Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Destpêka efsaneyên Kurdî û rolên qehremanên wan di helbestê de

 


Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Berî pêşî divê em bizanibin;peyva(Efsane)bi wateya(Baweriyê) tête nasîn,ango;bûyerên  ku di efsanê de  têtin şirovekirin ji aliyê  civakên  kevn de  wek  baweriyên  pîroz  dihatin  pejrandin .
Gelek lêkolînerên folklorê weha dinivisînin:Di efsanê de Xwedawend,ajalên xeyalî,mirovên nîvajel,firişte û pêrî Û.H.D.Rolên  lehengên serekîn  dilîzin. Efsane  li ser van mijarên  jêrîn radiweste:1-Afrandina gerdûnê.2-Diyardeyên xwezayî.3-Cihê mirov di civakê de  û nemaze têkeliyên wî  bi Xwedawend û xwezayê re.4-Çêbûna civakê  û pêwendiyên wê  bi civakên derdora xwe re .


Di folklora Kurdî de çîrokên efsaneyî pir in;ew nemaze li ser van xalên jêrîn  radiwestin:1-Şer û pevçûn di navbera hêza qenciyê (Xêrê) û hêzên şer de,mijaraên weha jî  di ola Kurdan ya Kevin de diyardeyên bingehîn in.2-Di piraniyên  efsaneyan de hêzên şer û xerapiyê di tariyê  de dijîn ango;ew di şikeftan,cihên wêrankirî de dimînin,ew dijminên ronahiyê ne,yanê ew bi derketina rojê  û ronahiyê  xwe hinda dikin.Herweha jî qehremanên efsaneyan mirov in û ew b taybetî kesên xizan in,lê divê em bêjin jî ku hêzên şerxwaz di efsaneyên Kurdî de herdem têtin tunekirin û zorên wan têtin birin.
Li aliyê din;pir kes ji hêzên xêrê, xwe mîna kesayetiya Pêxember Xidir yan xwe mîna kesayetiya temen mezin  didin xûyakirin,ew nemir in û ew li her deverekê jî hen e.
Beşên efsaneya Kurdî jî ev in:Efsanên olî.2-Efsanên li ser tabayan.3-Efsanên evîndariyê.4-Efsanên dîrokî.5-Efsanên  di  ser sûrşt û xwezayê re
Efsanên Kurdî li ser van mijarên  bingehîn radiwestin.1-Li ser bûyerên  Xwezayî.2-li ser kok û nijada Kurdan.3-Hezkirina welêt.4-Şer û ceng.5-Jinên leheng û mêrên qehreman.7-Xiyanet û bêbextî.8-Zordestiya serdest û Mîran Û.H.D Em baştir dibînin ku em ji efsaneyên Horiyan de destpê bikin,lê di divê were pênasîn jî ku Horî  kî ne? Dîroka gelê Kurd û gelên navçeya Rojhilata Navîn  diçespînin ku Horî bavpîrên gelê Kurd bûn,ew 2500 sal û hîn pirtir berî zayînê li çiyayê Zagrosê  û ta nêzîkî Kerkokê  û girava Sûriyê ,çema Dicle û girava Wanê hebûn.Şaristaniya Horiyan beşek ji dîroka Rojhilata Kevin ya bingehîn e,paytexta wê jî (Orkêş) bû,ango;Gira Mozanê li nêzîkî
Amudê bû,qeralê Mîtaniyan yê herî navdar(Tîşatîl)bû.Horiyan û Mîtaniyan bi hev re  (Mîrşena Horî –Mîtanî) di sedsala (15) an de damezrandin,paytexta wê Waşokanî(Serê kaniyê)bû di sedsala (13) an de destlata (Mîrşena Horî –Mîtanî )bi dawî bû.
Efsaneyên Horiyan
-------------------------  
Gelê Horî jî mîna pir gelên din di cîhana  dêrînî de efsaneyên xwe afrandine û efsaneyên cîhanê  dewlemendtir kiriye,ewê jî nêrînên xwe  li ser avakirina gerdûnê  û Xwedayên pîroz  derbirîne.
Xwedayên pir navdar li nik gelê Horî hebûn;wek nimûne:1-Kemerbî; ew jî bavê Xwedayan bû, cihê wî  yê serekîn bajarê Orkêş bû. 2-Jina wî (Şala) Xwedaya çandiniyê bû.3- Tişop Xwedayê baranê û birûskan bû.4- Şeroma lawê Tişop;Xwedayê çiyan bû.5-Jina Tişop;Eştar Xwedaya Evînê li Mosilê  bû.6-Şîmîk Xwedayê Rojê bû.7-Keşox Xwedayê Hêvê bû.8-Alanî Xwedayê cîhana  jêrzemîn bû.
Lê (Mîrşena Horî –Mîtanî)  bi hin Xwedayên Hindo –Arî jî  bawerkirin,wek mînak:1-(Mîsra)Xwedayê Rojê bû2-(Varona)Xwedaya Hêvê bû,3-(Andêra)Xwedaya babelîskan bû.
Li vir em dixwazin tenê bûyera afsana (Goraniya Mîrşenekê  li ezmên)  di dema (Horî-Mîtanî )de bi we bidin nasîn.
X:(…..Alalo pir ji Kevin de li ezmên destlatdar û qeral bû û mirovek din  jî hebû navê wî (An) bû ew gelek bi hêz bû ,ewî li ezmên li ber destê (Alalo) neh salan kar dikir,piştî neh salan(An) li dijî (Alalo) şer kir,(Alalo) ji ezmên  reviya  û daket ser rûya zemîna tarî û (An) bûye desthilatdarê ezmên, lê li wir jî hîn  mirovekî  din hêzdar  bi navê (Kemrebiyê) hebû,ewî li ber destê (An) kar dikir,xwarin û vexwarin ji (An) re amede dikir.
Piştî neh salan(Kemerbî) jî li dijî (An) şer kir,(An)reviya,lê(Kemrebî) devser wî kir,ew girt  û gez kir. (An)  bi Kemerbî re got:Te ez gez kirim,lê min jî av berda zikê te û min hêşt ku tu bi çema Dicle avis bibî, ta ku  barê te pir giran bibe û tu ji qehra ra serê xwe li çiya xînî.
Lê Xwedayê niweyê;(Tişop) ew hemû  ji ezmên  qewitandin,lê dîsan şer di navbera wan de ranewestiya,ji ber ku (Kemrebî) herdem berxwedaye ku ew dîsan destlatdariya ezmên bike ………..   ).   
Hin efsanên din jî   ev in:Efsana Kawayê Hesinkar.2-Efsana Ristemê Zal.3-Efsana Pepûkê.4-Efsana afrandina gerdûnê .5-Efsana çiyayê Agirî û H.W.D.Em dixwazin li jêr li ser çend efsanên Kurdî û bi kurtebirî rawestin.
Di baweriya me de efsana Kawayê Hesinkar cihekî pir giring di dîroka  pêşketina gelê Kurd e lîstiye û ewa ta roja îroyîn jî  çîrokeke netewî gewre ye,lewra jî emê ji wê de destpê dikin.
Dibêjin:Mirovek serdar bi navê Ejdehak hebû,ewî gelek setemkarî  dikir,serên du maran  li ser milên wî çêbûn,hişmendarekî şîretek li wî kir û got:Divê tu heroj bi mêjiyên du mirovan milên xwe derman bikî,Ejdehak  fermanê dide kesên xwe  ku ew di rojê de serên du kesên Kurd jêkin û mêjiyên wan  deynin ser marên yên ku li ser milên wî  çêbûne.Mirovkuj fermana Ejdehak demek dirêj pêkanî,di pişt re mirovkuj heroj li dewsa serên du Kurdan bibire,ewî serê Kurdekî tenê dibirî,lê xortên Kurdan jî ji ber serjêkirinê direviyan ser çiyan,ew bi demê re  li wir pir bûn.Xortan li wir biryar istandin ku xwe ji Ejdehakê xwînmij rizgar bikin,lê di nav wan de hesinkarek bi navê Kawa hebû,ewî got:Ezê Ejdehak bikujim û tola xortên Kurdan ji wî hilînim,lê Kawa pêşda bi xortên Kurdan re gotibû,eger min ew kuşt,ezê derkevim ser baniyê xaniya wî û agirekî vêxim, lê divê hûn jî, êgir li serên çiyan vêxînin.
Kawa bi rengekî ji rengan xwe derbazî mala Ejdehak kir û yekser bi çakoça xwe  ew kuşt ,yekser ewî agir li ser pişta xaniyê Ejdehêk vêxist  û mizgîna kuştina Ejdehêk daye hevalên xwe,di pişt re hevalên wî jî agir li serên çiyan vêxistin û govenda xwe li derdora êgir bi şahî û şabûn gerandin  û ji wê rojê de agirvêxistin di(21) Avdarê de li cem Kurdan bûye nîşana serketin û rizgariyê.
XX:Efsaneyek li ser afrandina gerdûnê di ola Kurdan ya Kevin,Ola Ezdahî)de.
--------------------------------------   
Çîroka afrandina gerdûnê di pirtûka(Mishefa Reş)de weha hatiye nivisîn;Xweda berî her tiştî  ji (Sora) xwe ango;ji wêneya xwe (Durek) ji rengan afrandiye1-Rengê spî;ewa jî nîşana ronahiya Xweda ye.2-Rengê zer;ewa jî nîşana keramet û rûmeta Xweda ye.3-Rengê kesk;nîşana aştî  û şînahiyê ye.4-Rengê sor;nîşana hêza Xweda ye.
Di pişt re;Xweda balindek(Teyrek) bi navê (Angir)afrand  û ew li ser piştê danî û  ew çel hezar sal li ser piştê wî rûnişt,paşê Xweda heft firişte ji ronahiya xwe di heft rojan de afrandin;ew jî ev in:(Ezazî-îl)di roja Yekşemê de,ew jî (Melek Tawis e),Xweda ew ji ronahiya xwe afrandiye,lê di hin cihderan de weha hatiye;piştî Xweda şeş fireşteyên din afrandin,  ewî (Tawis) û şeş  fireşte birin cem xwe,paşê xweda Tawisê carek din  dişîne  ser rûyê erdê ta ku ew mistek ax ji wî re bibe ezmên,Tawis fermana Xweda pêkanî.Firişteyan ji axê peykerek çêkirin û Xweda jî giyan berdaye wê peykerê û ji wê (Adem) afrand,paşê Xweda ji hemû firişteyan xwest ku ew ji (Adem) re secdê(limêj) bikin,lê Tawis  fermana Xweda ne pijirand,Xweda jiTawis pirs kir,ji bo çi te secde ne kir?Tawis weha bersivê dide Xweda û got:Te bi min re gotiye:Divê tu secdê  tenê ji min re bikî û çawa ezê secdê ji Adem re bikim ku ew ji axê hatiye afrandin!?Lê  ez ji ronahiya te hatime afrandin,lewra jî Xweda Tawis xelat  dike  û wî dike serokê hemû firişteyan.
2-Dirda-îl(Şêx Sin )di roja Duşemê de hatiye jînê,ew Xwedayê pênûs û romatîzmê ye,(Bayê spî).3-Îsrafîl(Şêx Şemis)di roja Sêşemê de hatiyê jînê,Xwedayê rojê ,xêrê û erzaqê ye û ew mezinê şeş firişteyan e.
4-Mîk-îl(Şêx Ebo Bekir)di roja Çarşemê de hatiye jînê .5-Ezaze-îl)Sîcadîn ) di roja Pênşemê de hatiye jînê ,ew qasi el-erwah e.6-Şemnanî(Nasiredîn e)di roja Înê de  hatiye jînê,ew seriyan dibire.7-Nura-îl di roja Şemiyê de      
hatiye jînê,ew jî Xwedayê Hêvê û nexweşiya zarokan e,ew nexwaşiya jî bi derçûna Hêvê yan jî bi hindabûna Hêvê re bi zarokan dikeve.Li dawiyê Xweda Melekî Tawis (Ezazî-îl) dike serokê van hemû firişteyan.
Di vê derbarê de;di qewleke Ezdahiyan de  weha hatiye gotin:Xweda li  cem (Dure) peyabû,ewî bi dengekî bilind di ser (Dure) de kire qîrîn,(Dure) yekser bi qêrîna bilind  teqî ,ji hevdu perçe,perçe bû ,av jî ji hundirê wê derket  û ji wê avê  deriya çêbû.Di pişt re Xweda Cibra-îl şand û ewî jî ji perçeyên (Dure) Roj û Hêv afrandin û ji perçeyên biçûk jî stêrk çêkirin.  
Xweda gemiyek çêkir û ew li gemiyê sîwarbû û sî hezar sal di deryayê de geriya,paşê dîsan Xweda bi dengekî bilind bang kir û bi wê dengê bilind re kevir hişk bûn,zemîn,cîhan  gilover hate afrandin û çar alî jî  ji wê re hatin çêkirin,paşê  Xweda bi xwe jî,ji ezmên daket ser zemîn û ew li Lalişê peyabû.
Di pişt re Xweda çiya,dar,giya afrandin û sî hezar firîşte  jî afrandin  ta ku ew  jî Xweda biparêzin,lê fermana  wan jî radestî Melek Tawis kir.
Di wê demê de jî Xweda ji firîşteyên  xwe re got:Ez dixwazim  Adem bi-afrînim û wî bikim mirov,ta ku milet li ser zemînê peyda bibe,ewî ferman daye Cibra-îl ta ku ew  avê,êgir,bê û axê ji çar aliyên zemîn  hûnin ,lê divê ew axa ji çar rengan bin:(spî,zer,sor,reş)(Ev hemû reng jî,nijadên mirovan  li ser  rûyê zemîn in.)
Hesen Hekarî(591-644)Koçî,(1211-1264)Zayînê,li gor baweriya ola Ezdahî  nivisiye:
Ya Rebî dinya hebû tarî
Tê de hebû  mişk û marî
Te zindî  kir teze halî
Çi nema gul jî barî
Ya Rebî tu hosta yî,kerîm î
Te rêk vekir  û diraba tarî
Tu hostayê her tişt î
Erd û ezman tune  bûn
Însan û heywan jî tune bûn
Di behrê de hebû tenê Dur
Te xwest û rûh anî ber .
      xxxxxxxxxx    
Lê efsana (Pepûkê) jî weha ye:Keçek û birayê xwe sêwî mane,ew herdu li ber destên ap û amojina xwe dijîn.Rojek ji rojan ew herdu bi hev re diçin berhevkirina kerengan;keçik kerengan dibîne û wan yekser dixe  tûrka  birayê xwe,êvar dibe ,ew vedigerin  mala apê xwe ,li malê keçik dibîne ku turka kerengan vala  bûye,ewa pir ditengije û hêrsa wê pir radibe,ewa gûman dike  ku birayê wê  hemû  kereng  bi ser rêve xwarine,lewra ewa birayê xwe  dikuje,di pişt re ewa li tûrka wî temaşe dike,ewa dibîne ku   turka birayê wê qul bûye,lewra jî hemû kereng  ji tûrkê  ketine xwarê.
Keçik pir poşmam dibe û nifiran li xwe dike û ji Xweda  dixwaze  ku wê  bike Pepûk  ta ku tim  û tim bêje:Pepûk !Pepûk !Pepûk !
Derencama vê kurte-efsanê ev e:Ewa poşmaniyê tîne bîra mirov û ji guhdaran re dibêje:Biryarên xwe li gor gumanan ne din kuştin,ji ber ku encama wê tenê poşmanî ye.
Giringiya qehremanên  efsanan  di helbestê de.
----------------------------------------------------------------  
Qehremanên efsanan û bi taybetî  ew Xwedayên ku rolên mezin  û serekîn,erênî yan neyênî  di efsanan de dilîzin ,sersiyên wan di wêje de bi giştî û nemaze di helbestên nûh de baş têtin diyakirin.Gelek helbestvanên nûjenber di nav hemû gelên cîhanê de cihên mezin û bilind di berhemên  xwe de didin Xwedayên  efsanan,ew  di berhemên xwe de  kardayên  pir  giring  didin  Xwedayan  û pir caran jî didin  xêrnexwazan,  
ew bi wan qehremanan ciwaniyên helbestên xwe dixemlînin û pirtir watedar dikin,Herdîsan jî ew dihêlin ku xwendevan bi bîreweriyên xwe vegerin serdemên Kevin û dîroka dêrîn û di wir de seyranan  di pêjnên dewlemend û telbîzkirî de  bikin.Di rastiyê de cidabûnên mezin di navberên pêjnên  gelên  kevnare û pêjnên gelên serdemê de hene;lê  hevgirêdanên  hevbeş  di nav hemûyan de  pir diyar in,ew jî pêjnê fereh in,lewra  jî helbestvanên  nûjen  dixwazin  bêjin  û dupat bikin  ku  di helbesên  nûjen  de  jî fantaziyên mezin  hene,wek nimûne: Helbestvanên serdema me jî kanin bi sanahî bêjin:Em bi stêrkê re dipeyivin,Dîlbera min Hêv e,ez û dîlbera xwe firyan û me  li ezmên  avahîyek zêrîn  ji hevîra evînê ava kir û H.W.D.Lewra jî wêjevanên cîhanê dibêjin:Wêjeya devkî, dayika wêjeya nivîskî ye .

xxxxxxxxxxxxxxxxx      


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark