Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Gotar: Serok Barzanî zilamê serdemê ye

 


Mehmûd Biro

Kurê nemir Mistefa Barzanî, bavê netewa kurd, hilgirê doza xak û niştiman, canfidayê riya azadîyê, riya şêr û şepalan, Hosta û endazyarê rêferandomê, parêzerê mafê rewayî çarenûs jibo gelê kurd li kurdistanê.
Serok Mesûd Barzanî rêberekî têgihiştîye û hekîm û zanaye, wêrek û azaye pêşmergeye û canfidaye.
Birastî wefadare jibo rêbaza pîroz, rêbaza kurdayetî ya hostayê mezin Nemir mistefa Barzanî. Ji zarokiya xwede dinav şoreş û serhildana de mezinbûye, û yek rojê jî ranewestaye ji kar û xebat û çalakiyan. Kula dilê wî ewe kû miletê kurd wek hemû miletê cîhanê bibê xwedan dewlet, û biazadî û rûmet liser xaka xwe ya dîrokî bijî.


 Hisreta dilê wî ewe kû wesîyeta Pêşewa Qazî mihemed bicih bînê, dema ku pêşewa Qazî alaya Kurdistanê da destê Barzanîyê nimir û jêre got , ev ala amanetê teye.
Serok Barzanî xwedan biryare û dûrmeyzêne. Me dît çawa rojhilat û rojava û hemû zilhêzên cîhanê dijî biryara rêferandomê rawestiyan, lê serok jibiryara xwe nehate xwar û cihbicih kir.
Encama rêferandomê bû bilgeyek dîrokî û cihanî bihêz dinav destê gelê kurd de li başûrê Kurdistanê.
Serok mesûd rêkxirê nav mala kurde, li herçar parçên Kurdistanê. Netenê li Kurdistanê, herweha liser asta Iraqê jî ew wek garantorê aramî û aştîyê ye. Hemû dewletên rojhilata navîn wî wek çiyakî liber çavên xwe dibînin. Li rojên şer de li dijî dijmin û teroristan ew tim lisengerê pêş bû, û tim dibêjê: Xwedê ez dibin sêbera ala Kurdistan de dame, û diher deqîqeyekê de jî ez amademe dibin sêbera vê ala pîroz de canê xwe fida bikim.
Di al û gorên gêma siyasî û diplomasî de şehrezaye, hekîme, Karîzmeye. Ez dibînim ku ew wek Corc Washington û Oto von Bismark û Nilson mandêla û nehroyî Hindî ye jibo gelê xwe. Ew hilgirê rêbaza mela mistefayê Barzanîye, rêbaza şêr û şepalan û nemiran, rêbaza wefadaran û  mandî nenasan.
Lewma jî ez wî wek zilamê serdemê binav dikim. Zilamê serdema çerxa bistan. Nejiber kû ez ji deng û rengê wî hesdikim, wek ku hinek ziman çort dibêjin. Bere ew zanibin ku ez mirîdiyê jikesî qebûl nakim, jiber kû serok bixwejî mirîdiê qebûl nakê, lê ez rastîye dibêjim li gor behweriya xwe. Birastî her kesekî xwedan demîr û wijdanbê, pêwiste vê rastîyê bipecirêne.
Fredrikstad 09.12.2018

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 1
Bi Tevahî Deng: 2


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark