Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Newroz bi coş li Gewîlanê hat Pîroz kirin

 


 Idrîs Hiso – Gewîlan

Doh êvarî li Gewîlan agirê Newrozê hat dadan û îro jî xelkê di nav sirûşta ciwan de kêf, şahî û sema gerandin.
bi amadebûna hejmarek mezin ji penaberên Rojavayî Kurdistan ku li Gampa Gewîlan niştecîbûne û bi boneya Newroz û Sersala Kurdî agirê Newrozê hate dadan.
Merasîmê dadana agirê Newrozê ji aliyê rêxistan Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDKS) a Gewîlan ve hate rêkxistin û birêve birin.


Hejmarek mezin ji xelkê kampê û berpirsên hikûmî û hizbî li ahinga dadana agirê Newrozê amadebûn û bi coş û dil germî beşdarî vê merasîmê bûn.
Xetîreyên agir ji aliyê malbatên şehîdên pêşmerge hatin hilgirtin û xetîreya mezin ya agirê Newrozê pê hat dadan.
Endamê komîteya navendî ya PDKSê û berpirsê ofîsa rêxistina PDKSê li Hewlêr û Gundewarê Hewlêrê Serhan Hesen gotarek bi vê boneyê xwend û şêhîdên Newrozê li Hesekê ku di 20.03.2015 de di encama teqînek terorist de li qada Ebdulrehman Alûcî qewimî şehîdbibûn, bibîranî û tekez kir ku wê agirê Newrozê neyê vemirandin û wê berdewam be heta ku kurd û hemû pêkhateyên kurdistanê bighên mafên xwe di jiyanek azad û serfirazî de.
Ji aliyê xwe ve Endamê Komîteya Herêmî Mihemed Faris Silêman ku wek şahidhalê komkujiya Hesekê bû axifî û behsa kêlîkên pêşî ji bûyerê kir. Hewrwisa tekez kir ku, dijmin bi kiryarên kuştina me bi teqînên terorist ve dê nikaribin vîn û xebata me ji bo azadiyê bide rawestandin, û got: “Gelê me ji mirinê jiyanek nû vedijîne, ev gel dê neyê tinekirin.”
Piştre koma Pêşmergeyê Roj çend dîlanên filklorî pêşkêşkirin û sikêtşek şanoyî derbarê komkujiya Hesekê ya Newroza 2015an jî hate nemayişkirin.
A dinî rojê xelkên kampê hemû berê xwe dan sirûşta ciwan û di nav keskatiya zeviyan de û di nav gulên rengereng de govend û şahiyên xwe gerandin, herwiha rêkxistina PDKSê li Gewîlanê bernameyekî taybet ji bo Newrozê amadekiribû, bername bi gotara PDKSê, xwendina helbestan, dîlanên filklorî û stranên gelerî ku hejmarek zarokan û xortan ew stran dagirtî bû.
Ahinga dadana agirê newrozê û roja Newrozê bi govendên bi coş û bi germaya evîna keç û xortan bi dawî bû.
pêwîstî gotinê ye ku, cihê mixabiniyê hîna jî parastina jîngehê bi tenê bi gotin tê behskirin û nebûye çandek dinav gelê me de,çinku bêhtirên xelkê paşmayên xwe yên xwarin vexwarinê li pey xwe hiştin û ew sirûşta ciwan gelekî pîskirin.
22.03.2019



 

 

 

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark