Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: EFRÎN DI NAVBER PILANÊN HERÊMÎ , NAVDEWLETÎ , Û NEZANTIYA TEVGERA ME DE

 


Hişmend Şêxo*

(Nerînek di roja dagîrkirina Efrînê de)

Di 20 / 1 / 2018an de berî bi Du salan hêzên dagîrkerên Tirk bi hemî çekên xwe yên giran bajarê Efrînê dagîr kirn , ji encama heman dagîrkirinê bi sedan ji xort û keçên gelê me şehîd ketine û bi sed hezaran gelê Efrînê ji ser xaka xwe hilbûne ji ber tpobarankirina Beyalî û Ezmanî, Herwiha operesyonên guherîna demoxrafî û derwarkirina bi darê zorê ,Dizî û talankirina ji aliyê wan çete û çolaxên girêdayî bi dewleta Tirkiyê ve.


Sed mixabin ji pilan û helwestên navdewletî re ku hiştin dewleta Tirkiyê bi hovîtiya xwe berê xwe bide gelê me yê kedkar, Mirovhez û Azadîxwaz û berê van diz û pêxwasên ku bi navê ( Artêşa Azep) têne naskirin bidin Çiya , Navçe û gundên ciwan ,Herwiha piştî pêncî û heşt rojan ji topbaran kirin ,kuştin û wêrankirina vê herêma aram û bêrdar û li ber çavên civaka navdewletî û cîhanê bi seranser ,Li hember xinizî û bêdengiya rêxistin û komeleyên mafên mirovan gelê kurd bi kal û pîr , jin û zarokên xwe di jêrzemînan de kêliyên mirin û jiyanê bi hevre parve dikirin.
Di roja Yekşemê 18ê Avdara 2018an de, weke îro artêşa dewleta Tirk a dgîrker derbasî bajarê şaristaniyê bû , berê wan diz û pêxwasan dan navenda bajarê Efrînê û bi siloxanên ( Elah û Ekber ) dest bi dizî û talanikirina mal û samanên Efrîniyan kirin.
Di destpêka derbasbûna Artêşa Azep de Ji ber kîna dewleta tirk a dagîrker û bi armanca şikandin hêvî û derûna mirovê Kurd û birînkirina rûmeta netewî ya kurdî, dagîrkerên tirk berê wan diz û pêxwasan dane peykerê Kawayê serhildêr ji ber ku ew ji gelê Kurd re simbola Rizgarî ,Azadî û serfiraziyê ye, Lewre berê wan çete û çolaxan dane cîgehê peykerê wî li rex nivîsgeha partiya me ya kavilkirî...
Li wê derê, wan çeteyên xwefiroş, bi kîn û zikreşiyeke bêhempa, bi çanda xwe ya kevneperest berê guleyên xwe dane peyker û paşê zincîr û qeydên zordestiyê di peykerê Kawayê me girêdan û ew rûxandin...
Piştî wî karê gemar û kirêt, wan aşkere diyar kirin û gotin ku : ji navenda bajêr siwar radighînin ku ( Xak bi erebî dipeyive û Efrîn ne ya Kurmanca ye, Efrîn, Efrîna me ye ). Ji ber van kiryarên hovane yên dagîrkeran, bi sed hezaran ji keç û lawên gelê me mal, milk, gund, zeviyên zêtûn û hinaran li şûn xwe hiştine û ji neçarî koçber bûne, berê xwe dane çolan, di bin baran, û sermê de, bê xwarin, bê vexwarin û bê nivîn li dora hev hêwirî ne û bi keserên kûr û bi nerîneke hejar li bajarê xwe dinêrin!... Ji ber vê rewşa dijwar, û di siha kerrbûn û lalbûna civaka navnetewî û rêxistinên wê yên mirovî de, gelek şîrmij , zarokên piçûk , pîr û kal û birîndarên sivîl jiyana xwe ji dest dane û bûne qurbanên vê êrîşa hovane!.
Wekî em tev dizanin ku di dîroka me ya nûjen de, ev ne cara yekê ye Kurd têk diçin û hêviyên wan têne sêdarkirin, Diho li Kerkûkê bû , Berî wê li Mehabadê, Rêkeftina Cezayîrê …û îro jî li Efrînê ye , Mixabin herdem Kurd bûne qurbanê berjewendiyên xelkê û qelenê wê, derbiderî , penaberî û xwîna sor dane!
Piştî her ketin û likumandinekê, û di bin bandora êşa giran de, li şûna ku em bi Hişmendî li sedemên têkçûnê bigerin da ku di pêşerojê de careke din ew dubare nebin, em şerê hev dikin û her aliyek aliyên din tawanbar dike, û wî di ber ketinê de berpirsiyar dibîne.
Di wê Navê de, Em rastiya rola dewletên herêmê û cîhanê û rola herdu dewletên mezin û xwedî biryar di mijara Sûrî de ji bîr dikin ewên ku berjewendiyên wan di ser doza kurdî û ser her tiştî re ye.
Ji ber vê yekê hêzên me yên siyasî li Efrînê ji hev ketine û valahiyeke mezin li şûn xwe peyda kirine, ji ber ku ev encûmenên xocehî nikarîn bi tiştekî xizmet efrîniyan bikin û nakin jî tenê rola wan pûçkirin û tunkirina tevgera netewî ya kurdî ye , Lewre xemgînî û bêhêvîtî di nav civaka Efrînê de belav bûye.

Gelî camêran

Aşkere û zelale ku şerê Efrînê ji encama Rêkeftina Asîtana bû, di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsyayê de, ku li gora wê, Efrîn kirin berdêl ji Xûteya Rojhilatî Şamê re , Helbet hin xalên din ên ne diyar jî hene , Lê di vê derbarê de, berpirsiyariya Tevgera Kurdî her heye, ew ji vê bêtarê bê sûc û guneh namînin. Bi taybetî ( Tev dem ) û ( PYD ) ji ber ku biryara şer û aştiyê tenê di dest wan de bû , Herwiha ji wan xirabtir jî ( ENKS) kesên ku heya bi vê kêliyê di nav hemahengiya Sûrî de mane , Û îro jî hemî di wê kêferatê de ne çep û rast lêdixin , Lê tiştî ji hev dernaxin , Tenê dibêjin : ka em çi bikin û berê xwe bidin kê û kî dibe bila bibe ne xeme lê bila em wek Efrînê , û Serê Kaniyê nebin.

Bi helkefta vê roja xemgîn ez bejina xwe li hember Lehengên Efrînê ditewînim. Ew kesên dilêr ên jiyana xwe û her tiştên xwe erzan kirin û bi çanda kurdayetî xwîna xwe li ser vê xaka pîroz rijandin , ji bo berevaniya xaka kurdî û parastina rûmeta vî miletî.
Herwiha hemî kesên ku destê wan di vî şerî de hene û berê miletê me dane kuştin , kavilkirin û penaberiyê û bi taybetî kesên ku mayîn di mal û xaniyê sivîlan de çandin û çûn ez nefretê li wan tînim.
Ez hemî xebatkarên tevgera netewî ya kurdî silav dikim û bi taybetî kesên ku hatine girtin û li ser destê wan çolax û pêxwasan kotek , şewat û îşkence dîtine ez wan xebatkaran silav dikim û bang li hemî partîzanan , kesayetiyên serbixwe û xebatkarên tevgera rêzaniya kurdî dikim û ji wan re dibêjim : Ber bi xebateke zêdetir da ku êş û dagîrkeriya Kurdaxê , Serê Kaniyê li Cizîr û Kobaniyê dubare nebe. 
Hêvîdarim di rojên bê de heyamek erênî peyda bibe gelê me li xaka xwe vegere û tevahî Efrîniyên li welêt û li derveyî welêt vegerin malên xwe da ku em hemî bi hevre karibin birînên bajarê xwe derman bikin.

17 / 3 / 2020 

*Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark