Sereke | Beşź Erebī | Beşź Çandī | Gotarekī Rźke | Erşīv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Di 74 saliya komara Mihabadź de ( Avabūna Komara Kurdistanź )

 


Hižmend Žêxo

Di sala 1945´an de gelê krud li Kurdistana Rojhilat , li bajarê Mehabadê rêxistineke bi navê “Komeley Jiyanewey Kurd” ava kir. Vê rêxistinê di sala 1945’an de navê xwe kir “Partiya Demokrat a Kurdistanê”. Qazî Mihemed bû serokê vê partiyê. Wî di 22’yê Rêbendana sala 1946´an de li Qada Çarçirayê avabûna Komara Kurdistanê ragihand. Di 11’ê Režemiya sala 1946´an de parlementerên komarê sond xwarin û dest bi karê xwe kirin. Wan Mihabad wek paytexta Komara Kurdistanê diyarkirin. Komara Kurdistanê salekê dom kir, lê di wê demê de pêžengên komarê di warê aborî, civakî û çandî de gelek karên hêja kirin. Rojname û kovarên mîna
“Kurdistan”, “Nîžtîman”, “Hawarî Nîžtîman”, “Helale” di vê demê de derketin.
Ji bo zarokan jî kovareke bi navê “Girûgalî Mindalan” derket. .


Pižtî xebat û berxwedanek dûr û dirêj miletê Kurd li hemberî desthilatdariya Žahê Îranê kir, û ji ber ku mafê serxwebûnê. mafekî rewaye ji Gelê kurd re ku ew jî wek hemû gelên cîhanê ala xwe li ser xaka xwe hilde û jînek bi rûmet bijî di welatekî serbixwe , Azad û Demoqrat de û di vê riyê de bi deh hezaran qurbanî pêžkêž kirine ji bo Azadî û serfiraziya Kurdistanê.

Di roja 22/1/1946 an de li bajarê Mihabadê, Pêžewa Qazî Mihemed Komara Kurdistanê ragihand û li pêž kombûneke mezin ji xelkê kurd li meydana çarçira li Mihabadê Ala Kurdistanê hilda û got: ( Emro bažtrîn roje le mêjuyî jiyanî kurde roja ku alayî serbixwebûna kurdistanê li ezman žarê Mihabad bilind dibe.. û rêbaza pakrewanan di riya azadiya kurdistanê de wê bibe simbola xebat û berevaniyê.
îro em serbixwe ne û baweriya me xort e, alaya Kurdistan ya ku bi fidakarî hatiye hildan emê biparêzin ji ber ku ew erkekî girînge li ser milê me teva û nabe bikeve ..).

Avakirna Komara Kurdistanê bûyerên dîrokî bi xwe re anîn, ji wan bûyeran: guhertineke pir mezin di dîroka kurd de pêkanî, û kurdan bi destê xwe desthiladariyek ava kirin pê fêrî dewletdariyê bûn, tore û kultûra kurd jî hate vejandin, abûriya welêt hate vejandin, û tevgera kurdayetî li seranserî kurdistanê gež bû, xort û keçên Kurdistan ketin nav xebatê,û civaka kurdî bi hestên kurdayetî žiyar kirin ..
Herwiha yek ji çalakiya vê komarê ew bû ku jina kurd derbasî meydana xebatê kir.

Li gorî daxuyanên serokatiya komarê, wê demê, mebesta Kurdan ne cudahiya ji Îranê bû, Lê belê mebest ew bû ku
Kurdan ji zilim û sîtema hikûmeta Žahê Îranê rizgar bikin.
Pižtî ku yazde heyv li ser damezirandina komara kurdistanê derbas bûn, hêzên Žah, bi rêbertiya General Hažimî, êrîžî bajarê Zincan kirin, û ji wir peyamek ji Qazî Mihemed re žanidin da rê ji wan re veke ji bo derbasî Mahabadê bibin, lê serokê komarê ev yek nepejirand, û wê demê ew li derveyê Mahabadê bû, û bi lez vegeriya, Lê hêzên Îranî bi tundî êrîžî wî kirin, û ji ber ku Qazî rewža wê demê baž nas dikir, û ji ber gelek merc û sedeman, Qazî biryar da ku xwe radestî hêzên Îranî bike, bi taybetî pižtî ku Sovyêt pižtgiriya xwe ji Kurdan re rawestand.
Di vê çarçewê de gelek hewildan hatine kirin da ku Qazî û birayên wî di wê dadgehê de bêguneh bi derkevin , lê biryara Žahê Îranî bo bidarvekirina wan derket, û di 30 Adara 1947an de ew li meydana Çarçirayê hatine bidarvekirin.
Tevî ku komarê ji bilî Yazde mehan dirêj nekir, lê wê gelek destkeftî ji Kurdan re pêk anîn, ku radyoyeke Kurdî hate sazkirin, û bingeha sînemayê hate danîn, herweha dibistanên bi zimanê Kurdî hatine vekirin, û sirûda neteweyî ji bo Kurdan hate afirandin,
Komara Mihabad simboleke dîrokî ye di hebûna miletê Kurd de, ji ber ku ew yekemîn car bû, di dîroka nûjen de, ku Kurd komareke taybet bi xwe damezirandibûn.

Sed silav li giyanê pêženg û rêberê gelê kurd Qazî Mihemed

23 / 1 / 2020

Hižmend Žêxo
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêžverû ya Kurd li Sûriyê

Jêder : Pirtûka Komara Mihabad

 
Gotar Nerīne Xwediyź Xwene
 

Puanźn Nūēeyź

Asta Dengan: 5
Bi Tevahī Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vź dengdanź:

Herī baž
Pir baž
Baž
Ne xirab
Xirab

Vebijark