Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Rastiya karê siyasî.

 


Mehmûd Biro

Di her civatekê de li cîhanê hatiye zanîn ku partiyên siyasî girûpên herî zana û pisporin ku civatê birêve dibin, û bercewenda civatê liser hemî bercewendên din ve digrin.
Bercewenda gelê kurd diser her bercewendên dinre ye. Ev gotineke pir hêjaye, Lê mixabin piraniya partiyên siyasî dijî vê gotinê û helwestê kar dikin, û di ramana wan de ewe ku karekî syasî durist dikin.
Sedem ewe ku nedûrmeyzênin, û demoqrasiyê ligor kêfa dilê xwe nasdikin û liser kar dikin.


Gotina demoqrasiyê bûe wek modê liba wan,lê ji nirx û pirinsîpên wê gelek dûrin.
Wa lê hatiye ku jimara partiyan nema tê nasîn. Her heyvekê du heyvan partiyek durist dibê.
Her salekê du salan du sê partî jihevdû diveqetin û dest pêdikin hevdû xayin dikin û gotinê xerab liser hevdû dibêjin û yekîtiyê jî dixwazin. Zêdebûna jimara partiyan ne jiberxwede ye. Yek ji sedemê herî serekî ewe , nebûna partiyên cemawerî yên  rast û durist. Yên ku karekî siyasî liser bingiha dam û dezgihan birêve dibin. Wata partiyên cemawerî û muesesatî. Sedemên diduan jî ewe ku zilamê ne saskar û ne layiq dikevine reberatiya karên siyasî de. Herweha malbatî û hevaldbendî û koletî dibê dînamoyê karê siyasî ku encamê xerab tînê holê. Ev rengê xebatê rê nadê kesên pispor û zana û akadêmîker ku bi erkên xwe rabin û rastiyê bidin dest gelê xwe. Û jibo vî rengê xebatê hemû alavên ragihandinê xizmetkarin. Tim kesên nezan dighînin liser ekranên telvizyonan da kû gel nema rastî ji ne rastîye nas bikê.
Mixabin kesên ku vî karî dikin hinek jivanên ku serdema wan xilas bû ye û jixwe ditirsin ku cihê wan jidestê wan herê. Jiber kû di mêjiyê wande nivîstî ye ku heta saxin divê ew rêber bin. Û ev yekjî diktatoriyetê durist dikê, û demoqrasiyê binpê dikê. Her weha zanîn û zanista taze ya nifÞên nû radwestênê û nahêlê ku bibê ardûwê pêÞveçûnê.
Bivî halî tevgera siyasî dicihê xwede gava didê, wata gava pipêÞ de nadê. Lewma jî partiyên siyasî nikarin xizmeta gel û xak û niÞtiman bi duristî  bikin. Tenê xizmeta kesne destnîÞankirî dikin. Ewjî kesên nexweÞin ku binexw Þiya ezeziyê ketine û tu carî jê xilas nabin. Karê siyasî di qeyranekê ve derbas dibê û pêdivî bi çareseriyeke lezgîne ku bi van xalan dest pê dikê.
1    Avakirina encumeneke aqilmendan ku pêkhatî bê ji van kesên ku temenê wan gihaye nêzîkî heftê salî,  wek sikretêan û hinek endamên komita navendî, biteybetî partiyên mezin. Karê wan serkî carê tenê wek  Þêwirdaran bin.
2    Rêberatiya partiyan bikevê destê nifÞên nû de, yên pispor  xwedan zanîn û kefaet, herweha  Avakirina komîteyên cor bicor wek diplomasî, siyasî, hiqûqnasî, perwerde û zimannasî.
3    Guherandina sîstêmê hundurî yê partiyan da ku biguncê ligel pirinsîpên demoqrasiyê, û rê liber diktatoriyetê bigrê, û hilanîna sensûrê liser alavên ragihandinê.
4    Avakirina dezgihan dinava partiyên siyasî de da ku her dezgihek tenê karê xwe bikê û dest têwerdanê dikarên dezgihên din de nekê.
5    Danîna kesên abûrînas jibo serperiÞtiya mewdaniya partiyê.û nivîsîna raportan bizelalî jibo endamên partiyê û bihêzkirina jêrxana abûrî ya partiyê.

Fredrikstad 11.06.2019


 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark