Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Êzidî netewe ne yan xwedî baweriyek pîroz in?

 


 Idrîs Hiso

Rewþa Êzdîxan û êzdiyan ji destpêka damezirandina dewleta Iraqê û heta roja îro mîna rewþa seranserî Kurdsitanê bi þêweyekî yasayî di hindirê Iraqê de nehatiye çareserkirin û ne jî kurdan karîbûn serxwebûna xwe bidestbixin û ji girêdana bi Iraqê re werin rizgarkirin, tevî gavên ku hatine avêtin li herêma Kurdistanê gavên baþin ber bi çareseriya pirsa kurdî li Iraqê, lê mixabin bi tenê li ser nîvê xaka Baþûrê Kurdistanê, ne li ser seranserî xaka wê.


Goman tê de nîne ku êzidî beþekî girîng û resen in ji miletê Kurdistanê û neteweya kurd, û rastî sitemkariyek du qatî hatine, yekem ji ber kurd in û duyem ji ber êzidî ne.
Sitemkariya ku êzidî rastî wê tên him ji aliyê hikûmeta Iraqî ve û ji milet û desthilatên erebî, û him jî ji aliyê civata kurdistanê bi xwe jî rastî sitemkariyê tên.
Dibe ku stemkariya ku êzidî rastî wê ji aliyên hejmarek ji kurdên musliman tên girantir û dilêþtir be. Lewma ez wek kurdekî bi êþ û azarên kurdên êzidî hest dikim û hemû karvedan û riftarên wan famdikim.
Lê di vê gotarê de ez dixwazim balê bikþînim ser diyardeyekê pir metirsîdar, çinku bi berdewamiya vê diyardeyê û belavbûna wê di nav civata kurdên êzidî de wê demê êzidî ber bi tinebûna rasteqîne ve diçin lê vê carê ne bi zora fermanan û biryarên hikûmet û welatên dagîrker lê belê bi destê êzidiyan bi xwe.
Neteweya Kurd di nav xwe de gelek olan hildigire, wate ji kurdan hene cihû, hene kirîstiyan, hene muslman, hene zeredeþtî, hene kakeyî û hene êzidî ev hemû bi hev re neteweya kurd pêktînin, û hemû pêkhateyên olî yên neteweya kurd li gel pêkhateyên Kurdistanê miletê kurdistanê pêktînin.
Helbet û goman tê de nîne ku yek ji van pêkhatiyên olî xwe bi neteweyek nû bide naskirin û zanîn, ev yek dikeve xizmeta welatên dagîkerên kurdistanê de.
Piþtî cînosayida 3 Tebaxa 2014an ku êzidî li Þingal û gundewarên Þingalê rastî wê hatin û di encam de û bi þêweyekî sîstematîk û hovane  rastî qirkirinê hatin, gelek deng ji nav êzdiyan bilind dibin û têde dibêjin êzidî netewe ne û miletê êzidî û Êzdîxanê ne beþek ji Kurdistanê dibînin û nasnameya xwe wek Iraqî didin diyarkirin û nasandin.
Êzidî ku bi kurdên resen di nav civata kurdî de tê naskirin, çinku ew bi ziman û ol kurd in, lê em dibînin di gelek tiþtên simbolîk de kesayetiyên êzidî zimanê kurdî bikarnayinin tevî ku kurdî zimanê fermiye li seranserî Iraqê û ne tenê li Kurdistanê.
Beramberî van dengên êzidî û bermamberî riftar û helwêsta hejmarek ji kesayetî, nivîskar û çlakvanên kurdên êzidî, hejmarek kurdên din jî helwêst diyarkirin û bû mijarek di nav hejmarek çalakvanên kurd de li ser rûpelên mediya civakî.
Bi nerînamin tiþtekî normale ku êzidî bi xurtî û torebûnek mezin ji her kesî û ji her alî helwêstên xwe bidin diyarî kirin. Ez wek kurd û wek mirov di hemû karvedanên wan de têdighêm çinku kesê destê wî di nav agir de ew bi êþa xwe dizane û ne wek kesê ku destê wî di nav avê de be, lê qet ez felat û xelasa êzidiyan di veqetandina wan ji Kurdistanê de nabînim, lê bi diyardeya ku êzidî neteweyek cudaye ji neteweya kurd ez dawiya êzdiyan dibînim. Fermanên dagîrkeran ne besin vêja êzdî bi xwe jî dixwazin fermana tinebûna xwe bi destê xwe bînin serê xwe.
Dawî gotina min ew e ku, çi rêxistin, kesayetî û çi aliyê ku piþtevaniya veqetandina êzdiyan ji neteweya kurd dikin û piþtevaniya veqetandina êzdîxanê ji kurdistanê dikin, ew bi tenê xizmeta dijimin û dagîrkerên kurdistanê dikin, ew alî kî dibe bila bibe.
Gewîlan 10.04.2019
Rojnameya Kurdsitan 15.05.2019z – hejmar149-

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 1


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark