dikire ya tîpên erebî, û vedughêze,HELEBÊ LI SÛRYÊ, û wê çerx dike li gorî alfebeya KURDÎ,ya tîpên EREBÎ, ji ber vê yekê. dîroknasê KURD : CELÎLÊ CELÎL diyardike ku MÛKIRYANÎ : weke sazimankarê ALFEBEYA KURDÎ YE.. lê hinek dibêjin ku XELÎL XEYALÎ ew sazimankre.

Li HELEBÊ, MÛKIRYANÎ dest bi çapkirina kitêb û rojnama û kovaran dike. û belavdike bi rengekî veþirtî û bi dizî, lê mixabin, desthilata FERENSAWÎ ew qedexe dikirin, je ber ku ne dibin sîya bercewendî, û sûda siyaseta wê debû. ji wan kovar û rojnama weke tê gotin :_ARARAT...KURDISTAN... BOTAN... ÇIYA KURMANC.... DIYARBEKIR.... SORAN.... lê mixabin,
tu jimar ji wan neman, û ne hatin dîtin, ji ber vê sedemê hinek bawerîyê bi hebûna wan nakin ji binîde.

Çapxaneya MÛKIRYANÎ berdewamdike li helebê ta sala /1925/an.
Dema þoreþa ÞEX SEÎD PÎRAN vêdkeve li bakûrê KURDISTANÊ. di vê demêde MÛKIRYANÎ çapxaneya xwe vedughêze, di navbera, REWANDOZ  û BEXDAYÊ, û piþtî dema /6/mehan, careke din wê vedughêze REWANDOZÊ, û navê wê dike : ZARÊ KURMANCÎ.

                                      _ 2 _
____________________________________________
MÛKIRYANÎ, tê naskirin wek kesayetekî, ensklopîdî,.... Torevan... Ristivan... Dîroknas... Rojnamevan.. Zanyar... Hozan.. Hunermend..
Jiyanek.. Derbaskir, di bin astengî yê û alozîyan de. him belengazî, bêwarî, geh li ber dadgehan, yan di zindanande.

ne bû xwedî mal û kevanî,ewî jiyanaxwe, bi komikî xist bin pêdiviyên millet û welatêxwe,ew can fîdayê kurd û kurdistan bû,

Weke, tê zanîn, ew bi serbestî, bi zimanê FARISÎ, EREBÎ, TURKÎ, RÛSÎ, HIDÎ, EFXANÎ. zanîbû, ji bilî zimanê kurdî. Û pak zanîbû bi zimanê inglîzî, û ferensî.

MÛKIRYANÎ xwedî dost û heval bû. têkiliyên wî, bi gellek kesayetên, balkêþ û binav û dengre hebûn, wek : MIHEMD EMÎN ZEKÎ BÊG, TEWFÎQ WEHBÎ, REFÎQ HULMÎ, PÎRÊ MERD,
KAMÎRAN Û CELADET BEDIRXAN. û herdû KURDNAS, û KURDLOCÎYÊN
 RÛSΠ : FILADÎMÎR  MÎNORISKÎ( 1877_1966) û BASÎL NÎKÎTÎN(1885_1960).

MÛKIRYANÎ, di sala (1943)an.diçe bxdad. û li wir niþtecîh dibi, ta giyanê xwe ji dest didi, û diçe ber dilovanîya xwedayê xwe.di /21/9/. Sala(1947)an.

Piþtî jiyaneke, kurt û dagirtî bi berxwedanê de. di ber zanistîyê û  wêje û toreya kurdî de.
Li peyxwe hiþt çapxaneya xwe, û bi dehan kovar û rojname, û kitêb, û hemî bi zimanê KURDÎ. ji bilî hinan, bi zimanîn din.

Nuha, peykere MÛKIRYANÎ YÊ KURD, li REWANDOZÊ, serê wî bilnde, û musîxaneyek bi navê wî avabûye, têde hatiye parastin hemû pêdiviyên wî. Yên ji tore û antîkên wî  :weke çapxaneya wî u hemî jimarên, kovar, û rojname, û berhemên wî ji kitêban. Dilivaniya yezdanê mehrîban li giyanê te be, kesayetê giran buha.

Nivîs  SEÎD YÛSIF. Hesekê./29/ 4/2020/


المراجع باللغة العربية فقط:
١_ أ. د. إبراهيم خليل العلاف. المؤرخ حسين حزني
 موكرياني. مركز النور الإلكتروني للدراسات.
٢_المؤرخ الكوردي الشهير وقصة مطبعة كوردستان في حلب.
 مقال منشور في موقع مجلة آفشين الإلكتروني.
٣_د.مهدي كاكائي, المؤرخ والأديب الكوردستاني الكبير حسين حوزنيموكرياني، مقال منشور على صفحته في. f.

   

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark