Narîn Omer
Hinav westaye vê gavê
ji tîrêjên xewa tavê
Ji çavdêrên qelaþ û beþ
gemaran berdidin avê
Divê ew bête parastin
ji taswasê ji aravê
Bi nûzayên sirûþta pak
fena nêrgiz bi lavlavê
Bi wê axaftina canbaz
piyamek geþ xwe da navê
Eger kêfê bixwazî tu
li þûnza wê bi yek gavê
Li raser Aferîn xweþtê
pesendkirna siha tavê
Bi avzêma dînê wê her
geþ in guldar bi þîravê
Bi zeytûnan xemildar tê
diçînên jê re cînavê