Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çawa Mejîyê Mirovan Tê Şuştin!?

 


Mihemed Hesko (birasoz)

Di sala 1987`an de zanayê Amerîkîyê di warê bisîkolojîkê de pirtûkek bi navnîşana`` Thought Reform and the Psychology of Totalism`` Çaksaziya Ramanî Û Zanîna Derûnî Li Ba Grupan`` weşandiye û têde pêngavên ku kesek an mirovek têre derbas dibe, dema ku tevlî grupên olî an rêxistinên siyasî îdyolojîkên tundrew dibe, gotûbêj kiriye.


Ev pirtûk bi yek ji çavkaniyên sereke yên şiroveya riftarên grupên terorîstan an çeteyên olî wek``Mirîdên Dîvêd Korîş`` û yên ku bi awyekî komî li Wîlayeta Teksas ya welatê U.S.A ê, di salên heftêyan de xwe şewitandin, piştî ku hêzên ewlehîyê ew dorpêçkirin bi gunehbarî ya handana bikaranîna tundûtîjî yê hatibûn gunehbarkirin, herwiha grupa ``Dergehê Ezman`` yên ku xwekuştin daku bi gemî ya valahî yê xwebighînin bihuştê û hwd.
Li vir ezê bi kurtî çêr e ramanên herî giringên ku pirtûka bi navnîşan ``Thought Reform and the Psychology of Totalism``li xwe digre belkî bi sûd be ji hin kesên ku tûşî kiryara ``Mejî Şuştinê`` bûn e, yan jî ew kesin ku wan kesên tûşî kiryara Mejî Şuştine bûn dinasin, çi ji kesên malabata wî, yan jî ji dost û hevalên wî.Lê di destpêkê de ka em mebesta xwe destnîşan bikin dema ku li ser grupan/ komikan diaxivin.
Grup/Kom: Ew e ku ji çend kesan pêktê, bi îdyoljiyekê bawerdikin, ku ew bawerî dagirtîne bi dilînî yê derbarê pêwendiya mirov de bi tiştên nediyar(mîtafîzîk) re û çênabe ku nasîn  pêzewarî(madî) û berve gişgîrî têvedide, û mebest bi gişgîriyê livir ew e ku, ev îdyolojîk bibe raserî hemû aliyên jiyana mirov. Bi tevayî raman van grupan bi olê ve pêwestin, lê ne pêwîste ku ev yek herdem be, dibe carinan ku bi siyasetê yan jî bi bi ol û siyasetê ve girldayî be. Û ev grup kardikin ku kesên tevlêbûnê ji kesên sade veguhêze bo endam di grup de, ev yek jî, bi çend awayan û pêngavan pêktê, ew jî evin:
1-Kontirolkirina Hawîrdora Endam: Li vir endam ji aliyê seykolojîk û fîzîkî ve jî,ji cihana derve tê dûrxistin,û bi her tiştê ku dibîne an dibhîze û dixwîne tê kontrolkirin, ev yek bi çend awayan tê encamdan jê: Simîner, çalakiyên bi kom, şevînan… û di van çalakiyan de, di hişê endam de bîrokeya``Dijminê Derve`` tê çandin, yanê ew li derveyî grupe, yan jî ku bi ``Em û Ew ``tê binavkirin. Û handana wî kesî têkirin ku, biramîne ku grup li ser riya raste û cîhana derve li ser şaştiyê ye, û li vir diyare ku her têgeh û lojîka grupên îslamî ne, ew jî ``Grupa Dirust``e.
2-Lîstoka Canî(rohî): Bi xwe wek çandina bîrokeyekêye ku, serokê grupê xwedî nameyeke xwedawendîye an xwedan nameyeke dîrokîye û ew hatiye hilbijartin ku vê nameyê ragihîne û bighîne me, û hana nefer/kes tê kirin ku, guhbide gotinên serkirde û bawerî pê were kirin ku, bi cihkirina tiştê jê were xwestin tenê ew rêya rizgariyê ye, û ji xwe divê ew serkirde xwedî kesatiyeke karîzmî ye û vê yekê bo sergerimkirina endaman û handana wan bo bêhtir pareyan dabînbikin û endamên din bînin nava rêxistinê, tevî ku ev yek bi rêya xapandinê be, ji ber ku armanc pîroz e, ji ber vê yekê rêxistin awayê xapandinê rewa dibîne, tevî ku ne rewiştî be.   
3-Zelalîya Baweriyê: Seyrî an temaşeyî hebûnê têkirin ku ji du teweran pêktê, zelal û ne zelal an(pak û qirêj), xêr û şer, reş û spî, wate mamnawend nîn e, ji xwe endamên grup tenê xwe paqij dibînin û her kesî ne havalê wan be, him xirab û him jî ne baş dibînin, herwiha ev yek bo hestkirin bi şermînîyê û gunehbariyê wek tekezkirina endaman li ser parastina paqijiya xwe têbikaranîn, ji ber vê yekê têgînin wek daxwaza lêborînê û penabirin bo daxwaza alîkariyê ji xweda bi berdewamî û daku derûn û xweyîtiya xwe ji baweriyên xirab paqijbikin.
4- Danpêkirin Bi Gunhekarîyê: Li vir di hizra endam de ew yek tê çandin ku, ew beriya tevî grup bibe şaş û windabû û ew bi xabînetî seyr û temaşeya raboriya xwe dike, herwiha derbirînê ji kêfxweşiya xwe re dike ku, ew di demeke guncaw de ji aliyê wî gurpî ve hate rizgarkirin, û li vir endam ``Radestbûna Xwe Radighîne`` û can û bûneweriya xwe jî radestî serok û nameya wî ya navgiran dike, ev pêngav gelek girînge daku paşê fermanên dijwar bicih bike, ji ber ku takekes ji vîna xwe hate şelandin û wê bi Rîmotkontrol were rûberkirin.
5- Pîrozkirina Bêsînor: Li vir serkirde an serok xwe û baweriyên xwe kirasekî pîrozîyê lê dike û li wî tê temaşekirin ku, ew bawerî rewiştîyeke bê sînore ji hebûnê re, û rexnekirin an jî gotûbêjkirina wan baweriyan qedexe ye, û kî wêrek be ku wan baweriyan rexnebike, wê gunhebar be û sizayeke ji nediyarî ve wê were serê wî/wê, mînak``malbata wî/wê  wê nexweşbibin an jî herin dojehê``.Û li vir endam ne bidilê xwe tê perwerdekirin ku, çi tiştê pêwest be bi vê baweriyê ve, ``çi zindî, an jî mirî be`` pîroz bibîne, û eger na ew bi ne merde û xirabe, û pileya pîrozkirinê jî dighêje wê astê ku, endam ji bo parastina simbolên wê bawerîyê, amadeye ku malbata xwe jî jêre bike qurbanî.
6- Zimanê Dagirtî: Cudabûna gotara grup bi bêjeyên mişt bi dilînîyê û bi coşên ku karê ramankirinê radiwestîne, û ev peyv herdem têne dubarekirin, bi awayekî ku di mejiyê endam de were bernamekirin, û endam derdora xwe bi peyv, wêne û diruşmên wan gotaran bixemlîn e, herwiha ew grup poster û wêneyên sembolên xwe li ser erka xwe li kolanan dadileqîn e.     

7- Bawerî Ji Endam Girîngtire: Endam an jî takekes di baweriyê de tê helandin, ew bê yî vê baweriya pîroz bê nirxe û ne tu tişte, û eger wêrek bû û rexne li baweriyê girt, wê bi lawazî an newêrekî û durûtiyê were gunehbarkirin,bi wateyeke din, tenê gumankirin bi baweriyê wate, ew endam ne dilsoz û herwiha şaş e.
8-Dûrxistina Yê Din: Ev qonaxa herî tirsnak e ku grupên terorîst bi kartînin, da ku kiryarên xweyên terorî rewa bikin, ji ber hindê lojîka xwe bi awayekî hêsan pêşkêş dike, ji berk u ew grup xêra bêdawî berceste dike, lewra her kesê li derveyî grup be, nexêraxwazekî bê dawî dibîn e û divê endamên grup wî ji holê rakin, û kuştina yê din ne bijardeye, lê belê ergeke li ser milê hemû endaman, û her kesê ku li derveyê grup be, du bijarde li pêş wî/wê hene: Yan tevî grup bibe, yan jî were kuştin, li vir dibe ku dûrxistin şêweyekî bêhtir tundrew(radîkal) bi xwe ve bîbîne, mînak``kuştin an bêdengkirina xelkê û qedexekirina derbirînê`` ji ber ku ev tişt gefin li ser grup û baweriyên grup.
Li dawiyê, hêjayo…! ji xwe bipirs e?, gelo ev xalên li ser hatine şirovekirin, li ser te bicihdibin? Gelo tu di ezmûneke wiha re derbasbû yî an na?Gelo tu kesekî an baweriyekê pîrozdibînî, ku bighêje wê astê tu ji ber ve amadeyî birayê xwe jî bikujî, eger sivikayetiyê  pê bike? Gelo tu di wê baweriyê de yî ku baweriya te rast û dirust e û kî baweriyê pê neke, wê here dojehê? Gelo kesek heye ji pêgîrê wê baweriyê ye, tu ji xwe re dibînî pêşng an serkirde û dema tu dengê wî dibhîsî tu hest bi serfirazî û kelecan jî dibî?
Eger bersiva te li ser bêhtir ji pirsekê ji van pirsên jorîn, erê ye, egera wê yekê heye hejayo.. ku mijiyê te tûşî kiryara şuştinê bûye!?

*- Ev gotar ya rêzdar: Leo Atheo, wî ji zimanê Ingilîzî kiriye Erebî, ku di malapera Toreya Xwedênenasên Ereb http://arabatheistbroadcasting.com de weşandiye.Min jî, ji zimanê erebî wegerandiye zimanê Kurdî.

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark