Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Çirûskek li ser destpêk û lêgerînaa wêjeya kurdî

 


Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

 -1-
Li  gorî hin cihderên wêjeyî;pirtûka wêjeyî  ya  yekê  (Avêste ) ye, ewa bi zimanê kurdî ji aliyê feylesof û Xwedênasê Kurd,Zerdeşt de hatiye nivisîn,wek tête zanîn ku(Avêste)pirtûkek olî ye,lê dîroknasê wêjeya kurdî Feqî Husîn Saqinc dibêje:Divê  ev pirtûka wek bingeha wêjeya kurdî  JÎ were pejrandin.
Piştî ku me bi xwe jî hin deqên wergerandî ji pirtûka pîroz (Avêste) xwendin,me dît ku  ewa bi şêweya malikan hatiye afrandin,lewara;em jî dixwzin bi nirîna F.H.Saqinc re bibin yek û bêjin:(Avêste) bingeha wêjeya kurdî ye û eva rastiyeke dîrokî ye.


Kurd û Farisan berî  ola îslamî baweriyên xwe bi Zerdeşt anîne,ji pirtûka (Avêste)tenê du hejmar hebûn,yek ji wan li cem destlatdariya Cemşît bû, lê ewa jî;di hêrişa Îskenderê Mekîdonî li dijî Îranê têk çûye û hejmara duhem ji (Avêste) ketiye bin destên Yonaniyan.
 Lê Yonaniyan jî hin sûd li ser stêrknasî û bijîşkê ji (Avêste) wergirtin û paşê ewa ji holê û ji  ber çav û destan  rakirin.
Erdeşêrê Babak (224-241) ê zayînê fermanek derxist ku pêwîst e (Avêste)  ji sernûve were berhevkirin.Mirovek bi navê Tenser di  vî warî de alîkarî kir,(Avêste)berhev kir û ewa şirove kir.Piştî vê raveyê û şirovekirinê,navê pirtûka (Avêste) bûye (Zend û Avêste).
Beşek ji (Avêste)bi navê(Gota ya gotane)bi şêweyê kîteyî ango;helbestî hatiye hûnandin û herweha hatiye gotin jî ku ew hûnandin û ristina ya Zerdeştê Mêdî ye.Herdîsan jî Enwer Mayî di pirtûka xwe(Kurd li Behdînanê)de li ser zimanê Dr.Bilêc Şêrgo dibêje:Rojhilatnas Filyamînof berdenûsrawek(Kevirnivîsek) vedîtiye û li ser wî kevirî du malik  ji
 -2-
 helbestên helbestvan(Boraboz)hatine nivîsîn û ew helbestvan jî  di salên (330) berî zayînê  de jiyaye.Em  çend malikan ji helbestên wî wek nimûne li gor nivîsîna F.H.Saqinc li jêr dinivisînin.
Xwazî ez û tu bi hev re bîn
Werdî bihîrîn kûtira bîn
Bi hev ra herin  xurînî
Bangek din bi  hev re narînî.
Li gor şirovekirina dîroknasê wêjeya kurdî Feqî Husên Saqinc,Boraboz dibêje:
Xwaziya min li wê demê ku ez û te bi hev re bûn
Em bi hev re diçûn çiyan
Were ta ku em li xurîniyê herin derve
Em bi hev re straneke narînî bistirên.
Herdîsan Dr.Se-îd Xanî Kurdistanî dinivîse:Ku nêzîkî berî sed salî çend helbest bi zaravê goranî li ser perçeçermekê di şikefta Cêşanê li Sulêmaniyê hatine dîtin,ew helbestan nêzîkî(1400)sal berê hatine nivîsandin.Lê Feqî Husên Saqinc dupat dike û perçehelbestekê ji afrandina Pîr şalyar sebaret êrişa Ereban li ser Kurdistanê  wek nimûne pêşkeşî xwendevanên xwe dike.
Hormuzgan riman etiran kujan
Wêşan şardewe gewreyî gewrekan
Zorkar Ereb kerdine Xapûr
Ginaw paleyî heta Şarezor
Şin û kenîkan we  dîl beşîna
Mêrd  azar tilî we rûyî hiwêna
-3-
Rewişt Zertuştira manewe bêdes
Bezîka nêka Hormiz we hêwiç kes.
Feqî Husên  Saqinc malikên jorîn bi  zaravê kurmancî  weha nivisiye:
Cîpanehên  Hurmuz  xirakirin,agirê wî vekuştin
Xwe veşartin  yê herî gewre ji gewreyan
Zarokê Ereb ,kirin her ciyê wêran
Heta Şarezor,gundê  paleyan
Girtin  hemû  keç û jinan
Mêrên mêrxwas man  di nav xwînan
Sîwarên Zerdeşt  man bêkes
Hurmiz  ne hat rehmê li hîç kes.  
Ango hîn zelaltir;helbestvan di malikên jorîn de xwastiye weha  bêje:Bajarê Hormizganê dagîr kirin,agirê agirdankan temirandin,mezin û giregiran xwe veşartin,biyaniyan bi zor û sitemê gund û bajar ta Şarezorê talan  kirin,keç û jin  dîl birin,mêrên  çeleng  di nav xwînê  de hêştin,rêz û rêçikên ayina Zerdeşt  bê bandor mane,dilê  Ahora Mazda bi tu kesî ne şewitî û gunehê wî bi kesî ne hat.
Li gor pir çavkaniyên din,miletê Kurd cara yekemîn wêjeya xwe bi zaravê  Hewramî(Guranî) nivisiye û Pîr Şalyar nivîskarê yekemîn bû,lê ew kînga  jiyaye,ne diyar e,helbestên wî li ser zanistiyê,fêrbûn û şîretan e.
