Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serberzî ji peyva azad re

 


 Elî Cefer

Ji demekê ve hevpîșeyê me, rojnamevan û çalakvanê naskirî Inayet dîko, ji hêla alîgir û mirûdên PKK û șaxên wê yên Kurdistanî de, pêrgî gef û gurên curbecur tê. Sedem jî ew e; ku Dîko bi pênûs û peyvê, nerîn, bîr û bûçûnên xwe bi șêweyekî azad û vekirî di derbarê kêșeya Kurd û Kurdistanê de tîne zimên. Nemaze di rewșa Efrîn a dagîrkirî; ku çawa serkirdeyên Qendîlê û hin berpirsên wan ji Kurdên Bakur li Efrînê berî êrîșa dagîrkerên Tirkiyê û çeteyên sûrî, zirt û virt dikirin.


Wekî em tev dizanin, hewla bêdengkirin, çewsandina peyva azad, ji hêla PKK û șaxên wê li Kurdistanê ne kiryareke nû ye, û tidarekine dûrî çanda kurdî ye, li dijî hemî rewșenbîr û çalakvanan tê bikaranîn. Ji bilî rojnamevan, rewșenbîr û çalakvanên xweser, herweha têkoșer û xebatkarên Kurd; vê partiyê bi dehan û sedan heval û alîgirên xwe kuștine. Poz û guhên welatparêzên Kurd birîne. Hemî kesên ji siyaseta wan ne razî derbider kirine, revandine, xistine zindanên xwe, an kuștine.

Inayet Dîko ne yê pêșin ne û mixabin wê ne yê dawî be jî. Lê teqez ev rûreșiya wan li dawiya dawî ji wan re dimîne. Em bi vê kurtegotinê helwesta xwe, bo riswakirina van gef û guran û piștgiriya Dîko û her kesên tûșî êrîþên weha tên û bên, diyar dikin.
   17. 01. 2019    

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 0
Bi Tevahî Deng: 0

Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baþ
Pir baþ
Baþ
Ne xirab
Xirab

Vebijark