Dîsan  pêwîst e jî em li vir navên  hin helbestvanên din di demên cuda de  û li gor hin cihderên dîroka wêjeya kurdî  biçespînin.1-Behlulê Mahî di sedsala( 8)an de 2-Baba Hatamê  Loristanî,3-Baba Lorey Loristanî,4-Baba  
Nicumê Loristanî di sedsalên heyştan û nehan de jiyane û helbestên  xwe bi zaravê Guranî nivisîne.Lê rola jina Kurd jî di destpêka avahiya helbesta kurdî de rind heye;ev çand navên jêrîn nimûneyên  berçavkirî ne.
 -4-
1-Xatun Meyzade.2-Daya Xezana Serketî.3-Fatima Loriya Goran4-Rîhan Xanim Loristanî.5-Lîza Xanim di sedsala(11)ê de.6-Dayê Tewrîza Hawramî  di sedsalên (11-12) an de .Feqî Husên Saqinc  dinivîse ku ewa yekemîn jin e ku navê wê di pirtûka(Serencam)de mîna helbestvanek Kurd cihê xwe girtiye.7-Hebîbe Şarezor di sedsala (13-14) an de.8-Nazdar Xatun  Şîrazî  di sedsala (14) an de.
Lê Mesture Kurdistanî(Mahşeref),(1804-1847)di warê helbestê de navdartirîn jin bû,helbestvanê navdar Nalî di helbesteka xwe de pir pesna Mesturê dide û ew weha dinivîse:
(… Mesture ku hesena û edîb  e bê hîsab
Hate xewim em şev  be çi nazik û îtab ..).
Em niyaz dikin di gotara duhatî de hinekî berferehtir li ser helbestvanên ku me li jor bi nav kirine,rawestin.  
Lê divê em van wêjekarên ku di dema Ezdahiyan de jî jibîrnekin.1-Şêx Adî(Şeref-eldîn),(1075-1162)Z.2-Ebdulberekatê Hekarî li nêzîkî (1165-1235)Z.Şêx Hesenê Hekarî li nêzîkî (1211-1264)Z.Li gor çavkaniya Feqîh Husên Saqinc,Şêx Adî  weha dinivîse:
Heqo tu Padîşah î
Xwedanê mêhr û mah î
Rezaqê cin û ins î
Xwedeyê alema Quds î
Mizgîniyê bibin Kurdistanê
Belav kin deftera îmanê.
Lê pêwîst e em bêjin jî  ku ne hemû zaravên zimanê kurdî  bûne zimanê  nivîsandinê û ew  ne bûne  zimanê  wêje,ji ber nivisîn jî bi rewşa siyasî  ve girêdayî ye.Li Kurdistanê;di hin deman de hin Mîrşen hebûn,lewra zaravên Mîrşenan jî bûne zimanê wêje,wek mînak;di Mîrîtiya Erdelan de,zaravê Kurmancî bûye zimanê nivîsê û wêje û di demên Mîrtiya Soran
-5-
û Baban de zaravê Soranî bûye zimanê nivîsandin û wêjeyê.Lê divê em bizanibin jî,piştî zaravê Hewramî di wêje de,zaravê Kurmancî yê herî Kevin e.
Lê divê em vê rastiya dîrokî jî jibîrnekin;hin torevanên ku bi regez û kokên xwe Kurd bûn,nikanîbûn sûdê ji van nivîskarên jorîn û pir  klasîkên   din yên Kurdan bidîtina,ji ava kaniyên hestên wan vexwarina û berhemên xwe bi zimanên biyaniyan nivîsandin û ev navên jêrîn di dîrokê de nimûneyên geş in.!-Şeref Xanê Bedlîsî yekemîn dîroknasê Kurd bû,pirtûkek li ser dîroka Kurdistanê  bi zimanê farisî di sala (1596) an de nivîsîbû û herweha jî gelek kesayetiyên din mîna Ibin El-esîr,Ibin Xalîkan,Merof Resafî,Ehmed Şewqî,Mihemed Kurd Elî,Ebas Mehmud Eqad û bi dehan ji Kurdan berhemên xwe bi zimanên biyaniyan nivîsîne.
Lê pêwîst e jî em nivîskarên Kurd yên ku bi zimanên biyaniyan li ser kurd nivisîne û yên  ku li  ser Kurdan  ne nivisîne  bi yek şehînê ne pîvin  û divê ev diyardeya bi şêweyke zanistî  ji aliyên pisporên  zimên û wêje de were çareserkirn .
Lê bi malavabûna gelek helbestvanên me yên klasîk zimanê kurdî û bi taybetî bi du zaravan pêşde çûye û ew bi pênûsên nivîskarên serdema me jî hîn pêşda dere .
Li gor hin cihder dibêjin:Ji ber sedemên êrişên dagîrkeran û talanên ku  ji aliyên wan de  li Kurdistanê hatine kirin,pir berhemên wêjeya kurdî bizir û hinda bûne û hinek ji wan di mizgeftan de hatine dîtin,lewra jî lêkolîn li ser wêjeya  nivîskî di nîvî sedsala (19) an de destpêkiriye.
Lêkolînvanên naskirî di vê derbarê de ev in:1-Elêksender Jaba(Balyozê Rus li Erzerumê)gelek destnivîsarên kurdî civandin.
2-Zanyarê Rus Dîtil di sala (1848) na de li ser hin berhemên wêjeyî  di rojnameke rusî  dinivîsand .  
3-Margirêta Rodênko di salên (1958 -1967)an de li Lênîngrada berê(Pêtirsburg)destnivîsarên zimanê kurdî çap kirine.Ji bilî van

-6-
biyaniyan û hin din ,zanyarên  Kurd Mîna Celadet Elî Bedir Xan gelek belge li ser helbestvanên Kurd di kovara Hawarê de  weşandiye.  
Eladîn Sicadî di pirtûka xwe (Mêjoya Edebî Kurdî)de, sala 1952 an de li ser pir wêjevanên Kurd radiweste û herweha jî Prof.Qanatê Kurdo jî di
pirtûkên xwe (Tarîxa Edebiyata Kurdî  )(1-2),sala 1982 an de li ser dîroka lêgerîna wêjeya kurdî dinivîse.
Lê em jî mîna pir kesan di vê baweriyê de  ne, ku lêkolînên zanistî li ser wêjeya kurdî ya klasîk kêm in,bindestbûna Kurd û Kurdistanê herdem
bûye aloz li pêş lêkolînvanên Kurd ku ew dîroka pêşketina wêjeya kurdî bi yek nirîn û bawerî bnivisînin,wek imûne:Akadêmîkê gewre,Prof.Îzedîn Mistefa Resul û pirên din mîna wî dibêjin:Di wêjeya kurdî Baba Tahir Hemedanî helbestvanê yekê ye,lê wek me li jor nivîsiye,ku lêkolîner Feqî Husên  Saqinc jî dibêje:Divê pirtûka (Avêste) ya Zerdeşt weke bingeha wêjeya kurdî were pejrandin.
Di rastiyê de;em dixwazin deriya danûstandinê di vî warî de ji lêkolînerên  pispor re vekirî  bimîne û li dawiyê em bi yek nirîn dîroka pêşketina wêjeya xwe nas bikin.
Maye em bêjin û li gor wêjezanên  gelê Kurd ku sîmayên klasîkên kurdî çine?
1-Helbesta klasîk Ji aliyê kîşe û erode de di bin bandora kêşeya erebî  ya Ferahîdî de ye.2-Qafiyên malikên helbestan yek cureyî ne.3-Yekitiya  babetî di helbestê de nîne.4-Gelek regezên rewanbêjî bi ciwanî di helbestê de hatine derbirîn,wek Mecaz,Xwaze(Temenî) û Lêkçûn(Teşbîh).
5-Di helbestê de gotinên mezinan û amojgariyan(Şîretan)pir bi kar hatine.6-Di helbestê de pirtirî zimanekî hene.(Erebî,farisî,turkî).

                                               xxxxxxxxxxxxxxxx

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark